Ciwana Sine: Bi bilindkirina asta têkoşînê, em ê dawî li qirkirina jinê bînin

Endama Koordînasyona KJAR'ê Ciwana Sine destnîşan kir ku bi bilindikrina asta têkoşînê wê dawî li qirkirina jinê bînin û destnîşan kir, ku jin bi yekgirtinê dikarin bi ser bikevin, civaka azad û demokratîk ava bikin.

Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Ciwana Sine li ser rewşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî li Îranê axivî û diyar kir ku civakek azad û demokratîk tenê bi yekgirtina hêza jinan gengaz e û wiha dewam kir: "Dema em çavekî li rûpelên dîrokê bigerînin em ê bibînin ku li her qadên jiyanê ked, berhem, nasname û îradeya jinê hatiye windakirin. Jin di nava wê jiyanê de ku bi xwe afirandî û bi rê ve dibir, winda bûye. Di bin sîbera zayendperestiyê de di her pêvajoyeke dîrokê de wek (ol, felsefe, zanist û hwd.) pênase û cihek daye jinê. Ji xwedawendiyê ber bi kolebûnê ve, ji sihêrbaz ve îro ber bi objebûneke bê dawî ve diçe. Ev hişmendiya zayendperest û hegemonxwaz ya di profîla dewlet neteweyan de plan û siyasetên wê bi şêwazekî dilxwazî pêşkêşî civakê û mirovatiyê kir. Êdî jiyan welê bû ku civak û bi taybetî jin koletiya dilxwazî pejirand. Di hundirê jin de koletî hate çandin û wisa kirin ku wek beşek ji rastî û hebûna wê lê temaşe bike."

'DESTHILATDARÊN ÎRANÊ DIXWAZIN JINAN JI QADA JIYANÊ QUT BIKIN'

Ciwana Sine bal kişande ser zilma rejîma Îranê û diyar kir ku yek ji wan dewletên ku bi şêwaz û taktîkên cûr bi cûr vê siyasetê li jinan ferz dike, rejîma dagirker a Îranê ye. Sine li ser rewşa jinan a di nava civakê de jî axivî û wiha anî ziman: "Eger em bixwazin rewşa civakekê binirxînîn, destpêkê divê temaşeyî rewşa jinê ya li nava civakê bikin û bikarin hin têgînan bixin ber lêpirsînê. Rastiya jinê, jiyan û civakê di bin sîbera rejîma wêlayetê feqîh de ji rê hatiye derxistin. Hin ji wan têgînên jiyanî ku civak li pey pênaseya cewheriya wan de ye wiha ne; hebûn, nasname, hişmendî, bîrdozî, rêxistin, dagirkerî, azadî, wekhevî, namûs, welat, netewe, Îslama çandî û jiyana demokratîk. Bi rexmê wana jî bi hezaran têgînên din hene ku xwedayên li ser erdê bi fetwayên xwe yên rojane kêlî bi kêlî pênaseyekê nû ji bo wê peyda dikin û di bin navê dewamî û dirêjkirina temenê desthilatdariya xwe, nirxê destê jin û ciwanan tune dikin. Ji ber wê em dibînin ku di bin sîbera hişmendiya zayendperestî, Îslamperestî û nijadperestiya rejîma dagirker a Îranê de her ku diçe mesafeya di navbera jin û jiyanê de zêdetir dibe. Di civaka Îranê de dema dibêjin jin; xwekujî, kuştina namûsî, rijandina esîd, zewaca bi temenê biçûk, fahîşetî, bêkarî û hwd. tîne hişê civakê. Desthilatdarên Îranê bi vê şêwazê dixwazin jinan ji qada jiyanê qut bikin."

'TÊKOŞÎNA JINÊN KURD JI BO JINÊN CÎHANÊ HEMÛYAN BÛYE ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ'

Endama KJAR’ê li ser pirsgirêka azadiya jinê wiha dahurand: "Ji ber ku ji bo çareserkirina pirsgirêka civakê destpêkê pêwîste jin lêgerîna xwe di nava hemû qadên jiyanê de bi pêş bixe. Çawa û li kû derê rastiya jinê winda bibe li wê derê jiyan û şoreşa azadiyê winda dibe. Ji ber wê dikarin bêjin ku bê jin, jiyana azad û şoreşa demokratîk garantî nabe. Piraniya şoreşên cîhanê pirsgirêka azadiya jinê wek pirsgirêka piştî şoreşê nirxandine. Ji ber vê hişmendiyê şoreş bê bandor kiriye û ji rê derxistiye. Lewma Rêber Apo çareseriya pirsgirêka azadiya jinê wek bingeha çareserkirina pirsgirêka civakê destnîşan kir û ev pênase kir ku azadiya civakê ji azadiya jinê derbas dibe û baweriya wî bi vê heye ku kesayeta jin û mêrê azad biafirîne. Pêwîste ew kesayetiya ku bi hezaran sale bi hişmendiya zayendperestiya zilam bi pêş ketiye bê kuştin û zayînek nûtir pêk bê. Projeya qutbûna bê dawî û kuştina zilam mînakên vê gavên stratejîkî ne. Qutbûna hişmendiya jinê ji girêdayîbûna bi zilaman ango bê zilam nikarî di jiyanê de gav biavêjî û kuştina zilam a di warê hişmendî ye. Ji bo pratîzekirina van projeyan, artêşbûna jinê, bîrdoziya rizgariya jinê û partîbûna jinê (PAJK) hat ragihandin. Sedemê wê ev e ku têkoşîna jina Kurd ji bo hemû jinên cîhanê bûye çavkaniya sûdwergirtinê û jin jî lêgerîna hebûna îradeya xwe ya azad di fikir û ramanên Rêber Apo de dibînin."

'SIYASETA TUNEKIRIN Û VEDERKIRINA ENERJIYA JINÊ LI ÎRANÊ DI ASTEKE PIR BILIND DE YE'

Ciwana Sine tundutijiya li dijî jinê wiha pênase kir: "Ev rastiyeke nayê înkarkirine ku jin li kû derê be, bêyî ferq û cudahî bi şîdetê û siyaseta gemar a dewlet-neteweyan re rû bi rû dibin. Ji ber wê ti dewletek derfetê jiyana azad ji bo jinan pêş naxe, belku dewlet tenê kirasê desthilatdariyê diguherînin. Li welatekî mîna Îranê di pişt perde û maskeya yasa, yasayên ayînî û şerîetê de rewatîbûnê didin siyaseta gemar û serkutkeriya xwe. Di heman demê de cîhana sermayedarî jî wek hemû beden û ruhê jinê wek objeyeke cîhanî di bazaran de difroşe. Pirsgirêka azadiya jinê û ferzkirina hişmendiya zayendperestî ya zilam ewqasê kûr û ber bi çave ku dema rojev dibe mijara netewîbûn, destwerdan zêdetir dibin. Siyaseta tunekirin û vederkirina enerjiya jinan li Îranê di asteke pir bilind de ye. Lê jinên Kurd, Belûç, Ereb û hwd. tevî ku netewe ne lê wek kêmîne tên hesibandin. Ev jî hêceteke ku hovanetirîn siyaset li ser jinên neteweyên din bê rêvebirin. Ji ber wê Rêber Apo jinan wek mêtingehtirîn neteweya civakê pênase kir. Ya di dirêjahiya dîrokê de li hemberî van siyasetane diyar bûye, israra jinan a ji bo derbasbûn û hilweşandina cîhana sermayedarî ye ku li ser bingehê hişmendiya zilamsalar hatiye damezirandin. Ji ber wê dîrok pire ji têkoşîna wan jinên ku dewlet weke dewletê destdirêjkar pênase kirine. Her çiqasê ku ev dîroke bi destê zilam hatibe nivîsandin û nevek ji wan jinan diyar nemabe, lê şopa destên wan li her çar aliyên cîhanê dibiriqe û dengê têkoşîna azadîxwaziya jinan li her cihekê gihiştiye hevdu. Jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî bêguman ji wê yekdengiyê bêpar nînin û dîroka têkoşîna jinên neteweyên din ên Îranê ji îro de dibiriqe. Jin her tim ji bo bigihîje azadî û edaletê pêşengê civakê bûne. Pêşengtî bi rêya gihîştina jiyanek azad û lêgerîna li pey bersiva ‘çawa bijîn’ ve pêkan dibe. Rêber Apo bi şêwazekî pir radîkal ev pirsiyare arasteyê mirovatiyê kir û bersiva wê jî destnîşan kir ku jiyan ji bo çiye? Bi rengekî zelal ev mijare vekir ku jiyan bi yekgirtina her du zayendan dikare pêk bê. Lê jin û mêrekî çawa? Yekgirtinekî çawa?"

'JIN A RÊXISTINBÛYÎ, CIVAKA RÊXSTINBÛYÎ YE'

Di heman demê de Sine girîngiya rêxistinbûna jinê wiha rave kir: "Li vê derê de jiyan dikeve bin lêpirsînê. Yekgirtinek bi pêş dikeve ku hêz û îrade naxuliqîne, hêz û îrade winda dike. Ji ber wê gava yekem ji bo jinan ev e ku destpêkê hewl bidin xwe û ew hêza ku hişmendiya zayendperestî ya zilam ji wan zevtkiriye peyda bikin û bi yekbûn û wê hêzê ve îrade, hebûn û xwebûna xwe bibînin. Tevî xwebûna wan careke din civakê jî zindî bikin. Jinek ku bikare îradeya xwe ya azad peyda bike dikare têkoşînê qewîmtir û rêxistinbûnê bi pêş bixîne. Ji ber ku jina rêxistinbûyî, civaka rêxistinbûyî ye. Civakeke rêxistinbûyî jî neteweya demokratîk e. Di civakekî demokratîk de jin dikare jiyanê di wateya wê ya rasteqîn de etîk û estetîk bike. Jina ku bikare bigihîje vê astê, bêguman jinek e ku dema jin û jiyanê bi zanebûnê ve dagirtiye û jin gihandiye jiyanê.

Rastiyekî nayê înkarkirin eve ku dem û cihê şoreşa jin diyare. Têkoşîna jinên cîhanê ya sedsala 21. de ev yek îspatkir ku hişmendiya hegemonîk a dewlet-netewe, şîdet gihandiye asta lûtkeyê. Li hemberî wê têkoşîna azadîxwaziya jinan jî gihîştiye lûtkeyê. Ji ber wê dema şoreşa jinên azadîxwaz ya sedsala 21. e. Têkoşîna jinên Kurd di bin sîwana fikir û ramanên Rêber Apo ev yek îsbat kir ku şêwazê têkoşîna jina Kurd îlhameke ji bo jinên cîhanê û ev jî di hemû gavên me de eşkere bûye û cihê şoreşa jinan bêguman Rojhilata Navîn e."

'BI YEKGIRTINA JINAN EM Ê QIRKIRINA JINAN BI DAWÎ BIKIN'

Ciwana Sine di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew wek Komelgeha Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi armanca afirandina civakekî azad û demokratîk, bi dirûşma "Bi yekgirtina jinan ve emê qirkirina jinan bi dawî bikin” 8’ê Adarê pîroz dikin û wiha bi dawî anî: “Ji bo gihîştin bi yekgirtin û yekdengbûna bi jinên netewên din ên di nava Îranê de me destê alîkariyê dirêjî hemû jinên azadîxwaz kiriye û heta ku bigihîjin armancên xwe emê bê navber xebat bikîn. Ji ber ku em di vê baweriyê de ne ku ji bo ji holê rakirina hişmendiya zayendperestî, Îslamgerayî û nijadperestiya rejîma dagirker a Îranê, em misoger bi yekgirtinê dikarin serbikevîn."