Cenazeyê Ellen Jaedîcke hat veşartin

Cenazeyê şoreşgera Elman Ellen Jaedîcke li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hat veşartin.

Cenazeyê Ellen Jaedîcke, ku di 40 saliya xwe de roja 2'ê Îlonê jiyana xwe ji dest da, li beşa bi navê 'Bexçeyê Jinê' ya li goristana Ohlsdorfê ji aliyê malbatê û hevrêyên wê ve hat veşartin.

Jaedîcke di deh salên dawî de cihê xwe di nava tevgera jinên Kurd de girt û herî dawî li Hambûrgê karê Meclîsa Jinê ya Rojbîn dimeşand. Nûnera KNK'ê ya Elmanyayê Songul Karabûlût li merasîma cenazeyê Jaedîcke axivî û diyar kir, ku wê di sala 2005'an de Jaedîcke nas kiriye. Karabûlût da xuyakirin, ku Jaedîcke xwedî kesayetiyeke xurt, têkoşer, lêpirsîner û afirîner bû û destnîşan kir, ku wê bi coş û hezkirina ji mirovan, mirov digihand hev. Karabûlût di dewama axaftina xwe de got, "Hevrêyeke bû ku bi sekna xwe, jiyana mirovan dewlemend dikir. Ji destdana hevrêyeke bi vî rengî, rê li ber valahiyeke mezin vedike. Em ê gelekî bêriya Ellen bikin."

Nûnera Navenda Jinê UTAMARA Sandra Keîl jî li ser gora Jaedîcke axivî û got, gotin û nêrînên Jaedîcke wê piştî mirina fîzîkî di şexsê hevrêyên wê de her bijîn.

Di merasîma cenaze de stranên bi Kurdî û Elmanî hatin gotin. Di dema merasîmê de hevrêyeke Jaedîck, bîranînên xwe yên pê re parve kir.

Berdevka YJK-E Munever Azîzoglû jî mînakên Andrea Wolf, Îvana Hoffmann, Elefterîa Fortûlakî, Ûta Schneîderbanger, Ekîn Ceren Dogrûak nîşan da û destnîşan kir, ku ev şoreşger bi rengekî herî bedew karakterê enternasyonal ê tevgera jinên Kurd radixe pêş çavan. Azîzoglû got, "Ew û gelek şoreşgerên dane dû jiyaneke watedar, di têkoşîna mafdar a gelê Kurd e bûn hevrêyên hev. Di vê oxirê de canê xwe feda kirin û mîateyeke serketinê, ku ji zûdeyî derketiye derveyî sînorên Kurdistanê, ji me re hiştin. Ellen a dilovan jî weke nefereke xurt, bi bawer û wêrek cihê xwe di nava vê têkoşîna enternasyonal de girt. Di nava Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd de 10 salan bi rengekî aktîf cih girt û bi xebata xwe ya li Kurdistan û Ewropayê, bû yek ji hîmên bingehîn ên vê pêvajoya avakirina şoreşa jinê. Di nava têkoşîna xwe ya sal û nîvekê ya çiyayên azad ên Kurdistan de navê 'Stêrk' li xwe kir. Û jiyaneke li 'Stêrkekê' tê, jiya: kenekî şewqê dide û derdora xwe germ dike. Hê gelek kar hebû, ku diviyabû bihata kirin.

Ellen niha tevlî refên yên azadiya jinê, rêxistinbûn û şoreş ji me re kirine wesiyet, bûye. Soza ku me dane wan, em ji bo Ellen jî dubare dikin. Em ê mîrateya we ji me re hiştine, mezin bikin. Em ê li gorî xewn û xeyalên we bijîn, tevbigerin, ji bo avakirina jiyaneke însanî, kolektîf û rêxistinbûyî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Weke Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Elmanya (YJK-E) bi rêzdarî bejna xwe li ber Ellen a şoreşgera enternasyonal ditewînin û soz didin ku ji afirandina têkoşîneke nû ya jinê ya li Elmanyayê bi hêvî û bawerî, em ê tevî jinên şoreşger ên enternasyonal bikevin nava hewldanan."

...