Komîsyona Jinan ya ATO'yê tundiya li ser jinê şermezar kir û xwest tundî bi dawî bibe.
Komîsyona Jinan ya Odeya Tabîban ya Enqereyê (ATO) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Tundiya li Dijî Jinan daxuyaniyek nivîskî da. Komîsyona Jinan ya ATO'yê dest nîşan kir ku, tundiya li qerekolan, li girtîgehan, tacîz û tecawiz her diçe li ser jinê zêde dibin.
Komisyona Jinan ya ATO'ê destnîşan kir ku, her roj jin tên kuştin û wiha got: "Mekanîzmaya dadgehê zilaman tenê ji bona tecawiz, taciz û kuştinê re dixebite. Di feraseta hikûmeta AKP'ê de wekheviya jin û zilaman tune ye. Ji ber wê jî hikûmeta AKP'ê 'polîtîkayên zayendî' dixe dewrê û bedena jinê dixe bin kontrola zilam û dewletê de."
Komisyona Jinan dest nîşan kir ku jinên Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û parastina xwe bikin. Xebatkarên tenduristiyê û doktorên jin di kîjan qadê tenduristiyê de dixebitin bila bixebitin dîsa jî êrîşê herî zêde ew dibînin.