Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ocak ê hatibû qetilkirin pirsîn

Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 834’an de li berpirsên Hasan Ocak ê dema destgîrkiribûn, bê êşkenceyê qetilkiribûn pirsîn.

Dayikên Şemiyê, bi armanca pirsa aqûbeta xizmên xwe yên dema destgîrkirî hatine windakirin bikin û bi daxwaza berpirsên wan bên cezakirin, çalakiya xwe ya heftiya 834’emîn bi onlînê lidar xistin. Di çalakiyê de, pirsa berpirsên Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de, di dema ji kargeha xwe ya li Avcilarê diçû malê hat destgîrkirin û piştî 58 rojan cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Ataşehîrê hatibû didin, hat kirin. 

Xwişka Ocaka Aysel Ocak daxuyaniya vê heftê da û wiha behsa serpêhatiya birayê xwe kir: “Birayê min bi kesayeta xwe ya sosyalîst dihat naskirin. Lê bendêbû ku ji bo mamostatiyê bê tayînkirin. Di vê navberê de, li Beyazîtê kargeriya çayxaneyekê dikir. Birayê min di 21’ê Adara 1995’an de, piştî kar dema diçe malê di rê de winda dibe û dûre me bi tu awayî agahî jê negirt.”

Ocak, diyar kir ku ji bo aqûbeta birayê xwe hîn bibin serî li dozgeriyê dan û wiha axivî: “Me di heman demê de serî li gelek sazî û dezgehan da. Wê demê ji me re gotin Hasan Ocak nehatiye destgîrkirin û weke sûcdar lê nayê gerandin. Lê du kesên ku birayên min nas dikirin, gotin ku wan Hasan Ocak li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê destgîrkirî dîtine. Her du kesan jî gotin, wan navê Hasan Ocak di lîsteya şopa tiliyê ya Miduriyeta Polîsan de, dîtine. Şahidekê din ê ji ber Newrozê hatibû destgîrkirin jî, da zanîn ku dema li şaxa polîsan bû liv û tevgerek çêbû û polîsan di nava xwe de gotin wan ‘Hasan Ocak anîn.’”

Ocak, dest nîşan kir ku cenazeyê birayê wê piştî 58 rojan li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê bi awayekê “kesê nenas” dîtin û wiha pêde çû: “Tu cih nema ku em neçûnê. Lê ligel vê jî, tu saziyekê agahî nedan me. Dûre di raporên fermî yên birayê min de, hat gotin ku di encama êşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.”

Xwişka Hasan Ocak Aysel Ocak, bibîr xist ku 26 salin wan dev ji pirsîna aqûbeta birayê xwe bernedane û ev peyam da: “Divê delîlên derbarê bûyerê yên di dosyeya Hasan Ocak de bilez bên komkirin. Pêwîste şahid bên guhdarkirin. Çend sal derbas dibin, bila bibin emê tu carî dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Hasan Ocak û hemû windahiyên xwe bernedin. Em ê dev ji qada Galatasarayê ya ku 135 heftene, li me hatiye qedexekirin bernedin.”