‘Dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Eyn Îsayê re dixwaze dagirkeriyê kûrtir bikin'

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bi taybet hema bêje her roj Girê Spî û Eyn Îsa tên bombekirin. Li gorî şervanên QSD’ê dewleta Tirk dixwaze dagirkeriyê kûrtir bike.

Di hefteyên dawî de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Eyn Îsayê zêdetir bûn. Navenda Eyn Îsayê di nav de gundê wê û rêya navneteweyî ya M4 bi dijwarî tê bombekirin, hewldanên dizî ketina herêmê hene.

Li ser êrîşên dewleta Tirk a demê dawî ya li Eyn Îsayê zêdetir bûne ji Fermandarên QSD’ê Karker Andok axivî.

Andok anî ziman ku ji bo her êrîşa bê kirin amade ne û got:

“Demê dawî êrîşên dewleta Tirk a li ser Eyn Îsa zêdetir bûne. Armanca van êrîşan dagirkirina herêmê ye, rêya navneteweyî ya M4 a di navbera Cizîr û herêmên din de girtin û berfirehkirina dagirkeriyê ye. Dewleta Tirk li vir ne tenê nûqteyên leşkerî ava dike, her roj bi topan hemû jîngehên welatiyên sivîl toparan dike. Dixwaze qetlîaman pêk bîne. Bi çekên giran êrîşî jîngehên sivîlan dikin, mal û cihên sivîlan didin ber topan. Dewleta Tirk li gelek  cihan navendên leşkerî avakirine, 2 kêlometre nêzî navenda Eyn Îsayê bûne. Heta niha 5-6 nûqteyên leşkerî avakirine.Tevî vê jî ne rejîma Sûriye ne jî Rûsya tiştekî nakin. Armanca sereke li vir di serî de QSD’ê û gelê Kurd dîsa hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirina hedef û tinekirine. Em weke şervanên vî gelî û zarokên wan heta dawî li ber xwe bidin, gelê xwe biparêzin.”

Şervanê QSD’ê Mûrat Minbic jî zêdetirî 4 sal in êrîşên dewleta Tirk di serî de li ser Efrîn û gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike û wiha got: “Demê dawî êrîşên li Eyn Îsa zêdetir bûne û her roj êrîş tên kirin. Di vê pêvajoyê de du caran hewl hatin dayîn ku derbasî herêmê bibin. Tevî dagirker hemû teknîkê bikar tîne jî, şervanên QSD’ê pir bi hêz bersiv dide û êrşan vala derdixe. Ev êrîşên dewleta Tirk ne tenê li dijî QSD’ê ye, heman demê li dijî gel, dîsa cihên welatiyên sivîl lê ne tên kirin. Ne tenê cih dagir dike, li dijî gelê ku cihên wan dagir dike pêkanînên der mirovî li ser dikin.

Çawa ku şervanên QSD’ê li ber xwe dide, gel jî bi heman rengî berxwe dide. Ji ber ku gel dijminê pêşberî xwe baş nas dike, li hemberî wê heta dawî li ber xwe dide. Gel cih li gel QSD’ê digire. Şervanên QSD’ê bi şev û roj li dijî êrîşên dagirkeriyê li ber xwe dide, bersivên pir xurt dide her cûre êrîşan. Ji van êrîşan sivîl ziyanê dibînin, welatiyên sivîl birîndar û jiyana xwe ji dest didin. Li ber vê ne Rûsya û ne jî rejîma Sûriye xwedî helweste.

Em zarokên vî gelî heta dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidin, gelê xwe biparêzin.”