Cûdî: 'Jin Jiyan Azadî' sala 2018'an bû dirûşmeke gerdûnî

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî bû mêvana bernameya Rojeva Jinê ya Stêrk TV û bûyer û mijarên ku sala 2018'an qewimîn nirxand.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî bû mêvana bernameya Rojeva Jinê ya Stêrk TV. Cûdî anî ziman, sala 2018'an bi berxwedanên mezin derbas bû, wê sala 2019'an jî bi berxwedanê dest pê bike.

GEL Û JINAN NERAZÎBÛNEKE MEZIN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ NÎŞAN DAN

Bêrîtan Cûdî destpêkê sala 2019'an li gelan û jinan pîroz kir û diyar kir, ew hêvîdar in sala bê têkoşîna azadiyê bilindtir bibe. Di dewama axaftina xwe de got, "Sala 2018'an pergalên demokratîk û kapîtalîst pir bi dijwarî geş hatin hemberî hev, şer kirin.  Şerê du bîrdoziyan hate meşandin. Di sala 2018'an ji aliyekî ve faşîzm rûyê xwe yê herî qirêj dîsa nîşan da, li aliyê din jî gelan û jinan berxwedanên mezin raber kirin.  Ji ber ku di nava civakê de bi taybetî ji aliyê jinan ve aloziyên ku pergala kapîtalîst derxist holê pir bûn û ne jirêzê bûn. Aloziyên sosyolojîk, aborî, tenduristî, siyasî di asta herî jor de bûn. Li hemberî vê gelek berxwedan jî hebû. Gel û jinan li dijî faşîzmê nerazîbûnên mezin nîşandan."

Cûdî bal kişand ser pirsgirêkên ekolojîk ku sala 2018'an jî derketin holê û da zanîn, hevsengiyên xwezayî xira bûne. Bêrîtan Cudî got, ev berhemên kapîtalîzmê ye û wiha pê de çû: "Herî dawî netewe dewlet hemû li Polonyayê di cihê endustriya madenê de kom bûn. Tespîta pirsgirêka ekolojîk kirin, lê ji ber ku dev ji desthilatdarî û berjewendiyên xwe yên takekesî bernadin ti çareserî neafirandin û ti encam jê derneket. Ew tespîta ku kirin jî ji xwe her kes pê dizane. Ti netewe dewlet naxwaze pêşî li xirabûna ekolojiyê bigire."

GELÊ EFRÎNÊ DILSOZÊ PERGALA RÊBER APO YE

Cûdî behsa êrîş û dagirkirina Efrînê kir ku destpêka salê pêk hatibû û anî ziman, gelê Efrînê pir dilsozê pergala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axa xwe ye. Cudî wisa dewam kir: "Kapîtalîzm weke her tim xwest ser berxwedana serdemê jî bigire, xwest dilsoziya gel a bi Rêber Apo veşêre. Bi taybetî gelê Kurd û gelên din ên li Efrînê li dijî faşîzmê, li dijî pergala zilamsalarî sekînin. Ji ber ku gel êdî faşîzmê pir baş dinasin, xwe ji kapîtalîzmê vedigirin. Faşîzm ji derveyî girî, alozî, êş û zehmetiyê tişteke din nade mirovan."

GELÊ EFRÎNÊ JI ŞEREF Û RÛMETA XWE TI CARÎ TAWÎZ NEDA

Bêrîtan Cûdî di şexsê Avesta, Barîn û Îlaman de şehîdên Efrînê hemû bi bîr anî û wisa pê de çû: "Dibe ku Efrîn hatibe dagirkirin, lê kes nikare îrade û ruhê Avesta, Barîn û Îlaman teslîm bigire. Her kes van lehengan di dilê xwe de dijîn. Dayikên ku gotin 'em dikarin bê zarok bijîn, lê em nikarin bê axa xwe, bê şeref, bê rûmet bijîn' ti carî nayên jibîrkirin.  Gel gelekî zehmetî kişand. Gelê me ji mala xwe, ji cih û warê xwe bû, lê ji şeref û rûmeta xwe ti carî tawiz neda. Erdogan dibêje qey erdnîgariya Tirkiyeyê weke sedema Osmaniyan fireh dike lê berovajî winda dike, hê jî winda bike. Taybetmendiyeke netewe dewletan heye; dawiya hev tînin. Dewletên kapîtalîst çawa ku Erdogan derdixin pêş, wisa jî wê wî têk bibin, tine bikin."

DI ŞEXSÊ LEYLA GUVEN DE GEL DEST LI PÊVAJOYÊ WERDA

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî wateya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî nirxand. Ev tecrîd ji bo jinan û gelan tê çi wateyê, çima rêberê gelekî bi vî awayî tê tecrîdkirin bi vî rengî rave kir: "Careke din derkete holê bê tecrîdkirina Rêbertî çiqasî navdewletî ye. Biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê derxist holê, daxuyaniyên CPT'ê gelek tişt şênber kirin. Xwestin gelan ji nêrînên Rêber Apo dûr bixin. Lê belê, di şexsê jinên Kurd de, di şexsê Leyla Guven de gelan dest li pêvajoyê werdan. Ev çalakiyên greva birçibûnê îspat kir ku PKK gel e, gel PKK ye. Çalakiya Umît Acar ku li Ewropayê xwe ji bo Rêber Apo şewitand, di pêşengiya Leyla Guven de çalakiyên ku li zindanan tê kirin tecrîdkirina Rêbertî mehkûm kir. Dewleta Tirk ji ber ji van çalakiyan ditirse behsa çalakiyan nake."

Cûdî anî ziman, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa xwebûnê dike, dibêje 'jina bi hêz jina ku xwebûna xwe diparêze, ya li hebûna xwe vedigere ye'. Cudî bi vî awayî behsa birdoziya PKK'ê ya ji bo jinên azad kir: "Her kes dizane ku cudabûna PKK'ê çavkaniya xwe ji nêzîkatiya li jinê digire. Jina ku tenê weke namûs tê dîtin, bi saya Rêber Apo bû jinên hunermend, fîlozof, îdolog, siyasetmedar, şerker û milîtan. Jin êdî bûn pêşengên PKK'ê, bûn pêşengên şoreşê. Bi kurtasî jin li cewhera xwe vegeriya."

'JIN, JIYAN, AZADÎ' BÛ DIRÛŞMEKE GERDÛNÎ'

Cûdî got, li Latîn Amerîkayê jin bi şiyara 'Em êdî yek jin jî kêm nabin' pêngavek dabûn destpêkirin û wisa pê de çû: "Bi milyonan kes tevlî vê kampanya bûn. Ev jî hişyarbûna jinan nîşan dide. Dîsa vê salê pêngava 'mee too- ez jî' hatibû destpêkirin, gelek kesî cesaret jê girtibû. Wekî din di mîhrîcana fîlman de jin dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' hate qîrîn. Ev ji bo me kêfxweşî û serbilindî ye. Ev dirûşm êdî bûye gerdûnî."

Bêrîtan Cûdî pêşengiya jinên Kurd a di nava jinên cîhanê de jî destnîşan kir û qala zanista jinê jinojojiyê kir. Cûdî got: "Konferansên di asta jinolojiyê de hatin çêkirin rê li ber şiyarbûnê vekir. Bi qasî faşîzm êrîşî xwe zêde dike, jin bêhtirê li derdora jinên Kurd dicivin. Li Hîndistanê jin li hev kom bûn û wêneyê hevala Sara (Sakîne Cansiz) li salonê daliqandin. Ev mesajeke girîng e. Pêşengiya Kurdan tê qebûlkirin, tê nasîn. Li van konferansan girîngiya xweparastinê careke din hate dîtin. Jinan dîtin ku jinên berxwedêr nabin mehkûmê koletiyê, nabin qurbanê desthilatdariya zilam."

BI DESTÊ QEYÛMAN ÊRÎŞÎ WEKHEVIYÊ KIRIN

Ber bi dawiya bernamê ve Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî qala pergala hevserokatî, temsîliyeta wekhev kir û êrîşên li hember şaredariyên HDP'ê nirxand. Cûdî got, "Ji ber ku pergala hevserokatî ya HDP'ê hebû, şaredariyên Kurdan hatin desteserkirin. Hevserokatî wekheviya jin û mêr jî nîşan dide, bi girtin û tayînkirina qeyûman re êrîşî wekheviyê kirin. Erdogan dîsa got, 'eger HDP'ê bi ser bikeve, ez ê dîsa qeyûman tayîn bikim'. Erdogan dixwaze gelê Kurd bê hêvî bike û raya xwe ji bo HDP'ê bi kar neyne. Bila gelê me yê xwedî îrade dîsa biçe ser sindoqan, dengê xwe bide xwe û şerê psîkolojîk ê Erdogan pûç bike."

Cûdî got, "Tevî zehmetiyan jî gerîlayên jin vê salê jî gelek çalakî kirin. Hevalên li zindanan jî gelek fedekarî kirin û dikin. Gel jî pir berxwedêr e. Gelê me yê li her aliyê Kurdistanê ji bo hebûna xwe, ji bo mirovahiyê neçare axa xwe biparêze. Weke gelê Kurd pêwistiya hemû gelan bi Şerê Gel ê Şoreşgerî heye. Hêza gelan ji bombeyan bêhtir bi bandor e, ji tecrîdê bêhtir bi bandor e. Bila gel pişta xwe nespêre kesî, gel bi xwe dikare nûbûnê çêbike, siberojê ava bike. Em ê bi vê hêvî û baweriyê sala nû pêşwazî bikin."