Dayika Têkoşar: Yadê Xatûn Aslan

Xatûn Aslan a berî 15 salan kurê wê di nava refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest dayî, nekarî cenazeyê kurê xwe li cihê lê hatî definkirin, bigire. Aslan a rojên borî hate girtin, jiyana wê bi têkoşînê re derbas bûye.

Li her derverên cîhanê hestê dayiktiyê hema ne. Lê li deverên dagirkirî ev hest hê zêdetir bihêz e, taybetmendiyek pîroz bidest xistiye. Nexasim dayikên ku di nava têkoşîna azadiyê ya 50 sal in li Kurdistanê dom dkie, bi hemû pratîka xwe mîna ku avakarên têkoşînê ne. Ciwanên ku wan mezin jî kirî, tam xwediyê wê têkoşînê ne.

Yadê Xatûn (71) salî, yek ji van dayikan e. Tevî emrê xwe yê bilind jî, heskirina xwe ya azadiyê bi awayê jiyana xwe re kiriye yek. Yadê Xatûn a ji Amedê, tevahî jiyana xwe ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û di nav de cih girtiye. Kurê wê Yilmaz Aslan (Piling) ê sala 1989’an tevlî refên gerîla bû û şûnde Yadê Xatûn zend û bendên xwe li têkoşîna kurê xwe şidandiye.

Dema ku em li gel axivîn û me jê xwest ku jiyana wê bikin nûçe, diyar kir ku jiyana wê ne ji jiyana dayikên din cuda ye, lê hûn dikarin bên ew dikare baxive. Ji dema ku em pêre axivîn û heta dawî serê wê bilind û bû. Dema me jê pirsî çawa yî, got; “Hûn baş bin û heta li pey doza xwe bin, ez jî wê baş bim.”

Me dizanîbû salên dirêj kurekî wê tevlî nava refên PKK’ê bûye û şehîd bûye. Ji bo wê me xwest serpêhatî binivîsim û bikişînim. Ji bo wê neçar bû ji wir destpê bikim. Tevî ku me kamera vekirîbû jî lê me nekarî em destpê bikin. Ji ber ku Yadê Xatûn xwedî seknekî welê bû ku ne mimkûn bu ku mirov êşa wê hîs bike.

‘BI SERÊ XWE YÊ BIRÎN Û KÊLÎDAYÎ VE TEVLÎ GERÎLA BÛ’

Yadê Xatûn têkildarî tevlîbûna Kurê xwe ya nava refên gerîla vegot û ev tişt anî ziman: “Dema kurê min li zanîngaha Dicle dixwend , tevlî xebatên xwendekaran ên komeleyan dibû. Bi dehê caran hate destgîrkirin û êşkencekirin.”

‘HETA ŞEHÎD KETIN BI HEV RE BÛN’

Yadê Xatûn piştî ku kurê wê tevlî gerîla dibe û şûnde bi qasî 5 mehan ti agahî ji wî nagire, piştre agahiyek tê û dizane ku kurê wê dijî. Yadê Xatûn diyar kir ku berî kurê wê sala 1998’an di şerekê de jiyana xwe ji dest bide, yek du caran çûye dîtiye û got: “Carekî ez çûm min ew û hevalên wî dît. Hevalekî bi navê Dara yê ji Êlihê hebû. Pir ji hev hes dikirin û bi hev re bûn. Hevalên hev ên dibistanê bûn, bi hev re girtî bûn, piştî bi salan bi hev re li çiyan hev dîtibûn. Dara pê li mayînê kiribû û lingekî wî dikuliya. Bi derfetên xwe ji texteyan spartekek çêkiribûn. Bi Yilmaz re henek dikirin û digotin; ‘Bi salan in em bi hev re ne, em şehîd bibin jî em ê bi hev re şehîd bibin.’”

HEM QETIL KIRIN Û HEM JÎ LI DORÎ WAN MAYÎN DANÎN

Di şerekî li bejahiya Licê 2’ê Adara 1998’an de Yilmez şehîd dibe. Roja din li ser televîzyonê agahiya ku Yilmaz û bi hevalekî xwe re şehîd ketiye dibihîsin. Li ser rewşê malbat lez diçin Licê, ji bo zarokên xwe bînin. Lê fermandarê Qereqolê ji bo wan dibêjin ew nikarin bigirin. Yadê Xatûn êşa ku kurê wî şehîd bûye û nikare bigire li ser hev dikişîne. 5 rojan li ser hev diçin Licê û tên. Her carê fermandarê qereqolê dibêje ku; ‘Heta ez li vir bim hûnê nekarin cenazeê xwe bigirin’. Cihê ku Yilmaz lê leşker mayîn didanin. Ji bo ku dema hevalên wî biçin bigirin mayîn bi wan ve jî biteqin û hemû bimirin. Piştre vê yekê Yadê Xatûn ji gundiyan dibihîse. Yadê Xatûn herî dawî berê xwe dide Serokê Berê yê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Amedê Osman Baydemîr. Yadê Xatûn diyar dike ku Baydemîr daxwaznameyak ji bo wan dinivîse ku bide dozger. Yadê Xatûn a daxwaznameyê digire û diçe gel dozger, li ser fermana dozger dubare berê xwe dide fermandarê qereqolê. Ji qereqolê heman bersivê digire, vê carê hê bi dengê bilind helwest tê nîşandan.

HER ROJÊ DIÇIN QEREQOLÊ

Yadê Xatûn bibîr dixe ku rojên li pêşiya me salvegera şehîdbûna kurê wê Yilmaz e, diyar kir ku tevî hewaya sar bi rojan cenazeyê kurê wê li derve ma. Hema bêje 12 rojan li ser hev berê xwe didin fermandarê Qereqola Licê. Herî dawî li ser gotina ku biçin heta cenaze negirin wê nevegerin, fermandar êdî qane dibe, bi şertê ku divê malbata kesê din ê li gel Yilmaz jiyana xwe ji dest dayî bê, wê cenaze bidin. Yadê Xatûn xwe digihîne malbata din, malbata din a ji Êlihê hat, li gel Yadê Xatûn çûn Licê. Wê demê Yadê Xatûn dizane ku yê li gel Yilmaz şehîd bûyî gerîla Dara ye.

‘LI KURÊ XWE BINÊRE, BILA DILÊ TE BIPERÇIQE’

Dmea ku li gel malbata Dara çûn qereqolê, jê xwestin ku zarokên xwe ji wêneyên li dozgeriyê teşxîs bikin. Ji ber ku wêneyê Dara nebû, tenê Yilmaz hate teşxîskirin. Fermandarê qereqolê wêneyê çeka di fotoyê de nîşanî yadê Xatûn dide û jêre dibêje; ‘Binêre ev jî çeka wî ye, me hem ew hem jî çeka wî desteserkiriye. Binêre ku dilê te biperçiqe.” Li ser vê Yadê Xatûn vê dibêje; “Qet dilê min naperçiqe. Kurê min 9 salan bi wê çekê tişta xwestî kiriye, gihiştiye armanca xwe, niha jî dilê xwe rehet kiriye.” Li ser vê bersivê fermandrê qereqolê pir aciz dibe.

'15 SALAN EM ÇÛNE SERÊ WÎ ÇIYAYÎ'

Yadê Xatûn got ew bi tiştên ku heta niha gotiye serbilind e, şanaz e lê dema ku mijarê tîne ser malbata Dara hêrs, şînîgiriya wê, xemginiya wê û aciziya wê tevlî hev dibe. Ji ber ku malbata Dara tenê 3 rojan xuya kiriye û piştre xwe winda kiriye. Li gel ku destûr hatibû standin ku cenazeyan bistînin jî li Êlihê vegeriyane û careke dî nehatine. Yadê Xatûn dibêje, piştî ku leşkeran mayin paqij kirine, bi gundiyan re Yilmaz û Dara li enyî gorê, li cihê ku şehîd bûne veşartine. Ji ber ku di eynî gorê de ne, tenê ku malbatên herduyan hazir bin dikarin gorê vekin. Lê ji ber ku malbata Dara careke dî nehatiye, bûne sedem ku cenaze li serê çiyayekî bimînin. Yadê Xatur dibêje li gel ku dane pey malbatê jî careke dî ew nedîtine û wiha gotiye: ''Tam 15 salan em diçûne serê wî çiyayî û me serdana goran dikir. Piştî bi çend salan gotin ew dikarin Yilmaz bibin. lê me dixwest ku em herduyan bibin. Me jî înat kir, me got an em ê herduyan bibin an jî wê li wir bimînin. Ji ber ku Dara ji Yilmaz re gotibû ku ew ê bikevin eynî gorê.''

'MIN SOZ DA WAN KU BI HEV RE BIN'

Yadê Xatûn dibêje tim li wan difikire, naxwaze ku wan ji hev veqetîne, soz daye du hevalên ku nexwestin ji hev veqetin û dibêje: ''An ez ê we herduyan ji vir derxînim an jî hûn ê li vir bimînin.'' Ji ber ku malbata Darê nema xuya kiriye, nikare cenazeyê Dara derxîne. Piştî şehîdbûnê bi 14 salan Yadê Xatûr diçe Êlihê, malbatê dibîne. Dema ku vê dibÊje, bi hîseke serfiraziyê dibêje. Yadê Xatûr li gel ku malbatê dibîne jî hêvîşikestî dibe û piştî çend hevdîtinan malbat dîsa xwe dide alî.

'JI MALBATÊ TENÊ DARA WELATPARÊZ BÛ'

Li gorî Yadê Xatûn gotî Dara tekane welatparêz bûye ji malbata wan, bi vê sedemê li zaroyên xwe xwedî dernektine. Dibêje: ''Lê çi jî be zarokê wan e, diviya zanîbûna ku parçeyek ji kezeba wan e.'' Lê Yadê Xatûr ji ber ku xwe weke dayika Dara dîtin tenê ji bo karên resmî hewceyî bi malbata Dara dîtît. Ji bilî vê tim xwe weke dayika wî didît û li cenaze xwedî derdiket.

'BILA NAVÊ WÎ BÊKES BE'

Yadê Xatûn ji 1998'an heta 2013'an 15 salan çûye wan çiyayan lê rojekê jî poşman nebûye. Heta roja ku şehîdgeha gerîla ya li gndê Sîsê ya Licê vebûyî. Wê çaxê çûye û herdu jî anîne Sîsê. Xwestiye ku dîsa wan bikin eynî gorê lê bi sedema ku ev ê nerast be ev nehatiye qebûlkirin, her yek ji wan kirine gorekê. Ew jî bi vê qanih bûye lê xwestiye ku li cem hev bin. Her du li cem hev veşartin, du dost, du heval, hevrê. Ji ber ku navê rastî yê kurê xwe zanîbû li ser kêlê Yilmaz daniye. Lê dema ku navê rastî yê Dara jê pirsîne, Yadê Xatûn gotiye, ''Bila Bêkes' be. Li ser pirsê jî gotiye, ''Ev 15 sal in malbata wî nîne, ji hêla malbatê ve bêxwedî ye, ji ber vê bêks e, bila nasnav jî Dara be.''

DER Û KULÊN YADÊ XATÛN NEQEDIYAN

Derd û kulên Yadê Xatûn li vir jî neqediyane, tam qanih bûbû ku giyanê Dara û hemû rihên din ên li Sîsê aram bûne, vê carê jî piştî bi 2 salan dewleta Tirk êrîş anî ser goristanê. Ji 2015'an û wir ve dewleta Tirk ev 7 car in êrîşê tîne ser. Kêlên goran hatin şikandin, bi tanzêran ketin goristanê. Yadê Xatur li dijî êrîşên ser goristanan jî têkoşiyaye.

Piştî vê ropartajê bi rojekê Yadê Xatûn, ku endama MEBYA-DER'ê bû hate destgîrkirin û girtin. Ev ne cara pêşî ye ku tê girtin. Beriya niha jî girtibûn. Yadê Xatûn niha li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tîpa T'yê ya Amedê girtiye.