Bûldan: Hûn sindoqan bibin ser heyvê jî hûn ê têk biçin!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku heke AKP sindoqan bibe ser heyvê jî wê gel xwedî li îradeya xwe derkeve û dengê xwe bide.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Bayrakliya Îzmîrê tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya partiya xwe bû.

Bûldan di vekirina buroya hilbijartinê de got ku, “Em îro li vê derê mîtîngê li dar naxin. Em tenê buroya xwe ya hilbijartinê vedikin. Ez spasiyên xwe pêşkêşî heval, hogir û jin û mêr û ciwanên me dikim ku, îro ev der kirine wekî mîtîngekê.”

‘NAMZETÊ ME YÊ JI AFRÎKAYÊ Û YÊ BEHRA REŞ MIL DANE HEV..’

Bûldan axaftina xwe wisa domand: “Îzmîr bajarekî aştî û azadiyê ye. Îro sedema ku HDP li Îzmîrê tê hezkirin ev e ku, têkiliya wê bi aştî û azadiyê heye. Namzetên HDP’ê nîşana vî tiştî ne. Di lîsteya me ya namzetan de namzetê me yê ji Afrîkayê û yê ji Behra Reş mil dane hev. Gelên Behra Reş û gelê Efrînê, gelê Kurd û gelê Tirk îro gihiştine hev û em li Îzmîrê dest bi xebatên hilbijartinê dikin.

DEMÎRTAŞ HATE SILAVKIRIN

Ez ji Edîrneyê hatim vê derê. Min silav û coşa Demîrtaş ji we re anî. Destûr nedan ku li Edîrneyê em Demîrtaş bibînin. Nehiştin em biçin ba namzetê xwe yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş ê ku di dilê milyonan kesan de ye.

Ew dibêjin qey wan Demîrtaş di nav çar dîwaran de asê kirine lê îro li vê derê bi hezaran Demîrtaş hene. Em ji vê derê silavan ji Demîrtaş re dişînin.

Ew ji Demîrtaş tirsiyan. Ew tirsiyan ku Demîrtaş li qadan bi gel re were ba hev. Em sozê didin Demîrtaş û Yuksekdag û hemû rêhevalên me yên di girtîgehan de; ew ê ev gel bi ser bikeve. Ew ê HDP û Demîrtaş bi ser bikeve. Me soz daye Girtîgeha Îmraliyê jî. Em soz daye malbatên ku zarokên wan di teqîna Sirûcê de jiyana xwe ji dest dane. Me soz daye malbatên kesên ku di teqîna Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane. Me soz dane malbatên Roboskiyê jî. Ji ber ku ev têkoşîn, têkoşîneke bi rûmet e. Hêza AKP’ê tuneye ku vê têkoşînê û baweriya gel tune bike.

‘HÛN SENDOQAN BIBIN SERÊ HEYVÊ JÎ WÊ GEL DENGÊ XWE BIDE’

Bûldan wiha bi nav de çû: ‘’HDP hêviya aştiya welêt e. HDP baweriya bi demokrasiye ye. HDP sembola xwîşk û biratî û azadiyê ye. HDP partiya têkoşînê ya azadî û wekheviyê ya jinan e, partiyeke jinan e. Baweriya ciwanan a bi azadiyê ye. Ji bo vê jî di du hilbijartinên 24’ê Hezîranê de, em ê hem bi serkeftineke mezin parlamenteran bibin Meclîsê û hem jî em ê Selahattîn Demîrtaş bikin Serokkomar.’’

Bûldan bi domdarî got AKP ne tenê ji Demîrtaş, ji HDP’ê jî ditirse, ji parlamanter û şaredarên HDP’ê ditirse, li bajarên Kurdistanê hewl didin ku nehêlin gel deng bide û got, ‘’Hûn sendoqan bibin serê heyvê jî wê gelê me biçe ser sendoqê û dengê xwe bide.’’

Buldan bal kişande ser zext û zordarî û dek û dolabên AKP’ê yên li ser Kurdan û got, ‘’Me kuştinên kiryar nediyar dîtin, em hatin kuştin. Gundên me hatin şewitandin,  êşkence li me kirin lê li ber ti dîktatorî me serî netewand. Me dema Tansû Çîller dît, dema Kenan Eren, me nêzîktiya Suleyman Demîrel a li Kurdan dît. Em dizanin ku politikaya îmha û înkarê ya hikûmeta AKP’ê ya li ser gelên Tirkiyê bi kêrî pîvazeke xirabe nayên, gelê me wê bersiva hewce bide.’’

 ‘AN TARÎTÎ YAN RONAHÎ’

Bûldan li ser girîngiya vê hilbijartinê rawestiya û got, ‘’Ev hilbijartin wê çarenûsa gelên Tirkiyeyê diyar bike. Bi vî rengî wê biryarê li ser du tiştan bide. An li ser tarîtiyê yan jî li ser ronkahiyê. An wê ji zordarî, înkar, imhaya 16 salan a AKP’ê re bibêje ‘erê’ yan jî wê bibêje, ‘’na, em êdî ji AKP’ê re dibêjin, ‘T A M A M’, em biryara xwe li ser ronkahiyê, xwîşk û biratiyê didin.’’

 ‘WÊ TIRKIYEKE BÊ ERDOGAN BE’

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan herî dawî got: ‘’Em baş dizanin ku hikûmeta AKP’ê ne ji hêla aborî, ne çandî, siyasî û aramiyê ve tiştek nedaye civaka Tirkiyê. Êdî serdema AKP’ê qediya. 25’ê Hezîranê wê Tirkiyeyeke bê Erdogan, bê AKP’ê hebe.’’