Bûldan: Jin wê AKP-MHP’ê fesîh bikin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê rê li ber hilweşîna aboriyê vekir û got: “Jin wê AKP-MHP’ê fesîh bikin.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di Koma Jinê ya Parlamentoyê de li ser rojevê nirxandin kir. Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, Hevberdevka Partiya Çepgir a Keskan Ayşe Erdem, Cîgira Serokatiya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şukran Kablan Yeşîm, Sekretera Jinê ya KESK'ê Done Gevher, Sekretera Jinê ya SES'ê Selma Atabey, Sekretera Jinê ya Egitim Senê Simge Yardim Dag, Komeleya Jiyana Nû, jinên ji Tevgera Jinê ya Demokrat, jinên ji Însiyatîfa Şişli Etfal, Dayikên Aştiyê û akademîsyena KHK'yî Sevilay Çelenk beşdarî komcivînê bûn.

Bûldan, bi bîranîna Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin û Deniz Poyraz a ji aliyê faşîst Onur Gencer ve hat qetilkirin dest bi axaftina xwe kir û wiha got:  “Kesên Denizê qetil kirine, dixwazin bi qetilkirinê ser bikevin. Hişmendiya Deniz qetil kir ji Kurdan, jinê û ji muxalifan re dibêjin 'terorîst' û dikin hedef. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”

Bûldanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

“Li dijî destkeftiyên jinan, hebûna jinan, têkoşîna gelan desthilata AKP-MHP'ê êrişeke topyekun pêk tîne. Desthilata mêr a ji bo muxalefeta civakî bê hilweşandin her cure zextê dike dît ku; jin tu carî li dijî zextan têk naçin. Jinên li kolanan bi têkoşîna xwe serbilind disekinin bû tirsa di dilê wan de. Em ê bi rêxistinkirina jinê bêtir bi hêz bin.

Em silavên germ ji jinên li girtîgehan, ji rêhevalên xwe re dişînin. Em silavên xwe ji Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, jinên MEBYA-DER'î, Misra Oz û hevalên wan ên dozê Bedriye Doku, Emine Şenyaşar û hemû jinên dev ji têkoşîna edaletê bernadin dişînin. Her wiha em silavên xwe ji hemû jinên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê li berxwe didin re dişînin.

DI DEMA AKP'Ê DE 16 HEZAR JIN HATINE QETILKIRIN

Serokê Giştî yê AKP'ê di 1'ê tîrmehê de got 'têkoşîna me ya li dijî tundiya li ser jinê bi vê peymanê dest pê nekir û wê bi vekişandina ji vê peymanê jî bi dawî nebe'. Bila van gotinên ne rast ne ji me re ji alîgerên li qesrê rave bike. Desthilata AKP'ê û MHP'ê ne li dijî tundiya li ser jinê li dijî jinê di nava têkoşînê de ye. Ji dema AKP li ser îktidarê bû heta niha 16 hezar jin hatin qetilkirin. Ji ewlehiya jiyanê bigire heta ewlehiya aboriyê û mafên siyasî hemû jin ji aliyê AKP'ê ve gef li wan hatine xwarin. Ev e gelo têkoşîna wa ya têkildarî jinê?

Têkoşîna li dijî tundiya li jinê tê kirin li aliyekî, ji daraza wan bigirin heta bi medyaya wan û hemû saziyên wan heta ku ji destê wan tê jinan mehkûmî tundiyê dikin. Herkes dizane ku bi hewldan û têkoşîna me li meclisê 'komîsyon lêkolîna tundiya li ser jinê' hat avakirin. Lê ev komîsyon jî bi bedêla ku tundiya li ser jinê niqaş bike, ji bo ku tundiya mêr û vekişîna ji Peymana Stenbolê meşrû nîşan bide hat xebitandin. Ji bo ku em nebin hevkarên vî sûcê qirêj ê vê komîsyona ku hewl dide desthilatê ji çiravê xilas bike, em ji vê komîsyonê vekişiyan. Hevalên me ev vekişîna me bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re ragihandin.  AKP felaketa herî mezine ku li vî welatî hatiye serê jinan. 

PLANÊN JINAN ÊN ÇALAKIYÊN BI HÊZ HENE

Em dizanin ku Serokê Giştî yê AKP'ê 'Planên çalakiyên rizgarkirina jinê' dane destpêkirin. Lê em dizanin ku di bedêla parastina jinan de bi vê planê wê hewl bidin ku planên xwe yên qirêj û tundiya li ser jinê meşrû bikin. Ez ji vir bi bîra wan dixim. Em planên we yên çalakiyan ji qeyûmên ku we avêtin ser şaredariyan û ser Zanîngeha Bogazîçiyê dizanin. Em ji qetilkirina Dayika Taybet, Denîz Poyraz û bi hezaran jinên din ku hatin qetilkirin dizanin. Her wiha em vê planê ji îşkenceya lêgerîna tazî û ji îşkenceya bi kuçik dizanin û em ji Kod-29'ê ku bi KHK'yan we çawa jin betal hiştine baş dizanin. Li her cihê ku tundî lê heye desthilat lê ye û li her cihê ku desthilat lê ye jî tundî heye. Li dijî van polîtîkayên we yên tundiyê planên jinan ên çalakiyên bi hêz hene.

Li dijî rêbaza jiyanê ya ku hûn li jinan ferz dikin jinên ku bê tirs dibêjin 'ji te re çi' hene. Silav ji hemû jinên ku dibêjin 'ji te re çi' Bi miliyonan jinên ku reng, gotin, îtîraz, ziman û têkoşîna xwe kirine yek hene. Li dijî îqtîdara we ya mêr qadên jinan hene. Li dijî gotina we ya Peymana Stenbolê qediya gotina jinan heta em nebêjin naqede heye. Li dijî rêxistinên we yên mafya û çete rêxistinên jinan hene. Li dijî pergala we ya koledar jiyaneke nû a ku jin pêşengiya wê dikin heye.

DIVÊ DESTHILAT WERE GUHERTIN

Kesên ku daraz kirine wekî buroya xwe ya hiqûqê bi pakêteke nû ya darazê jin û zarok kirine hedefa xwe, di pakêta nû a darazê de ji bo ku kiryarên bûyerên destdirêjiya li zarokan û qetilkirina jinan ceza bikin şertên nû tînin. Ji bo ku kiryaran ceza nekin çi ji destê wan tê dikin. Bûyera Elmaliyê li pêş çavên me ye. Kesên ku li hember zarokan hovîtî kirine serbest hatine hiştin. Hêzên leşkerî yên dewletê ku nêzî îqtîdarê ne dema sûc dikin tên parastin. Wekî bûyera Nadîra Kadîrova, Yeldana Kahraman û Îpek Er û windakirina Gulîstan Doku ku kiryarên wan ligel delîlan nayên girtin û serbest digerin.  Herî dawî ji bo çawîşê pispor ê ku li Geverê Surmî Înce qetil kir biryara kêmkirina cezayê wî hat dayîn. Bi van polîtîkayên daraza desthilat gelek bûyer di tariyê de dimînin û nayên ronîkirin. Ji ber vê em dibêjin desthilat bi reformên ku dike nikare tu tiştî biguhere divê ku desthilat bi xwe bê guhertin.

Ji sedî 80'ê yê civakê di nav xizaniyê de ye. Ji bo me jinan mijareke din a girîng jî meseleya aborî ye. Qeyraneke aborî heye. Bedela vê qeyranê jî bi giştî welat û bi taybetî jî jin didin. Ji sedî 80'yê civakê di bin sînorê birçîbûnê de ye. Gel êdî ne bi xizaniyê re bi birçîbûnê re têdikoşe. Berdela vê jî herî zêde jin didin.

PERGALA WAN PERGALA XIZANIYÊ YE

Em di rojên borî de bi meclisa xwe ya jinan ve li Bûrsayê bûn û em bi jinên li zeviyên fasûliyan dixebitîn re hatin gelhev. Li vê derê jinên ku karkeriya demsalî dikin gotin, 'ger li warê me kar hebûye ez bi mehan li vir nedixebitîn' ev jî xizaniya ku li jinan hatiye ferzkirin nîşan dide. Disa jinên kedkarên malê keda wan nayê dîtin. Li gel van hemû pirsgirêkan desthilat bi dewlemendkirina kesên li derdora xwe mijûl e. Pergala wan pergala xizaniyê ye.

Wê hilberînerên titûnê çawa evqas bacê bidin? Em li ser navê wan ji vir dipirsin. Firotina titûnê qedexe kirin û em nizanin ku wê kî vê titûnê bistîne. Tu çareserî jî tune ye. Li Semsûrê, Licê û gelek cihên din hilberînerên titûnê bertek nîşan didin. Ji ber qanûna ku derxistin wê hilberînerên titûnê êdî nema karibin tûtinê biçînin. Ji sedî 70'ê kesên li Semsûrê bi hilberîna titûnê debara xwe dikin. Ger ku ev qedexe bidome wê jiyana wan jî raweste. Her wiha kedkarên li zeviyên titûnê dixebitin ji sedî 80'yê wan jin in. Bi vê qedexeyê re xizanî wê zêdetir bandorê li ser jinên kedkar bike. wê gel debara xwe bi çi bike û çi bixwe? Divê çareserî bê dîtin.

Xwarina ku bixin sêniyê êdî nemaye. Rêjima 'yek kesî' demên borî tedbîrên teserûfê aşkera kir lê bêlê qet behsa teserûfa qesr û seltenata xwe nekir. Lêçûnên salekî yên qesrê 2.8 milyar dolar e û ferdên ku li qesrê dijîn ji bo welatiyan pêşniyarên teserûfê dikin û dibejin 'xwarina sêniyên xwe biçûk bikin'. Lê belê êdî rewşa welatiyan nîne ku teserûfê bikin. Li ser çopan xwarinê kom dikin, ji bazaran bermayiyan kom dikin û wisa debara xwe dikin. Lê belê qesra bi seltenat qet teserûfê nake, di mûçeyên ku didin SMO'yê û pereyên ku didin şêr teserûf nayên kirin. Hemû lêçûn jî ji berîka welatiyan derdikeve.

KES JI DEREWAN BAWER NAKE

Êdi çav berdana mitbaxa welatiyan. Mûçeyan zêde nakin lê fatûreyên wek gaza xwezayî, ceyran û avê zêde dikin. Êdî welatî nikarin şorbeyekê jî bikêlînin. Rejîma qesrê tu carî jê têr nabe û ji ber vê sedemê jî li vî welatî qeyrana aborî, xizanî û bêkarî heye. Ji tiştên ku ew didizin, 5 welat dikarin xwe têr bikin. Gelê me û jinên li vî welatî dijîn wan tiştan baş dizanin. Rejîma yek kesî jî baş dizane ku wê êdî têk biçe. Bi derewan dixwaze ser piyan bimîne û welatiyan bixapîne. Qaşo li Ewropayê derzî bê perê ne û bi 100 dolar an jî 50 euro derzî tê kirin. Kesên ku li vir baş dizanin ku heke li Ewropayê derzî bi pere be wê li vir herî kêm serê derziyê 150 Euro ji welatiyan bihata xwestin. Ji xwe perê derziyê ji bihabûna tiştan û dahatan derdixin. Nikarin derziyan bifiroşîn hewl didin ku derewên xwe bifroşin. Lê divê bizanin ku êdî kes ji wan derewan bawer nake.

Em rêxistinbûna xwe mezin dikin û têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê li dijî derew, talan û dizîtiyê têkoşîna xwe bi bawerî bidomîn. Em ê bi jinan re bi hêz bibin û pêş bikevin. Em ê muxalîfbûna demokratîk a jinan ber bi îqtîdarê ve bibin. Ji ber vê sedemê em rêxistinbûna xwe mezin dikin. Ji bo vê jî em di çarçoveya kampanyaya 'Ji bo jinan edalet' hevdîtinên xwe yên 'Ji xizaniya jinê re na' li qadan pêk tînin. Li gelek herêman em bi jinan re hatin cem hev. Li kargeh, atolye, tax, zevî û li zozanan bi jinan re hatin cem hev. Me hêza xwe parvekir û daxwazên wan guhdar kir. Divê ev pergala mêr ji holê rabe û divê em rewş biguhere. Guherîn wê bi hêza me, têkoşîn û yekitiya me pêk bê. Ji ber vê sedemê heke jin xwedî li siyaseta jinan derkeve wê parastina destkeftiyên jinan ewqas watedar be.  

SIYASETA DEMOKRATÎK TÊ DARIZANDIN

Bi girtina HDP'ê dixwazin hêza jinê ya siyasetê têk bibin, tasfiye bikin û bêdeng bikin. Niha pêşberî me Doza Kobanê heye û dixwazin bi vê hincetê HDP'ê bigirin. Lê her kes dibîne ku di vê pêvajoya darizandinê de ne jin, zîhniyeta serdest a mêr tê darizandin. Em baş dizanin ku muxalefeda demokratîk, têkoşîna jinê û siyaseta demokratîk li vir tê darizandin. Ji ber ku HDP li dijî her cûreyên cudakariyê li vî welatî têkoşîna hiqûqê dide û partiyeke ji gel e. Ji ber ku HDP, têkoşîna heqîqet û edaletê dide meşandin. Li hemberî şer têkoşîna aştiyê dide meşandin. Kes nikare fikra jiyana nû ya HDP’ê têk bibe an jî bide rawestandin.

Em dizanin ku hikûmet ligel rant, mirin, şer, siyaseta qirêj, şîdet kedxwariyê welatiyên ku îtaetê bike dixwaze. Welatê ku bê HDP dixwaze. Bi girtina HDP'ê dixwazin siyaseta jinan, muxalefeta demokratîk binax bike. Em jî ji wan re dibêjin hûn nikarin wan tiştan xeyal jî bikin. Em li hemberî zilmê serî natewînin. Em jin wê li hemberî sûcên ku pêk tên jiyana wekhev û bi cesaret pêk bînin. Meşa bi milyonan jinan wê taritiyê ji holê rake.

Li dijî tecrîdê niha li girtîgehan grevên birçîbûnê heye. Têkoşîna ku li girtîgehan tê kirin ji bo vê civakê ye. Heke tecrîd bê şikandin wê bêedaletî, mirin û şer jî wê holê rabin. Ji ber vê sedemê jî divê em li dijî tecrîdê bi hev re têbikoşin. Şikandina tecrîdê jî wê bi têkoşîna jinan pêk bê.

Divê îro bêtir destkeftiyên jinan bê parastin, niha dem dema xwedîderketin û parastina destkeftiyan e. Rêgeza temsîliyeta wekhev, pergala hevserokatiyê, meclîsê jinan, koma jinan a parlamentoyê, temsîliyeta jinan û sazî û dezgehên ku di bin banê şaredariyên me de dixebitin ew tişt bi têkoşîn û siyaseta jinan pêk hat. Hêza jinê wê wî welatî ji faşîzmê rizgar bike. Li hemberî hevkariya çete-mafya-siyaset-medyayê tifaqa jinê bi ser keve. Azadî û wekhevî jî ya me ye.”

Civîn bi berzikirina dirûşmeya "Jin jiyan azadi" bi dawî bû.