Dayikên Şemiyê ji bo Malbata Bûlût li hev civiyan

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Fahrî, Mûstafa, Alî, Ekrem û Ramazan Bûlût li hev civiyan.

Dayikên Şemiyê di hefteya 687’emîn de çalakiya “Kiryar diyar in, winda li kû ne” li Qada Galatasarayê li dar xist. Gelek dayik, xizmên windayan û parêzvanê mafê mirovan tevlê bûn. Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Keresttecîoglu jî beşdarî çalakiyê bû. Polîsan xwest li ser Kerestecîoglu lêgerînê bike û nasnameya wê jê xwestin. Kerestecîoglu li dijî rewşê nerazîbûn nîşan da û nehişt polîs lêgerînê bikin.

Wêneyên windayan li erdê raxistin û hildan û qurnefilan danîn ser wêneyan. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Fahrî, Mustafa, Alî, Ekrem û Ramazan Bulut ên di 1994’an de li navçeya Licê ya Amedê hatin windakirin pirsîn.

‘ÊDÎ EM NAZXWAZIN RÛNIN’

Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu ewil axivî û got: “Em dibêjin 5 mirov. Sibê 23’yemîn salvegera windabûna wan e. Em naxwazin 23 salên din jî li vir rûnên. Em edaletê dixwazin.”

‘EM QATILÊ ZAROKÊN XWE DIXWAZIN’

Dayika rojnameger Ferhat Tepe ê di 1993’an de piştî destgîrkrinê  û hatibû windakirin,  Zubeyde Tepe axivî û got: “23 sal e em li vir in. Em ji bo edaletê li vir in. Em qatilên zarokên xwe dixwazin. Vî dengê me nabihîzin? Heta edalet were em ê li vir bin.”

‘MIN LÊ QADÊ JIYAN NAS KIR’

Keça Huseyîn Taşkaya yê di 1993’an de hat windakirin Serpîl Taşkaya jî got: “Dema bavê min windakirin, ez 8 salî bûm. Min jiyanê li vê qadê nas kir. 23 sal ez di nav têkoşîna li vir de cih digirim. Her çiqas bêjin faîlê ne diyar jî lê faîl diyar in. Em hestiyên xwe dixwazin. Bila me nekin amûra siyaseta xwe ya qirêj.”

Pişt re nameyên hevjînên Fahrî û Mustafa Bûlût yên ji Amedê şandin hatin xwendin. Nameya hevjîna Fahri Bulut Salîha Bulut ji Mirovên Şemiyê Leman Yurtsever û nameya hevjîna Mustafa Bûlût Dîlber Bûlûtt jî ji mirovên Şemiyê Nîmet Tanrikulu xwend.

EDALET XWEST Û DAXWAZA LÊPIRSÎNEK NÛ KIR

Daxuyaniya hefteyê ji mirovên Şemiyê lîstikvan Nur Surer xwend û got ku ew di salvegera windakirinê de ji bo malbata Bulut edaletê dixwazin û behsa çîroka windabûna neferên malbata Bulut kir. Surer destnîşan kir ku rayedarên dewletê binçavkirina neferên malbata Bulut înkar kir û xwest ji her 5 neferên malbata Bulut lêpirsîn ji nû ve bê destpêkirin.