'Bersiva li tecrîdê, bilindkirina têkoşîna avakirina jiyana azad e'

KJK'ê rojbûna Ocalan pîroz kir û destnîşan kir, ku bersiva herî watedar a li tecrîda topyekûn a li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bilindkirina têkoşîna avakirina jiyana azad e.

Kordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de 4'ê Nîsanê di serî de li jinan, li tevahiya gelê Kurdistanê hat pîrozkirin û hat gotin, "Em 4'ê Nîsana îsal, ji bo şikandina sîstema esaretê ya li Îmraliyê û azadkirina Rêberê xwe, weke roja bilindkirina têkoşînê dibînin."

'AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, wezîfeya bi tenê ya Rêberan pêşengiya ji gel re nîne û hat gotin, "Rêberên herî mezin ên dîrokê, êşên hezar salî yên gel di dilê xwe de hîs kirine, ev êş veguherandine hêzê, îsyanê, têkoşînê û berxwedanê.

Ya ku li Kurdistanê bi PKK'ê re hat kirin, bi tenê rakirina ser piyan a gelekî nebû. Ji ber ku ev gel, gelekî ji xwebûyînê hatibû dûrxistin, rastî pêkanînên herî giran ên qirkirinê hatibû. Beriya azadiyê pêwîstiya vî gelî bi vejîn, xwebûyîn û hişmendiyê hebû. Ya ku bi rêbertiya Rêber Apo û bi pêşengiya PKK'ê hat kirin, ev bû. Carna dîrok, bîr, hesret, êş û hêviyên gelekî di şexsê mirovekî bi tenê de tê bilêvkirin û mîna teqîna mezin a li gerdûnê, dikare veguhere ji nû ve afirandinê, bi mîlyonan mirovan dixe nava tevgerê. 4'ê Nîsanê nîşaneya diyalektîkeke bi vî rengî ye. Bi Rêber Apo re gelê Kurd ji nû ve afirî. Ji xwe kêm caran tê dîtin ku dîrok û gelek di nava kesayetekî de şênber dibe.

Rêber Apo ne tenê xwe bi gelê Kurd re afirand. Xeta Kurdê Azad bi Jina Azad re afirand. Diyalektîka Jina Azad Civaka Azad kir navenda têkoşîna xwe û bûye Rêberê şoreşeke jinê. Lewma, tevî afirandina rastiya gelê şervan û afirandina milîtanên azadiyê, di heman demê xe xebata azadiya jinê ye. Ji ber vê yekê 4'ê Nîsanê ji nû ve rojbûna jina azad e.

'Azadiya Rêberê me azadiya me ye' ne tenê dirûşmeyeke, heqîqeta bingehîn e. Weke jinên Kurd em azadiya xwe bi azadiya Rêber Apo re pêkan dibînin. Heta ku ew di sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê de esîr bê ragirtin, jinên Kurd û gelê Kurd xwe azad nabîne. Di heman demê de yekane rêya ji holê rakirina sîstema Îmraliyê, mezinkirina têkoşînê, bilindkirina berxwedana azadiyê ye. Weke jinên Kuerd em ê rola pêşengiyê ya vê berxwedanê ji niha û pê ve jî bi xurtî bi cih bînin û encamê werbirin. Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û dawî li esareta Rêber Apo bînin.

Berxwedana xwerêeberiyê ya îro li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, yekser pêwendiya xwe bi têkoşîna li dijî sîstema esaretê ya li Îmraliyê ye. ev berxwedana ji bo mafê birêxistina jiyanê ji aliyê gelê Kurd ve bi vîna xwe tê meşandin, gavên bingehîn ên avakirina jiyana azad e. Ji niha û pê ve eger jiyan wê hebe, wê bi azadî be. Gelê Kurd bi ti awayî polîtîka û pêkanînên mêtînger, dagirker û qirkirinê qebûl nake. Jiyana koledariyê ya lê tê ferzkirin red dike û jiyana azad ava dike."

'EM BI XURTÎ XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA AVAKIRINA JIYANA AZAD DERKEVIN'

Di dawiya daxuyaniya KJK'ê de hat destnîşankirin, ku bersiva herî watedar a li tecrîda topyekûn a ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve tê meşandin, bilindkirina têkoşîna avakirina jiyana azad e û weke Tevgrae Azadiya Jinê ya Kurdistanê bang li jinên Kurd û tevahiya gelê Kurdistanê kir ku vîna xwe bêhtir bi xurtî biparêzin, di berxwedana xwerêveberiyê de cih bigirin û bi xurtî xwedî li têkoşîna avakirina jiyana azad derkevin.

KJK'ê bi bîr û baweriya bi serketina berxwedana xwerêveberiyê û têkoşîna avakirina jiyana azad, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.