Desteya Rêveber a Şengalê û Asayîşa Êzidxanê 8'ê Adarê pîroz kirin
Desteya Rêveber a Şengalê û Asayîşa Êzidxanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan bi taybetî jî li jinên Êzidî pîroz kirin.
Desteya Rêveber a Şengalê û Asayîşa Êzidxanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan hemûyan bi taybetî jî li jinên Êzidî pîroz kirin.
Desteya Rêveber a Şengalê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û 8'ê Adarê li jinên kedkar ên cîhanê bi taybetî jî li jinên Êzidî pîroz kir.
'RÊXISTINIYA JINÊN ÊZIDÎ BÛ XWERÊVEBERIYA CIVAKÊ'
Di daxuyaniyê de işaret berxwedêriya jinên Êzidî hate kirin û hate gotin, "Berxwedana ku bi Xatûna Fexra dest pê kir û bi Zerîfa Osê bi pêş ket, di vê serdemê de bi pêşengiya dayikên me ku zêdeyî 3 meh in li ber Asayîşa Êzidxanê li ber xwe didin û Şengalê li hemberî pîlan û êrişan diparêzin, dewam dike."
Desteyê diyar kir, jinên Êzidî ji ber berxwedêriya xwe di dîrokê de her tim bûne hedefa êrişên dijminan û di şexsê jinê de hewl hatiye dayin ku civaka Êzidî bê tunekirin.
Fermana 3'ê Tebaxa 2014'an a bi serkêşiya DAÎŞ'ê li Şengalê hate kirin di daxuyaniyê de hate bibîrxistin û hate gotin, "Jinên Êzidî ji bo careke din hovîtiyê nebînin, ji her alî ve xwe bi rêxistin kirine û niha pêşengiyê ji civakê re dikin. Piştî rêxistinbûna jina Êzidî gavên mezin ber bi xwerêveberiya civakê ve hatin avêtin."
Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Di her dema ku dijmin xwestiye civaka me bêîrade bike, berxwedana dayikên me her tim derketiye pêş. Bi taybetî her gava ku dewleta Tirk a dagirker êriş dikir, dema ku Iraqê û PDK'ê xwest di bin navê peymanê de gelê me bêîrade bike, nîvê şevê jî dayikên me rabûn ser piyan. Di nava sîstema xweseriya demokratîk a Şengalê de ji bo civakeke wekhev bê avakirin, jin bi sîstema hevserokatiyê di nava tevahiya saziyan de cih digirin. Bi vê sîstemê em dikarin serketin û hêza jinê nîşanî cîhanê bidin."
Di dawiya peyamê de bi wesîleya 8'ê Adarê berxwedêriya jinên Êzidî hate silavkirin û 8'ê Adarê li wan hate pîrozkirin.
ASAYÎŞA ÊZIDXANÊ 8'Ê ADARÊ PÎROZ KIR
Asayîşa Êzidxanê jî bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, şehîdên Êzidxanê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bi bîr anî û 8'ê Adarê di serî de jinên Êzidî li jinên kedkar hemûyan pîroz kir.
Di daxuyaniyê de rola jinên Êzidî di parastin û rêveberina Şengalê de hate bibîrxistin û hate gotin, "Herî dawî li dijî pîlana tasfiyekirina Asayîşa Êzidxanê, jinên Şengalê sekneke xurt nîşan dan, bi taybetî jî dayikên Şengalê li ber vê yekê rabûn. Şêniyên Şengalê bi pêşengiya jinên Şengalî xwedî li Asayîşa Êzidxanê derketin û dest bi berxwedana nobedê kirin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Asayîşa Êzidxanê bi hêza ji jinan wergirtî wê xaka Êzidxanê ya pîroz di nava her şert û mercî de biparêzin û soza bilindkirina ala berxwedanê hate dayin, 8'ê Adarê li jinan hemûyan hate pîrozkirin.