Dayîkên Şemiyê: Desthilatdarî ji bo berjewendiya xwe her tiştî dike

Dayîkên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev û gotin ku, “Hêrsa me ya li hemberî dewletê wekî roja pêşîn e.” Di çalakiyê de bal hate kişandin ku AKP ji bo desthilatdariya xwe her cure bêhiqûqiyê dike.

Dayîkên Şemiyê, ji bo aqûbeta xizmên xwe bipirsin û faîlên wan bên darizandin, di çalakiya 690’emîn de li Qada Galatasariyê kom bûn. Xizmên windayan, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Serokê Partiya Gelan a Komarê (CHP) a Stenbolê Canan Kaftancîoglu û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

 Birayê, Ridvan Karakoç ê ku di 15’ê Sibata 1995’an piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin Hasan Karakoç di destpêkê de axivî û wiha got: “23 sal in em li Qada Galatasarayê tên gel hev. 23 sal in em aqûbeta windayên xwe digerin. Lê heya niha tu pêşketin çênebûye. Bi salan e em vê dibêjin, lê ne mirovahî û ne jî wijdan heye. Lê 40 sal jî derbas bibin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘CEJN JI BO ME NE CEJN E’

Piştî axaftina Karakoç, birayê Hasan Ocak Alî Ocak jî axivî û got: “Li aliyekî em ji bo windayên xwe li edaletê digerin û li aliyê din jî ji bo sûcên din ên mirovahiyê pêk neyên em li Qada Galatasarayê kom dibin. Lê desthilatdarî lîstîka sê meymûnan dilîze. Naxwaze dengê me bibihîse û me bibîne. Ligel vê yekê sûcên nû dike. Em jî mîna hemû kesê dixwazin cejna hezkiriyên xwe pîroz bikin. Cejin ji bo me ne cejn e.”

‘EM JÎ DIXWAZIN CEJNÊ PÎROZ BIKIN’

Kurê Huseyîn Taşkayayê ku di 6’ê Kanûna 1993’yan de piştî ku hatibû destgîrkirin, hatibû windakirin Fehîm Taşkaya jî, bal kişand bêdengiya li hemberî wan û axivî: “Em jî weke hemû kesî dixwazin cejnê pîroz bikin. Lê li ser vê erdnîgariyê pîrozkirina cejnê pir zor e. Berî mirov winda dikirin, lê niha li ber çavên hemû kesî mirovan dikujin. Ez bang li dozgerên dewletê dikim ev menzere berhemê we ye. Bi salan we bêhiqûqiyên hatin jiyîn, nedîtin. Va ye îro jî hûn wisan nêz dibin.”

Yek ji mirova Şemiyê Sebla Arcan daxuyaniya vê hefteyê xwend û wiha got: “Bi boneya Cejna Remezanê em çalakiya xwe ya îro diyarî hemû malbatên windayan dikin.”

Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.