Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Delal Amed berxwedana gerîlayên Kurd a lihemberî operasyonên sala 2012 yên artêşa Tirk bi armanca tunekirinagelê Kurd û gerîlayên Kurd li dar xist, nirxand. Amed destnîşan kir ku wana weke YJA-Starê mîsyoneke pêşeng girtine û diyar kir ku gerîlayên YJA-Starê di asteke pêşeng de berxwedan pêş xistin. Delal Amed bal kişand ser berxwedana gerîlayên jin û diyar kir ku gihiştine asteke mînak. Amed destnîşan kir ku gerîlayên jin bi ruhê fedayi tevlî bûne.
Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA-Starê Delal Amed pêşketin û bûyerên sala 2012 ji servîsa Tirkî ya ANF’ê re nirxand û diyar kir ku hukûmeta AKP’ê dixwaze li Kurdistanê qirkirina civakî, qirkirina jinêpêkîne, ji ber wê jî li Kurdistan û Tirkiyeyê rêjeya tundî, tecawiz û tacîza li hemberî jinê zêde bûye.
Amed bal kişand ser hedefên wan ên ji bo sala 2013 jî û diyar kir ku ew hêza parastina mafên jinan in, heta pirsgirêka azadiyê ya jinê çarser nebe, ew ê dest ji têkoşîna xwe bernedin û gavan ber bi paşde neavêjin. Delal Amed îşaret bi wê yekê kir ku dê têkoşîna jinan a sala 2013 xurtir bibe.
JINAN DI PÊNGAVA ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ DE ROLA PÊŞENG GIRTIN
Fermandara YJA-STARê Delal Amed balkişand ser operasyonên tinekirinê yê AKPê û wiha got:"AKP'ê di sala 2012'an de di serî de Garzan, Erzirom, Dêrsim, Cudî û Bestayê gerîlayên jin hedef girtiye. AKP'ê wekî bingeha şerê taybet "pêşî li jinê bidin" ji xwe re esas girtiye. Jixwe wekî şerê psîkolojîk jî herî gelek bi ser şehadeta gerîlayên jin pêk aniye."
Delal Amed diyar kir ku helbet li dijî vê zilm û zora AKPê nedibû ku gelê kurd û hêzên parastina gel bêdeng bimînin. Ji bo vê jî wan di sala 2012an de xwe ji şerê gel yê şoreşgerî re amadekir û gerîlayên YJA-STARê jî ket nava têkoşînek mezin.
BI TEVLÎBÛNA FEDAYÎ YA HEVELÊN ME EZDA, BÊRÎTAN, FARAŞÎN Û XEMLÎN PÊK HAT
Delal Amed got ku di sala 2012an de di çarçoveya pêngava şoreşgerî de heta herêmên Zagros, Botan û Dêrsimê xistine bin kontrola xwe û di vê pêngavê de jî gerîlayên YJA-STARê rola xwe lîstiye. Amed diyar kir ku operasyona Oremar-Şitazinê bi tevlîbûna fedayî ya hevalên me Ezda, Bêrîtan, Faraşîn û Xemlîn pêk hatiye û gerîlayên jin bi rihekî fedayî pêşengiya xwe lîstine.
Delal Amed gotinên xwe bi van mînakan zêde kir;"Di operasyona şoreşgerî ya Çelê-Rindikê de hevala me Jîn wekî dewama xeta fedayî ya Zîlan mînakek berxwedanê nîşanda. Tevgera Şoreşgerî ya Bêşebabê di bin fermandariya heval Rêvan pêk hat. Tevgera şoreşgerî ya Şemzînanê ku bi mehan ew herêm di bin kontrola gerîlayan de ma ji aliyê hêzên me ve pêk hat"
Fermandara YJA-STARê destnîşan kir ku di rêxistinbûyîna wan ya niha de nûbûn û guhertinek mezin heye û di nava artêşa gerîla de bi hezaran gerîlayên jin cihê xwe digrin.
DI SALA 2013'AN DE WÊ TÊKOŞÎN DIJWARTIR BIBE
Delal Amed herî dawî jî li ser pirsa hûn xwe ji sala 2013an re çawa amade dikin wiha bersiv da: "Sala 2013an bûyer û pêşketinên li herêmê û Kurdistanê nîşan dide ku wê têkoşîn dijwar bibe. Lê em ê di sala 2013'an de têkoşîna xwe mezin bikin û encamê bidest bixin. Di vê astê de gelê me, jin û derûdorên demokrat silav dikin û di têkoşîna wan de serketinê dixwazin.”