Ayşe Gokkan: 8’ê Adarê li hember dewlet û mêr serîkarkirine

Berdevka TJA’yê Ayşe Gokan a li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin, peyama 8’ê Adarê da û diyar kir ku 8’ê Adarê li hember dewletê û mêr serîrakirine.

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, ji Girtîgeha Jinan a Amedê ji mitînga di pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amed de li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin re peyamek şand. Di nav çepikên bi hezaran jinên qada mîtîngê têjî kirî de peyama Gokkan hat xwendin. Piştî demekî kurt polîsan mudaxaleyî pergala deng kir û dengê mîkrofonê girt.

Li gel astengkirinê jî peyama Gokkan hat xwendin. Gokkan ji Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, jinên li ber xwe didin û jinên ciwanan re silav şand û di peyama xwe de ev tişt got:

“Li hemû jinên li Şengal, Kobanê, Hesekê, Hewlêr, li welat û li her deverê cîhanê li ber xwe didin silavan dişînim. Em li hundir û li derve deng didin hevdu. Ez 8’ê Adarê diyarî li jinên her çar perçeyê Kurdistan û Tirkiyeyê dikim. Ez bejna xwe li pêş jinên di oxira têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane ditewînim. Em jinên kurd bi sed salan e li dijî pergala feodal û dewletê têdikoşin. Li dijî pergala mîlîtarîst û kapîtalîst em 8’ê Adarê jî Gulistan û Îpekê ji bîr nakin. Ez 8’ê Adara li jinên kurd, ereb, asûrî, tirkmen û hemû jinên Rojhilata Navîn ên xwedî nasnameyên cuda pîroz dikim.

Heta hesaba jinên bi îxanetê li Hesekê, Silopiya, Kobanê, Parîs û Şengalê hatin qetilkirin ne pirsin em ê têbikoşin. Em hevrêyên  av û axê, stêr û tavê, erd û asîmanê tecrîdê tu car qebûl nakin. Tecrîda li Îmraliyê tê pêkanîn li eniya hemû netew dewletan lekeyeke reş e. Em ji zindanan qîr dikin: Bimre tecrîd bijî azadî.

8’ê Adarê jehrbira netewperest, olperest û zayendperestiyê ye. Em weke jinên li dijî pergalê têdikoşin, heta hemû zindan vala nebin û jin azad nebin em ê dest ji têkoşîna xwe ne berdin. Em careke din dubare dikin. 8’ê Adarê li dijî pergala feodal berxwedan e. 8’ê Adarê têkoşîna li dijî Boko Haram, El Şebab, DAÎŞ û zilamên bi unîforma tê dayîne. 8’ê Adarê li malê, kolanê, dibistanê li dijî zilam û dewletê raperîn e. 8’ê Adarê serhildan e. Bijî têkoşîna jinan, bijî yêkitiya jinan, bijî berxwedana jinan a li zindanê, bijî jin jiyan azadî.”