Çalagan: Jinên Kurd mexdûrê tundiya milîtarîstin

Çalagan: Jinên Kurd mexdûrê tundiya milîtarîstin

Sekretera Jinên KESK’ê Canan Çalagan ku 8 meha ji aliyê rejima AkP’ê ve li girtîgehê girtî ma, ragihand ku li Tirkiyeyê zêdebûna tundiya li ser jinê bandora polîtîkayên hikumetê yên deh salên dawî heye. Çalagana ku balê dikişîne ser rewşa jinên Kurd û gotibêje; "Jinên Kurd li vî welatî rastî tundiyekî milîtarîst tên."

Beriya niha 48 sal li Komara Domînîk xwişkên Mirabel ku li dijî dîktatoriyê tekoşîna azadiyê dan û ji aliyê leşkerên dîktatoriyê ve hatin tecawizkirin û piştre bi awayek hovane hatin qetilkirin. Ji ber sedema ku ji xwişkên Mirabel yekê nasnavê wê Kelebek bû; û binavê “Perperokan” hatin bibîranîn, her wiha roja qetilkirine ango 25’ê Mijdarê, sala 1981’an di Lineya Jinan ya Amerîka Latîn de weke “Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navnetewî” hate qebûl kirin. Di nîvsedsala ku derbazbûyî de tundiya li hemberî jinê nerawestiya. Îro dîsan li çar aliyên cîhanê jin derdikevin kolana.

Sekretera Jinên KESK’ê Canan Çalagan ku di operasyona li ser KESK û hevgirtiyên KESK’ê yên 13’ê Sibata 2012’an de hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan ya Sîncanê, her wiha piştî 8 mehan 4’ê Cotmehê hate berdan, li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan zêde dibe ji ANF’ê re axivî.

Çalagan balê dikişîne ser tundiya li ser jinê ya di demê hikumeta AKP’ê de zêdebûyî û got, “Jin û zilam ne yeksanin”. Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan û hikumet polîtîkayên zayendperestiyê birêve dibin.

‘POLÎTÎKAYÊN AKP’Ê TUNDIYÊ TÎMAR DIKE’

Çalagan da diyarkirin ku, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê ya Navnetewî ew weke KESK dê dîsan cihê xwe li qadan bigirin, Çalagan destnîşan kir ku, di encama polîtîkayên AKP’ê de bi awayek sîstematîk tundiya li ser jinê berdewam û zêde dibe û wiha got: “Li Tirkiyeyê her roja ku diçe tundî bi awayek sîstematîk û pir alî zêde dibe. Zêdebûna tundiya deh salên dawî eleqeya xwe bi polîtîkayên AKP’ê yên neo-lîberal, takekesî û muhafezeker heye. Em bawer dikin ku, hem ji ber gotinên rayedarên hikumetê û hem jî bipolîtîkayên danîne holê, di nava civakê de binesaziyekî ferastekî zilam ya serdest ava dikin û ev jî tundiyê tîmar dike.”

Çalagan anî ziman ku, “Li vî welatî tundî bitaybet li ser me jinên kedkar yên di qada cemariyê de kar dikin, weke tundiya dewletê di aliyê fîzîkî, zayendî, psîkolojî, ekonomîk û milîtarîst bi gelek cureyan jiyan dikîn.”

‘JINA KURD BI AWAYEK CIDÎ RASTÎ TUNDIYA MILÎTARÎST TÊ’

Çalagan destnîşan dike ku, “Îro AKP li şûna van pirsgirêkan çareser bike, bi van polîtîkayan hêjan kûrtir dike.” Çalaganê slogana “Keda me nasnameya me ye” bibîrxist û wiha axivî: “Ji ber ku em jinên kedkarin bi keda me, ji ber ku em jinin bi nasnameya me ya zayendî re, di heman demê de ji ber nasnameya me ya netewî em rastî tundiyê tên. 30 salên ku li Tirkiyeyê şer heye, herî zêde jin jê bandor dibin. Ji ber ku herî zêde êşa vî şerî Kurd dikişînin herî zêde jinên Kurd rastî tundiya milîtarîst tên.”

‘SÎSTEMA DARAZA ZILAM’

Çalagan aşkera kir ku, “Li vî welatî zilamên ku, jinan dikujin, tacîz û tecawiz dikin, cezayek pir kêm didin û cezayê wan tînin xwar, her wiha her roj li kolana digerin. Lê belê li dijî kedkarê ji tundiyê re dibêjin na, li dijî şer û jib o nasnameya kedê xwe rêxistin dikin û tekoşînê didin tundiyê mezin hene. Ji sala 2009’an ve di operasyonên sîstematîk yên li ser KESK’ê 14 jê jin bi giştî 67 endamên me hatin girtin yan jî binçavkirin.”