Malbatên gêrîlayên HPG'ê yên zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane, xwestin sala nû bibe sala aştiyê û êdî ev êş û şer bi dawî bibe Malbatan xwest êdî kes di sala nû de neyê kuştin û dan zanîn ku, aştiya mayinde tenê bi azadîbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkane.
Dayîkên ku zarokên wan tevlî PKK'ê bûne daxwazên xwe yên ji bo sala nû ji ajansa nûçeya ya Dîcle DÎHA’yê re vegotin. Dayîkan ji DÎHA’ê re ragihandin ku, zêdeyî 30 salane li Tirkiyeyê şer heye û xwîn dirije. Sala 2012'an jî wekî her sal bi kuştin û rijandina xwînê derbaz bû. Dayîkên ku zarokên wan di operasyonan de jiyana xwe dest dan û dayîkên ku hêj zarokên wan di nava refên HPG'ê dene, xwestin ku êdî şer û operasyon bi dawî bibe û sala 2013'an bibe sala aştî, azadî û aramiyê. Dayîkan diyar kir ku, heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe aştî û demokrasî pêş nakeve û xwest Ocalan azad bibe.
Bavê gêrîla Erdal Erol (Mazlum Serhat) Mehmet Erol ku kurê wî di 2'ê Mijdarê de li gel 7 hevalên xwe li Sasona Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest da, xwest ku sala nû bibe sala aştî û demokrasiyê. Erol anî ziman ku, ew dixwazin di nava wekhevî û aramiyê de bijîn. Erol, destnîşan kir ku, ger operasyon berdewam bikin dê dîsa zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest bidin.
Erol da zanîn ku, ew jî wekî her kesî mafê xwe yên demokratîk dixwazin û dixwazin sala 2013'an bibe sala aşti û demokrasiyê. Erol diyarkir ku, ji bo aştî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî tecrîda ku zêdeyî 500 rojin li Îmraliyê didome bi dawî bibe û Ocalan bigêje azadiya xwe. Erol aşkera kir ku, aştî, aramî û pêşketina demokrasiyê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Adullah Ocalan ve girêdayî ye.
'BILA DAYIKÊN KURD Û TIRK BIBIN YEK Û VÎ ŞERÎ RAWESTÎNIN'
Dayîka gêrîlaya HPG'ê Ebrû Muhîkanci (Eylem Ararat) ku di 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, Birgul Muhikancî jî anî ziman ku, di sala 2012'an de kurdan êşên mezin derbas kirin û wiha got: "Heta îro bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin. Em dixwazin êdî di sala 2013'an te kes neyê kuştin û xwîn raweste. Em dixwazin mirov bi reng, rû û nirxên xwe azad li ser axa xwe bijîn. Em li vir bang li rayedaran dikin û dibêjin ger ku mirovek Kurd welidîbe, divê Kurd bijî û wiha got: "Em dibînin ku cudahiyê dixe nava Kurd û Tirkan. Ez naxwazin di sala 2013 mirov bên kuştin. Leşker jî gerîla jî zarokên me ne. Em dayîkên Kurd û Tirk destê xwe bidin hev û bi hev re vê xwînê rawestînin."
'EZ NAXWAZIN ÊDÎ DAYÎK BIGIRÎN'
Dayîka gêrîlayê HPG’ê Altan Ekincî (Zîn) ku li herêma Xişxişoka Çewlikê di operasyona 15'ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da Mulkiye Ekincî jî anî ziman ku, keça wê hate perçekirin û li goristana bêkesan a Kilyosê hate definkirin. Ekîncî destnîşan kir ku, ew dixwazin êdî şer bi dawî bibe û êdî kes neyên kuştin. Ekîncî da zanîn ku, ew dixwazin sala 2013'an bibe sala yekîtî, wekhevî û aramiyê û aştî pêş bikeve. Ekîncî xwest êdî her kes di nava aramî û aştiyê de bijî.