Dayikên xavik spî li Londonê çalakî kirin

Jinan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê heman demê xwedî li dayikên xavik spî derbikevin li Londonê çalakiyek kirin.

Meclîsa Jinan a Roj ji bo xwedî li daxwazên dayikên xavik spî derbikevin û êrîşa dewletê ya li ser wan protesto bikin li pêşiya Pirtûkxaneya Wood Green hatin ba hev.

Dayikên ku bi xavikên spî tevlî çalakiyê bûn, dirûşên dilsoziya bi berxwedêrên rojiya mirinê û grevên birçîbûnê re dan. Dayikên ku posterên Ocalan hildan bi armanca protestokirina êrîşên polîdan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Di daxuyaniya li vir hate dayîn de hate gotin ku êrîşên dewleta Tirk jinan nikarin rawestînin û got: “Êrîşên li ser dayikan şermezar dikin. Hevrêyên me yên di grev û rojiya mirinê de derb dikin û dayikên me li kolanan êşkence dikin. Êrîşên faşîst ên dewletên nikarin me dayikan. Faşîzim wê bi berxwedanê têk biçe.”

 Dayikan çalakiya xwe bi dirûşman bi dawî kirin.