Dayika Aşitiyê Ozalp jiyana xwe ji dest da

Dayika Aşitiyê Ozalp jiyana xwe ji dest da

Dayika Aşitiyê Atiye Ozalp (75) di saetên danê sibê de gava li navçeya Nisêbîna Mêrdînê derbasî aliyê din ê rêyê dibû, wesayitek lê xist û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Dayika Aşitiyê Atiye Ozalp a ku li gel temenê xwe yê mezin tevlî gelek çalakiyan bû, êrî do encama lêxistina TIRê de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.

Bi sedan kes tevlî merasima cenazeyê dayika aşitiyê Atiye bûn. Tevî Înîsiyatîfa Dayikên Aşitiyê, MEYA-DER, rêxistina BDP’ya navçeya Nisêbînê gelek kes tevlî merasima cenaze bûn. Piştî wecîbeyên olî yên li mizgefta Mohrîz pêk hat, Ozalp bi dirûşimên “Şehîd Namirin” spartin axê.

Piştî definkirinê gel ber bi mala taziye lê hatibû danîn ve çû.