Di 2012’an de di qada têkoşîna azadiya jinê de, bi sererastkirinên ‘kurtaj’ û ‘sezeryanê’ ya hikûmetê re, bi qasî têkoşîna hegomonyaya li ser bedena jinê, berxwedana jinan ya li dijî vê planê jî derket pêş. Dîsa di 2012’an de kuştinên jinan li gorî salên din dîsa di rojevê de bû.
Di 2012’an de gotina Erdogan ‘ Her kurtajek, Roboskiyeke’ gotina ku herî zêde hat nîqaşkirin bû. Erdogan ev gotin di civîna baskê jinan ya Navenda Giştî ya Partiya xwe de got. Roja din di Bernameya Çalakiya Konferansa Pêşvebirin û Nifûsa Navnetewî de gotina xwe dubare kir û got: “Ez li dijî sezeryanê me. Ez kurtajê wekî kuştinê dibînim.”
KURTAJ MAFE, ROBOSKÊ CÎNAYETE
Jinên daketin kolanan ev bersiv dan Erdogan: “Kurtaj mafe. Roboskî komkujiye.” Jinên li her bajarê çalakî pêk anîn gotin ku, ew dê destûrê nedin hikûmetê ku li ser bedena wan bibin xwedî gotin.
SEZERYAN DERBAZ BÛ KURTAJ LI BENDÊ YE
Li ser îtîraza qedexekirina kurtajê hikûmeta AKP’ê di 4’ê tîmrehê de Qanûna Sezeryanê di Meclisê de derbaz kir. Li gorî qanûnê di mafê bi sezeryanê welidînê de hinek tişt hatin qedexekirin û hate gotin ku, ger di dema welidînê de rewşa bebek an jî jinê di rîskê de be dikarin bi sezeryanê bikin.
Qanûna Kurtajê pêşkêşî Lijneya Wezîran kirin. Lê hêj nehatiye Meclisê. Sererastirina nû, nûbûnekê nayne pêvajoya kurtajê û 10 hefte sînorê xwe diparêze. Lê jinê ducaniya wan di ser 10 hefteyî re derbaz bû kurtaj bibin dê bi cezayê girtîgehê bên mehkum kirin. Ev jinên destûrê bidin kurtajê dê heta salekî û cezayê pere lê bê birîn.
Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan di modela xwe ya nû ya civakî de jinê di rola ‘dayîk û hevjîn’ de heps dike û gotina wî ya din a ji bo jinan wiha bû: “3, 5 zarokan çêbikin.” Li ser vê gotina ku mudaxeleyê bedena jinan dike, bersiv dereng nema: “Li min binêre Serokwezîr, sebra me nede zorê. Tu bixwe yek du, sê tirkan bîne.”
KUŞTINÊN JINAN ÎSAL DI RÊZA PÊŞ DE BÛ
Tundî û kuştinên jinan îsal jî li pêş bû. Rojê 3 jin li Tikriye û bakûrê Kurdistanê rastî tundiyê hatin. Parlamentera AKP’ê Fatma Salman diyar kir ku, ji hevjînê xwe tundî dîtiye. Piştre dest ji hevjînê xwe berda. Wêneyên Salman yê ku çavê wê reş bibû, wekê belgeyekê di dîrokê de cihê xwe girt. Tişta ku dê dîrok efû neke helwesta AKP’ê ya li dijî vê tundiyê bû.
AKP JIN HEPS KIR
AKP di 2012’an de di 8’ê darê de Qanûna Pêşîlêgirtina Tundiya li hemberî Jinê û Parastina Malbatî derxist. Lê qanûna ku propagandaya ‘ dê pêşî li tundiya li hemberî jinê bigire’ rastî bertekên rêxistinên jinan hat. Jinan îtîrazê kanûnê kir û got: “Ev ne jinê, malbatê diparêze.
DI MIJARA STARGEHAN DE TÊK ÇÛ
Hikûmeta AKP’ê di 2012’an de di warê stargehên jinan de qet pêş neket. Di 2012’an de 72 stargehên jinan yên Midûriyetên Polîtîkayên Civakî û Malbat, Şaredarî û saziyên jinan hene. Ji van 43 yên SHÇEK, 27 yên şaredariyan û 5 ên rêxistinên jinane.
TUNDIYA DEWLETÊ BERDEWAM KIR
Di 2012’an zextên hikûmeta AKP’êya li ser jinên muxalîf kêm nebû. Di bin navên operasyonên KCK’ê de jinên sendîkayê bûn hedef. Beriya 8’ê Adarê Roja Jinan 14 endamên KESK’ê hatin binçavkirin û 9 jê hatin girtin.
Ji bo jinan edalet pêk nehat. Jina sosyalîst Muhabet Kurt ku rastî tecawîza polîs hat û rojnamger Hatîce Duman û karkera tekstîlê Guluzar Erman di 2012’an de cezayê muebetê girtin.
JINAN KOLAN TERK NEKIRIN
Jinan ligel tundî û zextan kolan terk nekirin. Jinan, jinên ku rastî tundiya dewletê hatin tenê nehiştin û ketin nava piştevaniyê. Bûn şopdarên doza wan.