Canbaz a HDP’î: Herkesê dakevin qadan

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Canbaz li dijî qetilkirina Denîz Poyraz bang li her kesê kir ku dakevin kolanan û bibin yek.

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Canbaz a derbarê êrîşa li ser HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz ji ANF’ê re axivî destnîşan kir ku daxuyaniyên ‘provakatîf’ weke êrîşeke sîstematîk pênase kir.

Canbaz bal kişand ser girîngiya mil bi mil a mirovan û wê ji kolanan veneqetin û wiha domand: “Îro li Tirkiye û li her derê Kurdistanê, li her kûçe û taxan di kesayeta Denîz de li kolanan in, em ê li qadan protestoyên xwe bidomînin û ji kolanan venakişin.”

‘EV NE CÎNAYET, QETLÎAM E’

Canbaz anî ziman ku ev êrîş ji provakasyonê zêdetir êrîşek bû û da xuyakirin ku ji ber propagandayên reş ên bi salan li dijî HDP’ê tê kirin, berpirsên qetilkirina Denîz Poyraz e. Canbaz got: “Di hemû kanal, weşanên medyayê de HDP hatin hedefnîşandan. Bi temamî HDP’î hatin hedefkirin. Nêzî mehekê ye doza Kobanê heye. Berî rojekê ji qetilkirina Denîz bi alan, dirûşman mirovên ku xwestin bikevin edliyeya Sîncarê me dîtin.”

Canbaz diyar kir ku kuştina Poyraz ji cînayetê zêdetir qetlîame û wiha pêde çû: “Ev ne mijara tolhildanê ya kesekê tenê ye. Bi awayekî pir bi sîstematîk, zimanê desthilatê, cihê bûyerê, bi daraz, hiqûq, polîs, wekîl û wezîrên xwe hemû hatiye plankirin.”

‘DIVÊ HER KES DAKEVE KOLANAN’

Canbaz wiha domand: “HDP dev ji sirûda xwe ya aştî û azadiyê bernade. Di kesayeta Denîz Poyraz de guleya hatî berdan li demokrasiyê hatiye dayîn. Em dizanin ku wê bi vê nemînin. Dem dema hatin ba hev e, ji ber ku guleya bera me hatî dayîn wê sibe jî êrîş dewam bike. Her kesê vedixwînim kolanan. Lio her cihê lê, li navçe û bajaran ji ewlekariya saziyên me karê hundir û hêzên ewlekariyê berpirs in. Em bê hev re vê sîstema tirsê têk bibin. Em ê bi hev re, li kolanan, wan têk bibin. Bibin bersiv.”