Amadekariyên Festîvala Zîlan bi dawî bûn

Festîvala Jinan a Zîlan a 15'emîn wê Şemiyê li bajarê Leverkusen ê Elmanyayê pêk were.

Festîvala Jinan a Zîlan a 15'emîn wê 22'ê Hezîranê Şemiyê li Arena Salon a bajarê Leverkusenê pêk were.

Komîteya Amadekar a Festîvalê civîna xwe ya dawî pêk anî û amadekariyên xwe nirxand.

Komîteyê agahî da ANF'ê û diyar kir, festîval wê bi şiyara "Berxwedana jinê rê li ber azadiyê vedike" pêk were û diyarî cangoriyên berxwedana grevên birçîbûnê Ayten Behçet, Zehra Saglam, Medya Çinar û Yonca Akici were kirin.

Komîteya Amadekar diyar kir, ji gelek bajaran wê otobus bên amadekirin û tê payin ku tevlîbûna îsal zêdetir be.

Di serî de Elmanya wê ji Hollanda û Belçîkayê jin tevlî festîvalê bibin.

Li qada festîvalê wê gelek standên rêxistinên jinan bên vekirin û xwarinên herêman bên nasandin.

Ji bo zarokan jî amadekariyeke taybet tê kirin. Wê li festîvalê ji bo zarokan park bê amadekirin û gelek aktîvîte pêk werin. Koma govendê ya zarokan jî wê hunera xwe pêşkêş bike.

Di festîvalê de wê hunermend Eylem Aktaş, Chopy, Denîz Deman, Serenat Ezgîcan, Kewê (şanoger), komên govendê û koma Dansên Gel a Fîlîpînê derkevin ser dikê.