Dayîkên Şemiyê diyar kirin ku, berê mirov dihatin windakirin, îro jî dixwazin bi çalakiyên greva birçîbûnê bikujin û wiha gotin: "Ji bo em zarokên xwe bidin jiyan kirin em dê her tiştî bikin."
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 399'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de dayîkan pankrata "Kiryar diyarin lê winda li ku ne?" û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Nîhat Aydogan yê ku di sala 1994'an de li Mêrdînê hate windakirin daxwaza dadê hate kirin.
Hevjîna Aydogan Halîme Aydogan bi kurdî bang kir û diyar kir ku, 4 xizmên wê hatin windakirin û wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin nîşandan û wiha got: "Me hêj hestiyên xizmên xwe peyda nekirine. Heke we kuştibin bêjin. Da ku em jî gulekê danînîn ser gora wan. We Nîhat weke terorîst nîşan da lê Nîhat terorîst nebû." Aydogan helwesta hikûmetê ya li hemberî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike rexne kir û wiha axivî: "Berê zarokên me winda kirin. Niha jî dixwazin bikujin. Her çiqas dewlet bixweza bikûje em dê ji bo zarokên xwe bidin jiyan kirin her tiştî bikin.
'OYA ERONAT YA BI DIZIYÊ BÛYE WEKÎL DIXWAZE ZAROKÊN ME BIMIRIN'
Hevjîna Fehmî Tosun yê ku di sala 1995'an de hate windakirin Halîme Tosun jî bi kurdî axivî û wiha got: "Dema em her hefte tên vir dilê me dişewite. Em rondikên xwe dibarînin nava dilê xwe." Tosun bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û wiha axivî: "Di sedsala 20'emîn de li welatên demokratîk ev daxwaz dihatin qebûlkirin lê di sad sala 21'emîn de ji bo van daxwazan hêj li Tirkiyeyê mirov bedenên xwe dirazînin mirinê."
Tosun bertekên tund nîşanî daxuyaniya Wekîla AKP'ê ya Amedê Oya Eronat ya ''Rojê 20 çay û 60 şekiran digirin. Kaloriya xwe ya rojane jî digirin. Ewqas zînd çawa çalakiya greva birçîbûnê dikin" da û wiha axivî: "Oya Eronata bi diziyê çûye parlementoyê dixwaze zarokên me bimirin."
'JI NAV DOŞEKÊ RAKIRIN Û BIRIN'
Pişt re daxuyaniya hefteyê Îkbal Eren xwand. Eren diyar kir ku, Nîhat Aydogan di 31'ê mijdara 1994'an de ji aliyê leşker û cerdevanan di serdagirtina malê de bi lêdanê hate binçavkirin û berê birin Qerqola Midyadê û pişt re birin Fermandariya Navendê ya Cendirmeyan ya Mêrdînê. Eren anî ziman ku, hevjîna Aydogan dema pirsa hevjînê xwe kir ji wê re hate gotin "Me berda, derket çiya. Li wir li wî bigere."
Eren da zanîn ku, li Midûriyeta Nifusê ya Midyadê Aydogan weke jiyana xwe ji dest da hatiye nîşandan. Eren xwest ku kiryarên bên dîtin û Serokwezîrê gefan li kesên li mafên xwe digerin dixwe û wiha got: "Sedema dosyayên me di dehlîzên Enqere de tên terk kirin, çalakiya greva birçîbûnê di roja 67'an de berdewam dike û dest ji usluba provokatîf nayê berdan, çalakiya girtiyên Fîlîstînî di hefteya 4'emîn de bi diyalogê hate çareserkirin ji ber vê yekê ye."