‘Bi AKP’ê re xizanî û tundiya li ser jinê zêde bû’

Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê xizanî û tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe û got: “Divê her kes li hemberî tundiya li ser ziman, çand û tundiyên din xwe biparêze.”

Kampanyaya "Em xwe diparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) ku li dijî tecrîd, qirkirina siyasî, tacîz, tecawîz û êrîşên li ser zimanê zikmakî û baweriyan hatibû destpêkirin, 5 meh li pey xwe hiştin. Aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, têkildarî xebatên kampanyayê û amadekariyên 8’ê Adarê re axivî.

‘TUNDÎ ZÊDE BÛ’

Bîlgîn destnîşan kir ku di serdemeke ku pêdiviya jinan bi parastinê heye de kampanya dane destpêkirin û wiha axivî: “Kapanyaya ‘Em xwe diparêzin’, 5 meh li pey xwe hişt. Li gorî 5 mehên borî, êrîşên sîstemê her ku çû zêde bû. Ji bo ku em li dijî van êrîşan bibin bersiv me dest bi vê kampanyayê kir. Ji bo ku jin bikarin xwe biparêzin em tevdigerin. Li dijî tundî, kuştin û destdirêjiyê tekane tişta bê kirin xweparastin e. Divê her kes li hemberî tundiya li ser ziman, çand û tundiyên din xwe biparêze. Êdî jin li her qadê li dijî mêrê rabûye pêdarê, mêrê di bloga AKP-MHP'ê de xwe diparêze. Lê belê di demên dawî de jî xweparastin weke sûçekê tê dîtin.

Kampanya berî 5 mehan dijî tecrîd, qirkirina siyasî, tacîz, tecawîz û êrîşên li ser zimanê zikmakî û baweriyan hatibû destpêkirin. Di demê ku êrîşên dijwar li ser muxaleft û civakê hene, pêwîstiya hîn zêde ji bo kampanyayê heye. Di van 5 mehan de herî zêde me dît ku jin û zarok ji tundiyê bandor dibin. Bivê boneye kampanya ku wê sê mehan bidomiya me dirêj kir û me di her alî de dest bi rêxistina jinan kir. Wê kampanya bidome û di her alî de wê jin xwe birêxistin bike.”

‘BI AKP’Ê RE TUNDÎ Û XIZANÎ ZÊDE BÛ’

Bîlgîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê jin her ku diçe xizan dibe û wiha pêde çû: “Di van 5 mehên borî de ji ber polîtîkayên AKP’ê yên li ser jinê, xîzanî û tundî her ku çû zêde bû. Berî niha tundiya fîzîkî (lêdana jinê) weke tundî dihat dîtin, lê belê îro di her alî de tundî li ser jinê tê meşandin. Jin dibêjin, ‘di hindirê malê de jî em rastî tundiya dewletê tên. Bi rêya medyayê di her alî de tundî li ser jinê tê kirin. Ji bo vê yekê jin dibêjin, em televziyonan digrin.’ Ev jî rêbazek yê xwe parastinê ye. Em li dijî hişmendiya ku jinê hedef nîşan dide têdikoşin. Di çarçoveya kampanyayê de dema em li ba jinan dicivîn, ‘jin dibêjin, mêran li dijî jinan şer îlan kiriye’ Jin jî li dijî vî şerî li rêyên xweparastin û rêxistinkirinê diğerin. Di her alî de jin rastî êrîşan tê.”

‘ZIMANÊ AKP’Ê BERPIRSYARÊ XWÎNA JINÊ YE’

Bîlgîn, bertek nîşanî gotinên Parlementera AKP'ê Ozlem Zengînê yên derbarê lêgerîna tazî jî da û got: “Ozlem Zengîn bi xwe jinek e, bi gotinên wekîlên AKP’ê yên li ser jinan û hedef girtinan jinan, tundî û hêrsê zêde dike. Erdnîgariya ku di salên 1990’î de êrîş û êşkence lê tên kirin, ji ber zextên faşîzmê nedikarî dengê xwe ragihîne. Kesên êşkence û destdirêjî wan dihatin kirin ji neçarî bêdeng diman û nedikarin dengê xwe bilind bikin. Derbarê lêgerîn tazî de jinekî AKP’î bi awayekî bê exlaqî dikare tiştek wiha bibêje, ‘Jinekî bi exlaq ewqas naraweste’ Gava em çav bi zimanê vê jinikê dikevin, bi awayekî eşkere em dibînin ku bê çima cinayetên jinan naqedin. Zimanê wan, qirkirina cinsî zêdetir dike. Kî vî zimanî bi kar bîne, berpirsiyarê xwîna jina ye. Tiliya wan di wê xwînê de heye.

Gava ku em rastî zimanek wiha tê dibînin ku çiqas pêwîstî bi ‘Kampanya em xwe diparêzin’ heye. Dîsan derbarê jinên ku bi zarokên xwe re ji hêla dewletê dîl tê girtin jî, ‘ev bi zanebûn zarokan çêdikin, ku bibêjin vaye dayik û zaroka wê di girtîgehê de ye’ Ev gotinên bêexlaqîne. Em dibînin ku têkoşîn û rêxistinkirina jinê ew teng kirine. Ji bo vê yekê êrîşan dibin li ser jinê.”

‘TEVLÎBÛNEK XORT YA KAMPANYAYÊ HEYE’

Bîlgîn diyar kir ku di her alî de tevlîbûnek xurt a jinan ji bo kampanyayê heye û wiha dom kir: “Kijan, gund, navçe û bajarê em diçinê, jin bi awayek xurt me pêşwazî dikin. Dibêjin, ‘ka hûn li kûderê ne, me bêriya we kiriye.’ Ji ber ku her kêlî jin rastî tundiyê tên. Jinên ku tundî lê tên kirin, dema jinek hevkar û jinek ji bo wan têkoşîn dikin, dibîn bêhtir xurt dibe. Bi gelek rê û rêbazan em ketin li ser rê. Derî bi derî em geriyan û em bi jinan re hatin ba hev. Carna li ser sifra xwarinê, carna jî bi şahî û govendê em bi jinan re hatin ba hevdu. Li ser şerê taybet me atolye vekirin û li gel cinan civîn girtin. Ji ber ku texrîbata ku şerê taybet li ser civakê vekiriye di asta herî jor de ye. Ji bo zorok, ciwan û jinan pêdivî bi vekirina xweparastinê hebû. Di vê çarçoveyê de gelek atolyeyên me çêbûn. Jinên ku civaka cemawerî pêktîne, ji cemaweriyê hatiye qutkirin û li cihên taybet de hatine dîl girtin. Bi vê boneyê cihên ku em diçûn em rastî coş û kelecana jinan dihatin. Tevlîbûna jinan ya kampanyayê di asta herî jor de ye.”

'8'Ê ADARÊ JI BO JINÊN KURD GIRÎNGTIR E'

Bîlgîn, bal kişand ser 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jî û got: “Xeta derketina 8’ê Adarê weke xeta têkoşîna jina Kurd e. Ev roj ji bo me girîng û gelek qîmet e. Her çiqas ev têkoşîn ji fabrîqeyêkê de destpêkirî be jî, jinên Kurd jî deskeftiyên mezin bidest xistine. Li gelek cihên cîhanê ev roj weke betleneya fermî tê naskirin û jin bi şahiyan vê têkoşînê pîrz dike. Lê mixabin hîna jî li welatên bi hişmendiya serdest vê roj weke betleneya fermî nasnakin. Jinên Kurd û Tirkiyeyê dibin vê rojê li welat dibin dorpêça polîsan pêşwazî dikin. Bi taybetî jî em jinên Kurd zêdetirî 30 sal e bi çoş û kelecenekê pîroz dikin. Îsal dibin şert û mercên şewbê de rêxistinkirina 8’ê Adarê hinek zehmet derbas dibe, ji bo ku em tenduristiya ti jinê nexin xeteriyê em hewldidin jinan vebixwînin qada 8’ê Adarê.

Di çarçoveya 8’ê Adarê de gelek şahiyên me yên cûr be cûr çêbûn. Ji gundan heta navenda bajar em bi jinên kedkar re hatin ba hev. 8'ê Adarê ji bo me girîngtir e, ji lew ra me ji bo mafên xwe yên aborî û siyasî berdel dan. Em hatin kuştin, em bi salan di girtîgehan de man, bedenên me hatin teşhîrkirin û em bi lêgerînên tazî re rû bi rû man. Her wiha em bi qirkirinekê re jî rû bi rû ne. Ji 8'ê Adarê re tenê çend roj mane bi vê boneye bi coş û kelecanek mezin em roja 8’ê Adarê tevahiya jinan di saet 11:00’an de vedixwînin qada Îstasyonê.” 

‘QIRKIRINA ZAYENDÎ’

Bîlgîn di dawiya axaftina de anî ziman ku li dijî qirkirina zayendî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, roja 8’ê Adarê ew derdikevin qadan û got: “Em qetilkirina jinê weke qirkirina zayendî binav dikin. Li welatekî her roj jinek tê qetilkirin û li dijî vê ti ewlehî nayê girtin. Her wiha ji ber polîtîkayên dewletê yên ku jinê hedef nîşan dide û hişmendiya mêr diparêz e, têdikoşîn û li ber xwe didin. Em ji qetilkirina jinê re dibîjin, qirkirina zayendî. Li vî welatî 22 sal in tecrîdek giran li ser Birêz Ocalan tê meşandin û tecrîd bandorê li ser tevahiya civakê dike. Li dijî tecrîd û qirkirina zayenîd em ê dakevin qadan.”