Dayikên Aştiyê: Em piştgiriyê bidin Demîrtaş

Endama Însiyatîfa Dayikên Aştiyê Bedîa Gokoz got, "Bila mirovên me nexapin. Hêvî em in. Em dest bidin hev û piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş."

Dayikên Aştiyê, ji bo çareseriya aştiyane ya doza Kurd, sala 1996'an li hev civiyan. Dayikan di nava her şert û mercî de gotin, "Em dayik in, alîgirê aştiyê ne", tevî zext û zordariyeke giran jî xwe ji têkoşînê û aştiyê venegirtin. Bi wesîleya hilbijartinên 24'ê Hezîranê em çûn serdana Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya li navçeya Fatîh a Stenbolê.

Bedîa Gokoz pênc sal in di nava însiyatîfê de cih digire. Gokoz got, "Kî ji nû ve li danûstandinan vegere û ji bo aştiyê gavê biavêje, em ê pê re bin." Gokoz diyar kir ku Serokkomar Erdogan ew xapandin û got, "Bila mirovên me nexapin. Hêvî em in. Em dest bidin hev. Em piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş."

Yek ji Dayikên Aştiyê Guler Bûgday ev 16 sal in di nava Însiyatîfa Dayikên Aştiyê de ye. Guler Bûgday jî bi bîr xist ku çi ji destê wan hatiye wan heta niha kirine û got, "Me hemû derfetên xwe bi kar anîn û çûn her cihî." Bûgday destnîşan kir ku ew alîgirê aştiyê, hêvî û jiyana bi hev re ne û got, "Ez şahidê desthilatdariya 16 salên dawî me. Ji yên beriya xwe xerabtir kir."

Sûltan Bozkûrt jî 19 sal in bi rengekî çalak cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de digire. Bozkûrt got, "Me zarokên xwe dan vê têkoşînê. Eger te zarokên xwe da be, eger ked keda te me be, hingî ev doz ji bo me gelekî hêja ye. Ev yek keda me ye, keda zarokên me ye. Gelê Kurd mîna hilbijartinên beriya niha wê di vê hilbijartinê de jî bi ser bikeve."