Dayikên Şemiyê: Jinên hatin ‘windakirin’ li kû ne?

Dayikên Şemiyê, li aqûbata jinên ku 8’ê Adarê hatine windakirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya bi armanca winda bên dîtin û berpirs bên cezakirin a hefteya 832’yan lidar xist. Çalakiya vê heftiyê, ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser medya dijîatl pêk hat. Dayikên Şemiyê, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, aqûbeta jinên dema destgîrkirî hatin windakirin, pirsîn û xwestin ku bersûcên wan bi awayekê adîlane bên darizandin û hesap ji wan bên pirsîn.

Di vîdeoya hat parvekirin de, navê jinên hatibûn qetilkirin, ji aliyê mirov û Dayikên Şemiyê ve yek bi yek hatin xwendin û ev pirs hatin kirin:

“* Çi li Makbûle Okdem a di sala 1991’an de li Cizîrê hat destgîrkirin û piştî 18 salan hestiyê wê hatin dîtin hat?

* Çi li Ayten Ozturk a di sala 1992’yan de li Dersimê hat destgîrkirin, 8 rojan hat êşkencekirin û dûre cenazeyê wê li nêzî Kartepe ya Karşiyaka ya Xarpetê hatibû dîtin hat?

* Çi li Ridda Yavûz a di sala 1992’yan de, li navçeya Derik a Mêrdînê bi 2 kesan re hatibû destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?

* Çi li Sedîka Dal a di sala 1993’yan de, li Nisêbînê ji aliyê Hizbûllahn ve hatibû revandin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?

* Çi li Hamîde Şarli, ya di sala 1993’yan de, li gundê Wanik/Tetwan/Bedlîsê bi birayê xwe Remezan re ji aliyê leşkeran ve hatibû destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?

* Çi bi Hatûn Işik, Yeter Işik, Elîf Işik û Gulîzar Serîn û keça wê ya 3 salî Dîlek Serîn ên di sala 1994’an de li gundê Mîrik ê Dersimê piştî operasyona leşkerî winda bû û bi tu awayî agahî ji wan nehat girtin, hat?

* Çi bi Latfiye Kaçar a di sala 1994’an de li Stenbolê hat destgîrkirin û çarek din agahî jê nehat girtin, hat?

* Çi bi Gulnaz Tatû û Kadriye Tatû yên di sala 1994’an de, li zozên gundê Ortaç ê girêdayî navçeya Dêrxas a Mûşê di dema operasyonekê de winda bû û carek din agahî ji wan nehat girtin, hat? 

* Çi bi Ayşenûr Şîmşek a di sala 1995’an de li Enqerê hat destgîrkirin, êşkence lê hat kirin û piştî 76 rojan cenazeyê wê li Goristana Bêkesan a Kirikkalê hatibû dîtin hat? 

* Çi bi Hatîce Şîmşek a di sala 1995’an de li navçeya Bismilê ya Amedê hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?

* Çi bi Şukran Daş a di sala 1996’an de li navçeya Rezan a Amedê di serdegirtina malê de hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?

* Çi li Fahriye Mordenîz a di sala 1996’an de, bi hevjînê xwe Mahmût re hat destgîrkirin û piştî du salan hat zanîn ku li Goristana Asrî ya Cizîrê hatiye definkirin, hat?

* Çi bi Zozan Eren a di sala 1997’an de li ser rêya Pasûr a Amedê bi hevjînê xwe Orhan re bi Torosa Spî hat revadin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?

* Çi li Neslîhan Ûslû ya di sala 1998’an de, bi sê hevalên xwe re li Alaçati/Çeşme/Îzmîrê hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin, hat?

* Çi bi Konca Kurîş a di sala 1998’an de li Mêrsînê ji aliyê Hizbûllahan ve hat revandin, êşkence lê hatibû kirin û piştî 18 mehan, cenazeyê wê di jêrzemîna vîllayeke li Meram a Konyayê de hatibû dîtin hat?

Divê rastiya jinên dema destgîrkirî hatin winda kirin, bê qebûlkirin. Divê berpirsiyar bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn. Çend sal derbas dibin, bila bibin, em ê dest ji daxwaza edaletê ya ji bo jinên dema destgîrkirî hatine windakirin bernedin.”