Dayika Ay li hestiyê kurê xwe digere

Dayika Raziye Ay li aqûbeta Aydin ê sala 1993’an hate windakirin prsî û got: “Li hestiyên wî digerim. Çima hestiyê wî nayê dîtin? Çima evqas sal, roj hestiyên me nadin me.”

Dayikên Şemiyê ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe winda bipirsin û kujerên wan bên cezakirin di hefteya 849’emîn de bi rêya onlînê çalakiya xwe ya heftane lidar xistin. Di çalakiya vê heftê de, li aqûbeta Aydin Ay hat pîrsîn.  

Dayika Aydin Ay, Remziye Ay mafê axaftinê girt û got: "Di 10'ê tîrmeha 1993’yan de kurê min ji bo cigarê bikire ji malê derket û piştre nehat. Ji me re hat gotin ku kurê te bi zorê li maşîneyekê siwar kirine û birine. Piştî 3 rojan ez çûm qereqolê û min xwarin jê re bir. Min cil û nasnameya wî jê re bir. 12 rojan min jê re xwarin bir. Piştî 15 roj şûn de ji min re gotin 'Kurê te ne li cem me ye, cil û xwarin ne li vir e'. Di roja 15'emîn de xwarin di destê min de ma. Emniyet ji min re got kurê te ne di binçavan de ye. Ez niha li hestiyê wî digerim û ez nabînim. Ewqas sal derbas bûn hêj jî hestiyên wî nedan me." 

Li ser navê Komîsyona Li Dijî Windakirina di Binçavan de ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Leman Yurtsever daxuyanî da û got: "Tirkiye ne dewleteke bi hiqûq e. Jiyana welatiyan asteng dike. Li gorî kêyfiyetê hêz tê bikaranîn û ev tişt jî dibe sedema bêhiqûqiye. Nebûna hiqûqa bêalî bersûcan bêceza dihêle. Li Tirkiyeyê tu carî mafên mirovan li gorî rêgezên demokrasiyê nehatin parastin. Ev tişt bû sedema windakirin, destgîrkirinê û pêkhatina sûcên ku li hemberî mirovahiyê, mekanîzmayên darazê jî bêbandor man."

Leman di daxuyaniyê de wiha bal kişand ser pêvajoya windakirina Aydin Ay û wiha got: “Ji vê rojê şûnde tu agahî ji derbarê Aydin de nehat girtin. Hewldanên malbatê bêencam man. Malbat di sala 2009'an de carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Di sala 2010'an de biryara neşopandina dosyayê hat dîni. Li dijî biryarê di 21'ê gulana 2010'an de carek din serî li Dadgeha Cezayê Giran a Mîdyatê dan. Ev serlêdan jî bê encam ma. Dosya Aydin wekî dosyayên din rakirin refan. Em carek din bang li mekanîzmayên daraz û îqtîdarê dikin ku 28 sal in malbata Aydin bi êşkenceyê re rûbirû dimîne. Divê dawî li vê êşkenceyê bê anîn. Divê aqûbeta Aydin bê zelalkirin û bila lêpirsîneke giştî bê destpêkirin. "

Leman bal kişand ser qedexeya Qada Galatasarayê û wiha dawiya li axaftina xwe anî: "Qada Galatasarayê 150 hefte ye li me hatiye qedexekirin. Lê divê bê zanîn ku em tu carî dev jî Qada Galatasarayê bernadin."