BI DÎMEN

Bi hezaran jin li Amedê li hev civiyan: Em ji bo Sûr û Cizîrê li vir in

Ji bo mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran jin meşiyan û li Meydana Stasyonê li hev civiyan.

Ji bo mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran jin meşiyan û li Meydana Stasyonê li hev civiyan. Jinên li meydanê dibêjin, "Em ê Kurdistanê azad bikin. Em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin."

Ji bo mîtînga fînalê ya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, bi hezaran jinên li ber avahiya KCD'ê li hev civiyan, bi meşê xwe gihandin Meydana Stasyonê. Jinên bi kincên xwe yên gelêrî tevlî çalakiyê bûne, dirûşmên "Jin jiyan azadî" diqîrin.

Bi hinceta 'îxbara bombe heye' polîsên Tirk demeke dirêj nehiştin jin bikevin Meydana Stasyonê. Piştî demekê jinên çalakger ji çar baskan ve ketin meydanê û dest bi mîtîngê kirin.

Jin bi pankart û dirûşmên xwe, di serî de berxwedana Sûr û Cizîrê, berxwedana qadên xwerêveberiyê silav dikin.

Ji qadê dengê stranên şoreşgerî bilind dibe. Tê payîn Koma Erbanê ya Cegerxwîn, Koroya Şehîd Mizgîn a Herêma Amedê, hunermend Nîhal, Koma Berjîn û Pinar Aydinlar derkevin ser dikê. Mîtîng dewam dike.

...