Bîrtane: Di serdema AKP’ê de bihezaran jin hatin girtin

Bîrtane: Di serdema AKP’ê de bihezaran jin hatin girtin

Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane diyar kir ku, di serdema AKP'ê de bi hezaran jinên ku ji bo aştî û biratiyê têkoşînê dimeşînin hatin girtin û wiha got: "Di kudera vê yekê de demokrasî heye."

Biboneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Hember Jinan ya Navneteweyî li avahiya BDP'ê a Qersê civîn hate li raxistin. Di civînê de Parlementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane, Endama Meclîsa Bajar Şilan Efendioglu û gelek welatiyên din amade bûn.

Di civînê de Parementera BDP'ê ya Qersê Mulkiye Birtane diyar kir ku, li her derên cîhanê jin rastî tundiyê tên û mafê jinan tê binpêkirin. Bîrtane anî ziman ku, hikûmeta AKP'ê xwe wekî hikumeta demokratîk binav dike, lê di rastiya xwe de hikûmeta AKP'ê bêtir jin mexdûr kirine. Bîrtane da zanîn ku, di serdema hikûmeta AKP'ê de bi hezaran jinên ku têkoşîna aştî û demokrasiyê meşandine hatine binçavkirin û hatine girtin. Bîrtane diyarkir ku, demokrasî di kûdera vê de heye. Piştî axaftinê jinan jî pirsgirêkên heyî parve kirin.