Dayika Hayriye ku 3 zarokên xwe ji ber polîtîkayên şerxwaz ên delweta tirk winda kir, bi salan e li cenazeya du zarokên xwe digere. Dayika Hayriye diyar dike ku wê bi tena serê xwe bi firotina dendikan û çêkirina nexşan zarokên xwe mezin kiriye û da zanîn ku dewletê zarokên wê jê girtine.
Hayriya Dogan 74 salî ye û di salên 90’î de zarokên xwe wenda kiriye. Dogan ku 9 zarokên wê ne û 3 tevlî PKK’ê bûne bi salane li eniya pêş di serî de çalakiyan xizmên wendayan û hemû çalakiyan de cih digire. Bi rozeta ku ala Kurdistanê li ser cakêtê wê ye her tim di çalakiyan de cih digire. Bi salane li cenazeya kurê Mehmet Alî û Abdulkadîr digire. Wêneyên her du yan jî di kolyaya bi stûyê xwe ve vedişêre. Gustîlka Abdulkadîr jî qet ji tiliya xwe dernaxe.
Em diçin serdana mala Hayriya Dogan. Dogan der barê kurê xwe Fahrettîn, Mehmet Alî û Abdulkadîr de axivî.
MI BI KEDEK MEZIN XWEDÎ KIR DEWLETA TC JI MIN GIRT
Dayika Hayriye diyar kir ku hevserê wê her tim digot ez nexwş im û dixebitî û diyar kir ku hevserê wê îşkece li wan dikir û got: “Min bi halekî xerab, bi firotina dendikan, bi çêkirina nexşan zarokên xwe xwedê kir. Piştre jî dewletê ew ji min girtin. Em bi eslê xwe ji Mêrdînê ne. bi salane em li Amedê ne. Em li taxa Korxetê rudiniştin. Her sê zarokên min jî ji ber zextên dewletê tevli PKK’ê bûn.
EZ BIMIRIM DÊ TU BIDOMÎNÎ
Dayika Hayriye got ku pêşî kurê wê Fahrettîn di 1992’an de diçe û 11’ê gulana 1997’an de şehîd dikeve.
Dayika Hayriye wiha got: “Çend caran Fahrettin kirin girtîgehê. Dema ji leşkeriyê hat dîsa girtin. Dema ji leşkeriyê hat wesayît hat şewitadin, xistin ser wî û girtin. Îşkece lê kirin. Salek şûnde bi şert hat berdan. Piştre 15 sal ceza lê birîn. Wî jî got ez diçim, gunehê min li stuyê te, dê tu vê têkoşînê bidomînî. Ji ber wê li ku derê çalakî hebe ez diçim.”
SALA 1997’AN ROJA DAYIKAN
Dayika Hayriye got ew tu carî 11’ê gulanê 1997’ê roja dayikan, yanî şehadeta kurê xwe ji bîr nake û wiha got: “Beriya şehîd bikeve li me geriya bû û cil xwestibû. Min şand. Fahretîn bi hevalekî xwe re ji bo peywirê tê vir. Li mala birayê xwe dima. Roja Dayikan bû. Îxbar kiribûn. Bi ser malê de girtin. Ji ber guleyan tu cihek saxlem li bedena wan nema. Dîsa jî teslîm nebûn. Fahretîn bi cilên kum in jê re şandin şehîd ket.”
Dayika Hayriye got ji bo cenazê bi dehan carî serî li dozgeriyê dan û got wan tenê cenazeyê Hayrettîn girtin.
ABDULKADÎR PIR BI RIK BÛ
Abdulkadîr Dogan jî 1979’an de ji dayik bûye. Di 18 saliya xwe de tevlî PKK’ê dibe. Abdulkadîr pir bi rik bû. Carekê ji bo li ser Ewropayê biçe gerîla li sînorê Edîrnê tê girtin û dikin girtîgeha Amedê.
Dayika Hayriye wiha dibêje: “Li Korxetê kesekî Hizbulahê hatibû kuştin. Xistin stûyê Abdulkadîr. Lê dema ew kes hatibû kuştin em bi Abdulkadîr re li Serêkaniyê li dawetê bûn. Abdulkadîr ji me vediqete polîs digirin û dibin Stenbolê. Polîsan gustîlka wî dan min. pişt re ji girtîgehê derket rastî gefên Hizbulaha hat.”
GORÊN WAN LI KÛ NE NIZANIM
Dayika Hayriye wiha got: “Piştî ji girtîgehê derket şevekî li gel me ma. Roja din xwe amade kir. Ji min re got ez diçim. Min got neçe. Piştî çû li xwişka xwe digere. Hatibû Çewlîkê cil xwestibû. Min ê cil bibira lê zarokên min nehiştin gotin dê te jî bigirin. 3 rojan li Çewlîkê dimîne. Piştre di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide. Min sal e şûnde hîn kir. Kurê min yê din got birayê min şehîd ketiye. Min çi kir min cenazeya wî nedît. Li Çewlîkê gora komî derket holê, me mînakên xwînê jî da encam negirt.
Dayika Hayriye got ku di wê pêvaoyê de bi ser mala wê de girtine û kurê wê yê mezin hatiye binçavkirin û rastî îşkencê hatiye.
ME JI MEHMET ALÎ QET AGAHÎ NEGIRT
Mehmet Alî Dogan jî ku hemû jiyana wî li dibistanên razandî derbas bû di 1992’an de dema li Îskenderuyê Endezyariya Makîneyê dixwend tevli gerîla dibe. Dayika Hayriye wiha got: “Di havîna 1992’an de Mehmet Alî ji min re got ez îsal ji Îskenderunê nayêm ez ê li bazara wê bixebitim. Min got bê li vir bixebite. Ez guhdarî nekirim. Piştre ez lê geriyam negeriyam min agahî jê negirt. Rojekê gotin çûye çiyê. Piştre gotin li Cudî şehîd ketiye. Min çi kir û nekir wî nedît.”
Dayika Hayriye diyar kir dê li dijî polîtîkayên şer yên dewleta TC têkoşîna xwe bidomîne û got: “Êdî bes e. Ev zilm. Dibêjin ol, muslimanî. Bi van re wijdan û îman tune. Li Tikriyeyê edalet û qanûn tune. Bila ev mirin rawestin”.
Xwişka wan a biçûk Gulîzar Dogan jî diyar kir ku ji berk u her sê birayên xwe nedîtiye gelek xemgîn e û wiha got: “Mehmet Alî me qet nedidît. Ji ber ku li dibistana razayî dixwend. Carna dihat. Lê gelek samimî û ji dil bû. Di navbera me de 2 sal hebû. Em her tim bi hev diketin. Birayê min Fahrettîn her tim diket navbera me. Birayên min pir zû çûn. Bi baweriya xwe çûn. Wana bi zanebûn ev rê hilbijart.”