Tundiya li hemberî jinê di dema rejîma AKPê de gihişt asta herî jor. Tenê di di 6 mehên destpêkê yên sala 2012 de 93 jin hatin qetilkirin. Piraniya cinayetan ji aliyê hevser an jî hevserên berê yên jinan ve hatin kirin.
Li gorî dane yên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin, di 6 mehên destpêkê yên sala 2012 de 93 jin hatin kuştin. Ev hejmar ji nûçeyên di çapemeniyê de cih girtine hatiye berhevkirin, lê di rastiyê de hejmara jinên hatine qetilkirin zêdetir e.
Li gorî nirxandina ji aliyê platformê ve hatiye kirin, ji sedî 29ê cinayetan hevberdan , redkirin û veqetîn e. Jin herî zêde ji aliyê hevser an jî hevserên xwe yên berê ve hatine qetilkirin.
Li gorî Platformê ji sedî 50yê cinayetên jinan ên di 6 mehan de pêk hatine, di bin navê xwekuştinê de hatine veşartin. Platformê doza doza mamoste Esîn Guneş ku tê îdîakirin ji kendalê ketiye weke mînak nîşan da. Ji sedî 10ê cenazeyên jinên hatine kuştin an xistine telîsan û avêtine deryayê, an jî şewitandine û tune kirine. Ji sedî 7,5ê wan bi kefî an jî kemberê hatine xeniqandin. Ji sedî 33yê wan bi birekan, ji sedî 37ê wan bi çekan hatine kuştin.
Hin tesbîrên ji aliyê Platformê yên derbarê şeş mehên destpêkê yên sala 2012 de wiha ne:
* Me meha çile 14, Sibat 13, Adar 12, Nîsan 21, Gulan 17, Pûşper 15 hevalên xwe yên jin wenda kir. Em dibînin ku li gel yasaya ku 8’ê Adarê ji bo jinan derket, bi aliyên xwe yên erênî û nerênî ve nehate pêkanîn, ji ber vê jî em rêjeya jinên hatine qetilkirin di meha nîsanê de bû du qat.
* Yek ji sedemên kuştina jinan ên herî mezin rêjeya ji sedî 53 ya dayina biryara li ser jiyana xwe ye. Di rapora berê de rêjeya jinên ji ber parastina zarokên xwe hatin kuştin tune bû, lê vê carê gihiştiye ji sedî 6ê.
* Yek sedemên din ên mezin ên kuştina jinan veqetîn û hevberdan e, ku rêjeya wê ji sedî 28,5, ya din jî hesûdî ye ku rêjeya wê ji sedî 22 û rêjeya redkirinê jî ji sedî 8 e.
*Li gorî daneyên raporên sala 2008-2011 ji sedê 88ê jinan ji aliyê zilamên nas ve dihatin kuştin, ev rêje niha jî bûye ji sedî sed.
* Li gorî daneyên raporên salên 2008-2011yê, rêjeya jinên ji aliyê mêrên berê ve dihatin kuştin ji sedî 47 bû, lê ya vê carê jî ji sedî 69 e.
* Piştî ku avabûna Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî hate avakirin, rêjeya kuştina bi biryara meclîsên malbatan ji sedî 50 zêde bû. Ev rêje hîna jî pir cidî ye û ji sedî 54 e.
*Ji ber sîstema perwerdeyê ya 4+4+4, yasayên qedexeya kurtaj û qedexeyê û polîtîkayên dijminane yên li hemberî jinê me Tugba Genç, Mahrume Karakule û Şukran Tug wenda kir.
* Ji bo ji sedî 75ê jinên daxwaza parastinê kirin biryar tedbîrê hate derxistin. Lê ji ber ku evane nehatin parastin ew jî hatin kuştin. Mînaka hevala me Dilber Keskîn a ku Platformê doza wê şopand yek ji mînakên vê yekê ne.
* Ji sedî 37ê minên reviyan malên stargehê hatin kuştin.
*Rêjeya kuştina jinan bi îşkenceyê jî ji sedî sedî zêd bû. Ji sedî 19 jinên hatin kuştin xistin telîsan, avêtin deryayê yan jî şewitandin.
*Ji sedî 7,5ê jinan hatine xeniqandin, ji sedî 33 tiştên tûj hatine kuştin, ji sedî 37 bi çekan hatin kuştin. Piştî kujerên Munîver Karabulut cezayeke giran wergirt, îsal kuştinên bi birrekan pêk nehatin.
*Rêbaz ji hev du hînî rêbazan dibin. Di rapora sala borî de rêjeya jinên bi amûrên tûj hatin kuştin ji sedî 4,5 bû û stûyê wan hatin birîn, ev rêje jî niha ji sedî 23 ye.