Di salvegera 25’ê mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê de li binarê Qendîlê li gundê Bukruskan ya girêdayî herêma Navdeştê jinên binarê Qendîlê tevlî semînera ku ji aliyê Navenda Jinên Azad ve hatî organize kirin bûn. Her wiha di semînerê de belgeya di encama tundiya li ser jinê ya ji sala 2009’an ve jî hate aşkera kirin.
Navenda Jinên Azad biboneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundiya li Hemberî Jinê li gundê Bukruskan yê girêdayî herêma Navdeştê ya binarê Qendîlê semînerek pêkanî. Semîner bi deqeyeke rêz girtinê destpê kir û hejmareke ji jinên herêmê tevlî semînerê bûn û eleqeyek mezin jî nîşandan. Di semînerê de hîn zêdetir li ser dîroka vê rojê hate rawestîn, her wiha wê riyên çareseriyê jî çi bin hatin nîqaşkirin.
Semîner ji aliyê endama rêveberiya Navenda Jinên Azad Sozda Mecîd ve hat birêve birin. Belgeya ku ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz yên Kurdistanê (RJAK) ve hatiye amede kirin ji aliyê Bêrîvan Şaho ve hate xwendin û di vê belgeyê de hîn zêdetir li ser bîlançoya ku di 3 sal û heşt mehên dawî ya sala 2012’an de ya kuştin û xwe kuştina jinan bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê hate xwendin û nîqaşkirin.
‘LI DIJÎ JINÊ TUNDIYA FÎZÎKÎ Û DERÛNÎ’
Sozda Mecîd bal kişand ser girîngiya vê rojê û berxwedanî û qehremaniya jinan ya li hember desthilatdariya mêrê serwer û çawa di roja îro de jinên Kurd bi têkoşîna xwe, xwedî li vê dîrokê derdikevin. Ji lewma jî pêwîst dike ku jin hîn zêdetir xwedî li mafên xwe derkevin û wiha axivî; “Tundiya li ser jinê ne tenê di warê fîzîkî de têkirin, di warê derûnî û zayendî de jî heman tundî berdewam dike. Yanî ji tif kirina ser ruyê jin bigire heyanî axaftinên ne baş û dujûn, lêdan, îşkencekirin, di temeneke biçûk de dana mêr, bi mêrekî temenê wî mezin re dana zewcandin, sunetkirina keçan, ne şandina dibstanê, di bin navê namûsê de kuştina jinan û hwd. Hemû bingehê xwe ji hişmendiya mêrê desthilatdar digire. Lê tişta balkêş ewe ku li rexmî van hemûyan jî ji laşê jinê di warê fîzîkî de sûd tê wergirtin, ji ber di roj îro de laşfiroşî û bazirganiya bedena jinê di cîhanê de û bi taybet jî di nava sînorên dewletan de dibe weke sektoreke ku rewa bûnê qezenc dike.”
‘PÊWÎSTE EM JIN JI HEV RE BIBIN ALÎKAR’
Her wiha yek ji beşdarvanên semînerê ya bi navê Helîm Mêrîwan nêrînên xwe di derbarê vê rojê de anî ser ziman û wiha got; “ Em hemû dizanin ku bi hezaran sale ku jin di bin destiya zilim û zûrê mêr de dijîn û heyanî îro jî jin weke amûrekê di destê mêr deye. Tu caran têkiliya di navbera jin û mêr de bi awayekî rast bi rêve neçûye, bi hemû şêweyan tehdayî li ser jinê tê kirin, weke dest dirêjî û hemû kiryarên dij mirovahî li ser jinê tên pêkanîn. Rojeke wiha jî dibe wesîle ku em careke din bi hêz mafên xwe bixwazin. Ji ber berjewendiya me jinan di vê yekê de heye. Ji lewma dema ku jinek li gel me agir berdide bedena xwe divê em nebêjin wê ev tişt heq kiriye, berovajî vê pêwîste em hemû jin ji hev re bibin alîkar, di cihê ku em wê tewanbar bikin.
Divê tu jin bi tu awayî vê tundiyê qebûl neke û em jî qebûl nakin ku jinek agir berde bedena xwe, lê ew jina ku gihaye vê astê jî ji sedema ku êdî bê çare maye vê yekê dike. Ji ber jin ji ber destê bav û bira derdikeve diçe ber destê mêrekî din, gelek kes dibêjin ger jineke baş ba wê demê agir bi bedena xwe nedixist. Lê pêwîste ku em têkoşîneke hîn berferhtir bikin ku em mafên xwe yên rewa bi dest bixin. Heyanî ku jin di bin destê hişmendiya babikseler de be, tu carî nikare mafên xwe bi dest bixe”
Helîm Mêrîwan wiha berdewamî da gotinên xwe; “Ji jinê tenê tê xwestin ku mala xwe paqij bike, cil û firaqan bişo û zarokan xwedî bike, lê tu carî kes naxwaze ku jin zane bibe û bighîne mafên xwe yên rewa. Ji lewra jî divê em hemû jin di rojên wiha de li gel hev bin û bizanin ka mêr çi tîne serê jinan. Pir caran em mafên xwe çawa dinasin? Em dibêjin tiştek nabe bila mêrê min biçe du sê jinan ji xwe re bîne, ji ber mêrê min dewlemende, xaniyê min jî mezine, zêrê min jî hene û mêrê min jî ji min hez dike, lê em ji van re maf nabêjin. Berovajî vê yekê em ji zanebûna fikirî re dibêjin mafê jinan. Dema ku di warê fikirî de mafê jin nebe wê demê sûda dewlemendiyê jî nîne.”
Li gorî daneyên di belgeya semînerê de hatine aşkera kirin wiha ne:
Kuştin û xwekuştin: sala 2009’an 104, sala 2010’an 150, sala 2011’an 96 û 8 mehên 2012’ê jî 50.
Şewitandin û xwe şewitandin: sala 2009’an 489, sala 2010’an 776, sala 2011’an 360 û 8 mehên 2012’ê jî 269.
Tundiya zayendî: sala 2009’an 128, sala 2010’an 124, sala 2011’an 753 û 8 mehên 2012’an jî 109.
Îşkence: sala 2009-, sala 2010’an 1068, sala 2011’an 346 û 8 mehên 2012’an jî 721.
Gilî: sala 2009’an 2895, sala 2010’an 2485, 2011’an 2538 û 8 mehên 2012’an jî 322.632.
Di encama vê bîlançoyê de derketa holê ku di salekê de bi qasî 600 jin tên kuştin û di şev û rojekê de 2 jin dibin qurbanê tundiyê yan jî bi alîkariya rêbazên tundiyê jiyana xwe ji dest didin.
Her wiha di vê belgeyê de tê gotin ku, jinên ku xwe dikujin yan jî agir berdidin canê xwe di bajaran de ji %39, li bajarokan ji %31, li navçeyan ji %21 û li gundan jî ji %9’e. Li gel vê jî hemû tundiyên ku li ser jinan di navbera têkiliyên malbatî ya jin û mêr dejî ji %60. Jinên ku mexdurên jiyaneke hevseriyê ne serkeftî jî ji %80 ye û hemû pirsgirêkên ku derdikevin jî di nava hevjînan de ne, ew jî di navbera temenên 18 û 30’î de ne.
Bi giştî derkete holê ku bi qasî 2294 jinan di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dane, ji wan 400 jin bi riya kuştin û xwe kuştin, 1894 jinan jî bi şewtandinê jiyana xwe ji dest dane.
Di vê belgeyê de hate diyar kirin ku, asta beşdar bûna jinan ya siyasetê li Başûrê Kurdistanê ji %10 derbaz nake û li gorî encamên derketine jî di Başûrê Kurdistanê bi giştî û li bajarê Silêmaniyê bi taybetî di sala 2009’an de weke mînak asta beşdar bûna jinan ya navenda siyaset û biryar girtinê ji % 5,5- %7’e.