Dayikên Şemiyê vê carê li aqubeta Mahmut Kaya pirsîn

Dayikên Şemiyê vê carê li aqubeta Mahmut Kaya pirsîn

Dayikên Şemiyê yên Stenbolê di hefteya 404'an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê çîroka Mahmut Kaya yê di sala 1980'an de li Qersê hate binçavkirin û revandin pirsîn. Dayikan vê hefteyê navê tîm û serokê tîmê ku Kaya binçavkirin yek bi yek xwend û xwest bên darizandin.

Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya "Kiryar diyar in, winda li ku ne" di hefteya 404'an de li Qada Galatasarayê berdewam kir.

Dayikên ku wêneyê windayan û pankart vekirin wêne bi qurnefilên sor neqişandin. Dayikan vê hefteyê çîroka Mahmut Kaya yê di 23'ê Kanûna 1980'an de li Qersê ji aliyê leşkeran ve hate revandin û windakirin pirsîn. Di çalakiyê de pêşî birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir, axivî û wiha got: "32 sal in em bi êşa windayên ku ji aliyê dewleta cunta ve hatin revandin dijîn. Rayedarên dewletê ku hişmindiya 12'ê Îlonê diparêzin, heta niha derbarê kujerên ku mirov winda kirine de tu hesab nepirsîne. Rayedarên dewletê ku Mahmut Kaya û Cemîl Kirbayir qetil kirin heman feraset û hêz e. Heta rayedarên dewletê kujeran ronî neke û danerizîne nikare behsa demokrasî û mafên mirovan bike. Heta em vê neheqiyê bi dawî bikin û mafê xwe bistînin me dê têkoşîna xwe berdewam bikin."

'MAHMUT KAYA Û TURAN SAGLAM BI ÎŞKENCEYÊ HATIN QETILKIRIN'

Hevalê Mahmut Kaya yê hucreya nezaretxaneyê Davut Aksu jî şahidiya xwe wiha rave kir: "Mahmut Kaya û Turan Saglam hefteyekî di îşkenceyê de man. Lê hêj kujer nehatine dîtin û darizandin. Em dê her tim li pey bersûcan bin û hesab ji wan bipirsin. Têkoşîna me dê bidome û em dê hesab ji wan bipirsin."

Piştre Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Umît Efe, xwest kujer û rayedarên dewletê yên berpirsiyar bi lezgîn bên darizandin û wiha got: "Mahmut Kaya yê 21 salî piştî darbeya 12'ê Îlonê hate revandin û di îşkenceyê de hate qetilkirin. Di 2'emîn salvegera komkujiya Gurgumê de hatin qetilkirin. Dê hesabê komkujiya Gurguê (Mereş) jî bê pirsîn. Di bin çavan de bi îşkencyea giran hatin qetilkirin.

KUJER DIYAR E

Efe, bal kişand ser daxuyaniya Aksû ya 'Mahmut di bin îşkenceya giran de bû. çîpê pî tev reş û şûn bûbûn. 3 saetan di bin îşkenceyê de ma li gel min mir' û wiha got: "Mahmut bi îşkenceyê kuştin. Di tîmê îşkenceyê de Komîser Mehmet Haytan û girêdayî yekîneyê jî Mehmet Ali Akin, Ergun Tosunoz, Selçuk Ayyildiz Mehmet Aktaş û Kureyşin Tepedelen hebûn. Em dixwazin ev kes bên darizandin û cezakirin. Ev kesana berpirsiyarê Turan Saglam û Cemil Kirbayir in jî."