Dayikên li Gebzeyê giliyê polîsên êrîşkar kirin

Dayikên girtiyan ên li Gebzeyê polîsên Tirk êrîşî wan kirin, gilî kirin. Dayikan gotin, "Çalakiyên me wê bidomin."

Dayikên ku li Gebzeyê ji bo xwedîderketina li zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne çalakiyan dikin, dibin hedefa êrîşa polîsên Tirk. Dayikan li Edliyeya Kocaeliyê îro giliyê polîsên Tirk kirin. Dayikan li ber edliyeyê daxuyanî dan û êrîşên polîsan ên bi kîn û nefret şermezar kirin. Dayikan diyar kirin, çalakiyên wan wê bidomin û gotin, êrîşên tên kirin ji bo têkbirina çalakiyên wan e.

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir, êrîşên li dijî dayikan nîşaneya helwesta hikumetê ya li gelê Kurd e.