Civîna delegasyona Jinên Kurd a li Dûmayê destpê kir
Li Federasyona Rûsyayê di pêşengiya Rexistina Jinên Kurd û Parlamenterên Partiya Adil Rusyayê ve civîna li ser nave ' Di Rojhilata Navîn de têkoşîna li hember Îslama radîkal' destpê kir.
Li Federasyona Rûsyayê di pêşengiya Rexistina Jinên Kurd û Parlamenterên Partiya Adil Rusyayê ve civîna li ser nave ' Di Rojhilata Navîn de têkoşîna li hember Îslama radîkal' destpê kir.
Civîna ku li salona Partiya Adil Rûsyayê ya Dûmaya dewleta Rûsyayê hat lidarxistin bi tevlîbûna Tevgera Jinên Kurd a Rûsya û ji Partiya Rûsya a Adil hin parlamenteran ve pêk hat. Di konferansê de wek axaftvan Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Taşdemîr, Endama Kongreya Jinên Rojava Maîke Nack, Jina Ezîdî ya ku xwe ji destê DAIŞ’ê rizgar kir Ekhlas Bajoo, Endama Konseya Rêveberiya KJK’ê Çinar Tolhildan, Seroka Rexistina Jinên Kurd a Rûsyayê Khatun Îsoyan û Parlamenterê Partiya Adil Rûsyayê Dmîtrî Zakharov beşdar bûn.
Axaftina destpêkê ji aliyê Parlamentera Partiya Adil ya Rûsyayê Darya Sorokîna hate kirin.