Di 5’ê berfanbarê de li Tirkiyeyê tabloyek dilşewat

Di 5’ê berfanbarê de li Tirkiyeyê tabloyek dilşewat

Di serdema hukûmeta AKP’ê ya ku xwedî xwesteka xwedîkirina nifşek oldar de, rêjeya tundî, kuştin, taciz, tecawiz, cinayetên jinan, tundiya zayendî ya li hemberî zarokan û mêtîngeriya kedê her ku diçe zêdetir dibe. Hukûmeta AKP’ê li hemberî jinên li dijî vê yekê radibin û ji bo mafên xwe têdikoşin terora daraz û gitinê pêk tîne.

Di 5’ê Berfanbarê Roja Mafên Jinên Cîhanê de li Tirkiyeê tabloyeke dilşewat heye. Li Tirkiyeyê li aliyekê tundî, kuştin, tacîz û tecawiza li hemberî jinê roj bi roj zêde dibe, li aliyeke din jî ev tundî bi dawî nabe. Jin li malê, derve, kolan, taxê kargeh û di her qadê de li rastî tundî, mêtîngeriyê tên. Jinên ku li mafên xwe digerin jî tên girtin û rastî darizandinan tên.

ZÊDEBÛNA CINAYETÊN JINAN

Li gor jimareyên fermî yên tundiya li ser jinê, di 7 salan de ji sedî hezar û 400 zêde bûye, jin herî zêde di nava malê de li rastî tundiyê tên. Li gorî daneyên Wezareta Dadê, sala 2002 66 cinayetên jinan pêk hat, ev rêje di sala 2007 de gihişt hezar û 77. Ev rêje li gorî daneyên ne fermî di sala 2009 de gihişt hezar û 126ê. Di meha adara 2012 de Yasaya Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li ser Jinê ya Meclîsê tenê li ser kaxezê ma. Piştî yasayê, kuştin û tundiya li hemberî jinan zêdetir bûn.

PIRSGIRÊKA TENDURISTIYA JINÊ 3 QAT ZÊDE BÛ

Di 6 mehên destpêkê yên 2012 de li Tirkiyeyê 93 jinan jiyana xwe ji dest dan. Lê hejmara rast ne evqas e. Hejmarên mehên dawiya salê jî ji vê yekê zêdetir e. Li gorî lêkolînan tiştek din ku balê dikişîne ew e ku ji sedî 75 jinên serî li hêzên çekdar didin û ji sedî 27ê jinên serî li malên stargehê didin dibin qûrbanên cinayetan. Ji ber tundiyê deprasyon, şîzofren û nexweşiyên din ên derûnî zêde dibin û her wiha hewldanên xwekuştinên jinan 3 qat ji yên zilaman zêdetir dibin.

BI SEDAN JINÊN SIYASÎ GIRTÎ NE

Di serdema desthilatiya AKP’ê de bi sedan jinên ji ber têkoşîna demokrasî û wekheviyê hatine girtin. Di serî de jinên Kurd, jinên endamên sendîkayan, muxalîf û yên ji bo mafên jinan têdikoşin para xwe ji tundiya AKPê girtine û hatine girtin. Tenê gava mirov tenê li jinên Kurd ên ji ber têkoşîna siyasî û mafên jinan meşandine hatine girtin dinêre zêdetirê 500 jin hatine girtin.

KEDXWARIYA LI HEMBERÎ JINÊ

Di rapora ku Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (RBC) pêşkêşê Komseya Giştî ya li Berçavan re Derbaskirina Polîtîkayên Bazirganî kir de, jin bi pereyeke ji yê mêran gelek kêmtir dixebitin. Jinên karker bi taybet li cihên ku ked lê zêde heye dixebitin. Jinên di qadên çandinî û îstîhdamên netomarkirî, bi pereyeke pir kêm dixebitin û hema bêje tu mafê wan ê ewlekariya civakî tune ne. Ji her 4 jinan tenê jinek xwedî mafê wan ê hêza fermî ya kar heye.

Di dema hukûmeta AKP’ê ya xwedî dirûşima “Jin be jî, zarok be jî, tişta pêwîst dê bê kirin” de tundî, tacîz, tecawiz û cinayetên li hemberî jinan bûn du qat û her ku diçe zêdetir dibe. Bi pereyeke kêm keda jinan tê xwarin, sîsteya perwerdeyê ya 4+4+4 rê li ber bûkên zarok vedike û dîsa di dema AKPê de fûhûş jî gihiştiye asteke pir ciddî. AKP’ya xwedî xwesteka xwedîkirina nifşê oldar, ji roja hatiye ser desthilatiyê 2002 û vir ve rêjeya suç zêde kiriye. Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn ragihand ku di navbera salên 2002-2010 de rêjeya sucê fûhûş ji sedî 220 û tacîza zayendî ya li hemberî zarokan ji sedî 125 zêde bûne.

FÛHÛŞ Û BINPÊKIRINA MAFÊ ZAROKAN ZÊDE BÛYE

Ger mirov bi awayeke berfirehtir li agahiyan dinêre, tabloyeke balkêş derdikeve ber çavên me. Ya ku vê yek ferz dike jî hukûmet e. Di sala 2002 de 2 hezar û 669 dozên fûhûşê hatin vekirin. Ev rêje di sala 2007ê de gihişt 4 hezar û 494’ê, di sala 2010 de j îgihişt 8 hezar û 409ê. Bi vî awayî sucê Fûhûşê di 8 salan de ji sedî 220 zêde bû. Ji sucên êrîşên zayendî û binpêkirinên mafên zarokan di sala 2002 de derbarê 16 bin û 43 bersucana de doz hate vekirin, ev rêje di sala 2007 de gihişt 19 hezar û 162yê, di sala 2010 de jî bû 35 hezar û 760ê . Bi vî awayî di dema desthilatiya AKPê de ji sedî 125 zêde bû.

LI CÎHANÊ PAŞKETINA TIRKIYEYÊ

Li gorî standardên YE’yê divê ji bo her 7 hezar jinana malek a stargehê bê vekirin û ji 7 hezar jinan 500 jin ji bo van stargehan tên wergirtin. Lê li Tirkiyeya ku ji hemdemî û demokrasiyê dûr ketiye, li gorî daneyên saziyên sivîl ên ji bo jinan dixebitin, tenê 38 stargehên ku kapasîteya wan 867 kes in, hene. Li gorî nirxandinên di warê tenduristî, perwerde, aborî û huqûqî de Tirkiye di nava 132 welatan de di rêza 87’emîn de ye. Tirkiye divî warî de li piştî welatên Gabon, Zimbabwe, Gambia û Madagaskar ên Efrîkayê tê.

HER ROJ 5 JIN DIBIN QÛRBANÊ TUNDÎ Û CINAYETAN

Li gorî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) tundiya li ser jinên ne ji pirsgirêkên di nava malbatê de tên. Tundiya li ser jinê, cûdakarî, binpêkirinên mafan nîşaneyên newekheviya di navbera jin û mêran de ye. Li gorî rapora wekheviya jin û mêr a Fona Aborî ya Cîhanê, Tirkiye di nava 135 welatan de di rêza 122’emîn de ye û rojane herî kêm 5 jin li rastî tundiyê tên û jiyana xwe ji dest didin.