Demîr, Ûyar û Nayir li ser gora xwe hatin bîranîn

TJA'yê û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Şirnexê, Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir li ser gora wan bi bîr anîn, ku di berxwedana xwerêveberiyê de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) Endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiya Pakîze Nayir ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de di 4'ê Çileya 2016'an de hatibûn qetilkirin hatin bibîraanîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan beşdarî bîranînê bûn. Bîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat.

Di bîranînê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û destnîşan kir ku ew ê heta dawiya emrê xwe şopdara têkoşîna wan bin û got: "Sêvê min soza te pêk anî. Min got ez ê tu caran rêya te nîvî nehêlim. Xeman nexwe. Ez li pey şopa te me. Em deyndarên we ne. Cihê we bihûşt e. Hezar caran rihmet li we be. Hûn bi şeref û namûs têkoşiyan. Bila bişewite mala xiyanetê. Serê me bi we bilind e. Li vê dinê nebe jî, li wê dinê hûnê bigihîjîn miraza xwe. Xwedê hez bike wê Kurdistan azad bibe."

'SÊRÊ XWE NETEWANDIN'

Piştre Parlamenter Nûran Îmîr axivî û bal kişand ser têkoşîna her sê jinan û wiha got: "Weke tevgera jinê ya Kurd em îro sê cangoriyên azadiyê bibîr tînîn. Heval Sêvê, Pakîze û Fatma di oxira têkoşînê de ji me re sembol in. Sê gulên Kurdistanê li dijî sepanên ser mirovahiyê derketin û li dijî faşîzma ku îro li mirovahiyê tê ferzkirin biryardayîna xwe dabûn. Wan li dijî vê pergala dixwaze em serê xwe bitewînin û îrade û hebûna jinan tune dihesibîne serî rakirin. Bi têkoşîna xwe bawerî dan xeta azadiyê û ketin nava refên têkoşîna azadî û demokrasiyê. Di vê oxirê de di nav şert û mercên herî giran de her sê hevalên me li ber xwe dan. Li dijî hişmendiya zayendperest têkoşiyan. Ew bi dehan caran hatin girtin, binçav kirin û bi êşkenceyê re rûbirû man, lê wan tu carî serê xwe netewand."

'SERKETIN A JINÊN AZAD E'

Îmîr anî ziman ku ew ê heta dawiyê li pey têkoşîna jinên azad bin û wiha got: "Têkoşîna wan rêya me ronî dike. Yên ku bi ser bikevin em in. Yên ku tehemulî me û vîna me nake û li dijî daxwaza me ya azadiyê me dikujin wê wenda bikin. Serketin a jinên azad e. Şehîd namirin."

Kesên beşdarî merasîmê bûn piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gorên her sê jinan û bîranîn li vir bi dawî bû.