Dayikên Laçik Spî: Niha dema rizgarkirina Ocalan e

Dayikên Laçik Spî li Stenbolê li hev civiyan û gotin; “Bi berxwedana me ya li pêşiya girtîgehan re beşek ji tecrîdê hate şkandin. Niha armanca bingehîn rizgarkirina Ocalan û parastina aştiyeke birûmet e.”

Dayikên Laçik Spî yên li Stenbolê dijîn li avahiya Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya li Fatîhê li hev civiyan. Dayîkan eleqeyek mezin nîşanî rojnamgerên ku pêvajoya greva birçîbûnê û rojiya mirinê dişopandin, dan. Dayikan piştre têkildarî aktivîteya ku were lidarxistin axivîn.

Li ser navê Dayikên Laçik Spî Bedîa Gokyuz axivî û got; “Di vê aktivîteyê de armanca me anîna gel heva ya dayikên ku piştgirî dane grevên birçîbûnê. Em niha li gel hev in. Bi saya piştgirîya dayikan a ji bo çalakiyan em hatine van rojan. Ez bi rêzdarî hemû dayikên ku tevlî aktivîteyê bûne silav dikim. Armanca çalakiya greva birçîbûnê ya ku zarokên me dabû destpê kirin şkandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em jî bi vê armancê ji bo piştgirîdayîna zarokên xwe kolan kolan û li pêşiya girtîgehan bi berxwedannê beşek ji vê tecrîdê me şkand. Niha armanca bigehîn rizgarkirina Ocalan û parastina aştiyekî birûmet e.”