BI DÎMEN

Civîna Dûma ya jinên Kurd bi dawî bû

Li Federasyona Rûsyayê di pêşengiya Rexistina Jinên Kurd û Parlamenterên Partiya Adil Rusyayê ve civîna bi navê ' Di ‎Rojhilata Navîn de têkoşîna li hember Îslama radîkal' bi dawî bû.

Civîna ku li salona Partiya Adil Rûsyayê ya Dûmaya dewleta Rûsyayê hat lidarxistin bi tevlîbûna Tevgera Jinên Kurd a Rûsya û ji Partiya Rûsya a Adil Parlamenter Dmîtrî Zaharov û Darya Sorokanî, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr, Endama Kongreya Jinên Rojava Maîke Nack, Jina Ezîdî ya  ku xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kir Ekhlas Bajoo, Endama Konseya Rêveberiya KJK’ê Çinar Tolhildan, Seroka Rexistina Jinên Kurd a Rûsyayê Khatun Îsoyan,  Seroka Komîteya Sosyal û Alîkariyên Mirovî ya Dûmayê OLga Îvanovna, Seroka Yekîtiya Dayikên Rûsyaya Nû Yelena Vîktorovna, Endama Rêveberiya Komaleya Jinê ya Afganîstanê Nîk Latîfa, hin akademîsyen û rewşenbîran pêk hat. 

DAIŞ LI HEMBER JINÊN KURD TÊK ÇÛ

Civînê bi axaftina vekirinê ya Parlamentera Partiya Rûsyaya Adil Darya Sorokîna ve destpê kir. Sorokîna di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya têkoşîna ku jinên Kurd danîne holê, got: “Têkoşîna jinên Kurd layiqî takdîrê ye. Têkoşîna jinên Kurd a li hember DAIŞ’ê ji aliyê tevahî cîhanê bi baldariyek mezin hate şopandin. DAIŞ’a ku xof xistibû dilê her kesî li hember jinên Kurd têk çû.” 

DI NAV KURDAN DE NÛNERTIYA JIN Û MÊRAN WEKHEV IN

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Taşdemîr jî ev nirxandin kirin: “Tevgera Jinên Kurd li Bakurê Kurdistanê nêzî 40 salan e têdikoşe. Dewleta Tirk hê jî tevahî mafên Kurdan înkar dike û nas nake. Jinên Kurd jî ji bo Têkoşîna Azadiya Kurd dest bi têkoşînê kirin. Di vê pêvajoyê de hem ji milê siyasî hem jî civakî jinan rêyên dirêj li pey xwe hiştin. Niha di pêşengiya jinan de ji bo avakirina sîstemek nû Kurd têdikoşin. Di nava Kurdan de di her qadê de wekheviya jin û mêr heye.”
Taşdemîr wiha domand: “Niha di wehşeta dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di van êrîşan de bi taybet jin hatin hedefgirtin. Bi bedenê jinên hatine qetilkirin ve lîstîn, bi kamera qeyd kirin û di tevnên civakî de parve kirin. Dîsa di malên ku bi ser de digirin de bi axaftinên pir xirab civakê teşhîr dikin.

Di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li Şengalê û li cihên din de jinên dîl girtine li bazarên koleyan difiroşin. Em baş dizanin ku ev îdeolojiyek li dijî jinê ye. Heman zihniyeta ku jinê wisa teşhîr dike li Tirkiyeyê jî heye. Li hember vê jî jinan xweparastina xwe pêş xistin. Li Rojava mînaka YPJ’ê heye. YPJ ne tenê leşkerî di heman demê de nûnertiya sîstemek ku dikare jinê li ser hêza wê ya cewherî li her qadê biparêze. Heta jin bikaribin xwe biparêzin û xwe bi rê ve bibin wê demê wê azad bibin.”

RÊXISTINBÛYINA JINÊ JI JINÊN LI ŞENGALÊ RE BÛ HÊVÎ

Endama Kongreya Jinê ya Rojava Maîke Nack jî di axaftina xwe de ev gotin: “Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên Şengal û Rojava de herî zêde jinan zerar dît. Yên dîl girtin li bazarên koleyan firotin, dest avêtin keçên ciwan, yên di zarok wek cariye ji xwe re girtin. Ev tranvaya jinên ne hêsan e. Divê destpêkê jin îradeya xwerêveberinê deynên holê. Ji bo vê jî li Rojava meclîs û komun hatin avakirin. Di van komunan de jin dikarin bi îradeya xwe ya cewherî xwe bi rê ve bibin. Bi van komunan ve jin dikarin xwe bi rêxistin bikin û li qadên cuda yên civakê tevlî jiyanê bibin.

Meclîs û komunên wek vê li Şengalê jî hatin avakirin. Li wir jî jin xwe bi rêxistin dikin. Jinan di van mijaran de rêyên mezin li pey xwe hiştin. Jinên ku çeteyên DAIŞ’ê dîl girtibûn dema ev rêxistinbûyinên jinan û hêza jinan a cewherî li Rojava û Şengalê dîtin dest bi rêva ji destên DAIŞ’ê kirin. Ev ji jinan re jî bû hêviya jiyanê. “
Di civînê de Endama Rêveberiya KJK’ê Çinar Tolhildan jî axivî, wiha ragihand: “Qasî pirsgirêkên jinê divê çareseriyan jî em deynin holê. Pirsgirêkên heyî ne tenê yê jina Kurd e, yê tevahî jinan e. Ji ber vê jî divê tevahî jin ji bo vê mijarê têbikoşin. Drama ku jinên li Rojhilata Navîn dijîn ji yên jinên ku li cihên din ên cîhanê dijîn hê girantir e. Dema em bandora olan a li ser jinê guftigo dikin ne tenê Îslamê em binirxînin. Tevahî ol di nav nêzîkatiyeke jinê cihê dikin de ne.

Jina Ezîdî ya  ku xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kir Ekhlas Bajoo jî bûyerên ku li Şengalê jiyaye wiha vegot: “Ne hêsan e ku ez drama Êzidiyan vebêjim. Bi taybet jî zilma DAIŞ’ê ji bo min pir zor e. Dema me dîl girtin kiryarên derveyî mirovahiyê kirin. Dest avêtin jinên ciwan, tevahî mêrên ku olên xwe neguhertin li ber çavên me kuştin. Zarok birin perwerde kirin û li hin cihên din dan êrîşkirin. Serê zarokên bi çûk jêkirin, goştên wan sor dikirin û didan dayikên wan. Piştre jî digotin ev goştê zarokên we bûn. Li hember ev wehşên wiha parastina mirovên me pêwîst in.”

Akademîsyen û rewşenbîrên tevlî civînê bûn jî têkîldarî mijarê fikrên xwe danîn holê. Piştî civîna nêzî 3 saetan ajot, jin wê deklerasyonek hevpar biweşînin.