Bi sedan jinî li Şengalê 8’ê Adarê pîroz kirin

Bi sedan jin li Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi şahiyekê pîroz kirin.

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bi sedan jinên Şengalê berê xwe dan Geliyê Kersê yê Çiyayê Şengalê ku pîrozbahî lê tê lidarxistin.

Şahiya ku ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê organîzekirin, saet di 13.00’an de li ketina Geliyê Kersê heta cihê pîrozbahiyê bi meşekê destpê kir.

Piştî meşa ku bênavber dirûşmeya, “Jin jiyan azadî” hat berzkirin, bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dom kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê sazî û rêxistinên jinan daxuyanî hatine xwendin û peyamên pîrozbahiyê hatin dayîn.

Piştî peyam û axaftinan wê koma Hêviyên Jinên Şengalê, Koma Şano, Koma Govendê û komên cuda derkevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş bikin.