Bila ne jin, çek bêdeng bibin

Jinên ku li 14 bajaran di pêşengiya Hewldana Jinan ji bo Aştiyê de hatin gel hev, qîrkirin û gotin, “Bila ne jin, çek bêdeng bibin” Navnîşana jinan li Stenbolê jî Qada Galatasarayê bû.

Jinên ku li 14 bajaran di pêşengiya Hewldana Jinan a ji  bo Aştiyê de hatin gel hev, qîrkirin û gotin, “Bila ne jin, çek bêdeng bibin” Navnîşana jinan li Stenbolê jî Qada Galatasarayê bû. Bi sedan jinên ku polîtîkayên şer ên hikûmeta demkî ya AKP’ê bi lêdana beroşan protesto kirin peyama, “Heya li ser van axan aştiyeke adil, wekhev, mafdar ava nebe, em ê bêdeng nebin. Bila tavilê çek bêdeng bibin, aştî biaxive” dan.

Jinên ku ji çar aliyên welat li hemberî polîtîkayên şer di pêşengiya Hewldana Jinan ji bo Aştiyê de hatin gel hev, ji bo aştiyê deng derxistin. Çalakiya li Stenbolê li Qada Galatasarayê pêk hat. Di çalakiya ku parlamenterên HDP’ê Pervîn Bûldan, Beyza Ustun û Fîlîz Kerestecîoglû tevlî bûn, polîtîkayên şer ên AKP’ê bi lêdana beroşan û fîtikan hat protestokirin. Jinên ku di çalakiya ku pankarta nivîskî ya, “Em weke jin bêdeng nabin, bila çek bêdeng bibin, pêwîstiya me bi aştiyê heye” vekirin û dovîzên, “Roboskî… Reyhanli… Pirsûs, em ji bo aştiyê bi biryar in” hilgirtin soza heya şer bi dawî nebe û zîhniyeta serdest a zilam bertaraf nebe em jî wê kolanan neterikînin dan. Bi navê jinên ku li hemberî şer bi deqeyan li beroşan dan daxuyaniya Tirkî ji aliyê Hale Çelebî û ya Kurdî jî ji aliyê Xunav Altûn ve hat xwendin.

‘EM NAXWAZIN BIKEVIN ATMOSFERA ŞERÊ QIRÊJ Ê 90’Î’

Çelebî û Altûn gotin, “Em jinên di van rojên ku me 31 canên xwe di Komkujiya Pirsûsê de winda kir her roj nûçeyek nû ya mirinê dibihîzin.” Altûn û Çelebî bibîr xistin ku îro em ji bo li hember kesên ku jiyanê, xwezayê û her tiştên zindî ji bo ranta siyasî bi dest bixe, di aliyê şer de kuştin û tinekirinê qîr dikin, aştiyê bilind bikin hatine gel hev.