Dayikên Şemiyê li aqûbeta Dîker pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî li aqûbeta Recep Dîker ê sala 1994’an hate ‘windakirin’ pirsîn.

Dayikên Şemiyê, ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên dibin çavan de hatin windakirin û bersûcên wan bên cezakirin, di hefteya 848’emîn de, çalakiya xwe bi rêya onlînê dewam kirin. Di çalakiya vê heftê de, li aqûbeta Recep Dîker ê di 14’ê Îlona 1994’an de, piştî hat destgîrkirin û şûnde, carekdin agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Endamên malbata Dîker ên beşdarî çalakiyê bûn, xwestin ku kujer û bersûc bên cezakirin.

Hevjîna Recep Dîker Leyla Dîker, anî ziman ji ber ku hevjînê wê li Farqînê her tim rastî gefan dihat, neçar ma ku bê gel birayê xwe yê li navenda Amedê rûdinişt bimîne. Leyla Dîker, da zanîn ku piştî hat Amedê, dûre bi tu awayî agahî jê negirtin.

Dîker diyar kir ku piştî hevjînê wê winda bû, serî li gelek saziyên dewletê da û wiha pêde çû: “Ligel vê jî min tu encam bi dest nexist. Ev 27 salin em agahî jê nagirin. Gelo miriye, saxe em nizanin. Ez dixwazim gorekê wî hebe ku zarokên wî biçin ser gora wî û jêre dua bikin.”

Abdurahîm Dîker jî, derbarê birayê xwe de axivî û wiha got: “Ez jî mîna birayê xwe rastî zextan dihatim. Ji ber vê ez hatim Amedê rûniştim. Birayê min li vê derê hat destgîrkirin. Lê ligel hemû hewldanan jî me tu agahî jê negirtin. Ji ber vê êşa me hîna zindiye.”

Kurê Recep Dîker Mahsûn Dîker jî, bibîr xist ku dema bavê wî hat windakirin, hîna 4 salî bû. Dîker, diyar ki ku piştî mezin bû, ew jî bi malbata xwe re tevlî têkoşîna lêgerîna bavê xwe bû û wiha got: “Bi salane me li bavê min digerin. Lê me tu agahî bi dest nexistin. Em dixwazin xwe bigihînin hestiyên wî. Divê ev bûyer, demildest bê ronîkirin. Mîna her mirovekê, ez jî dixwazin gorekê bavê min hebe.”  

Xwişka Ferhat Tepe Ayşe Tepe, daxuyaniya çapemeniyê ya vê heftê xwend û wiha got: “Em bûn şahidê malbata Dîker ku ev 27 sal in rastî vê êşkenceyê tên û lêgerîna wan a nifşê sê ya dewam dikeye. Em dixwazin ku ev îşkenceya li malbata Dîker tê kirin bi dawî bibe. Em ji bo hemû windayan daxwaza edaletê dikin.”