CFWIJ: Îsal 44 rojnamevanên jin rastî êrîşên polîsan hatine
Koalîsyona Jin ya di Rojnamegeriyê de ragihand ku li Tirkiyê di sala 2021’an de 44 rojnamevanên jin rastî êrîşên yekeyên polîsan hatine.
Koalîsyona Jin ya di Rojnamegeriyê de ragihand ku li Tirkiyê di sala 2021’an de 44 rojnamevanên jin rastî êrîşên yekeyên polîsan hatine.
Koalîsyona Jina ya di Rojnamegeriyê de (CFWIJ) di roja Azadiya Çapemeniyê ya 24’ê Tîrmehê de peyamek bi dîmen weşand.
Di peyama Koalîsyonê ya li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal de parvekirî de hatiye gotin; “Tenê li Tirkiyê di sala 2021’an de me 44 bûyerên êrîşên fîzîkî yên polîsan a li ser rojnamevanên jin tomar kiriye.”
CFWIJ’ê diyar kir ku di mijara rasthatina rojnamevanan ya êrîşên polîsan a li welat de fikarên wan zêde bûye.