Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, anî ziman ku metna destûrî ya ku ji aliyê hikmeta nû ya Sûriyeyê ve hatiye ragihandin, Sûriyeyê 105 sal paş ve dibe û got, “Ev destûr ji ya ku rejîma Baas’ê pêkaniye jî paşmayîtir e. Civaka Sûriyeyê vê yekê qebûl nake. Divê ev destûr paşve bê kişandin û were sererastkirin.”
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl, li ser navaroka 8 xalên ku di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û serokê rêveberiya demî ya Şamê Ehmed El Şara, destûra demkî ya di 13’ê Adarê de ji aliyê hikûmetê ve hate erêkirin, serdana dewleta Tirk a Şamê, komkujiyên li dijî Elewiyan û têkoşîna demokratîk a gelan, ji ANF’ê re axivî.
SÛRIYE TENÊ BI NAVENDEK NIKARE WERE RÊVEBIRIN
Aldar Xelîl got, "Me diyar kir ku ji şoreşê vir ve em parçeyek ji Sûriyeyê ne û armanca me avakirina Sûriyeke demokratîk e. Pirsgirêk bi têkçûna rejîma Baas re neqediyaye, demokratîkbûna Sûriyeyê û yekîtiya gelan girîng in. Rêveberiya Şamê dixwaze bi sîstemeke navendî welat bi rêve bibe, lê belê yekîtiya Sûriyeyê bi hevgirtina hevpar a gelan dikare misoger bibe."
Di vê çarçoveyê de derfet çêbû ku li ser hin mijaran bi Şamê re li hev bikin û Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî çû Şamê. Di hevdîtinan de li ser prensîbên bingehîn li hev hat kirin, lê hûrgilî hê jî tên nîqaşkirin. Girîng e komîteyên leşkerî, îdarî, aborî û doza Kurdbûnê bên avakirin. Dema ku ev komîte dest bi xebatên xwe bikin, dê pêvajo bi pêş ve biçe. Doza Kurd tenê bi Kurdan re sînordar nîne, pirsgirêkên hemû gelan jî wê di komîteyên cuda de werin nîqaşkirin. Navê nû yê Sûriyeyê ji bo me mijareke girîng e. Tevî ku Colanî û koma wî ragihandibûn ku navê Sûriyeyê weke 'Komara Ereb' diyar kirine, lê gelê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê nêrînê qebûl nake.”
DIVÊ ŞAM XWEDÎ LI AGIRBESTÊ DERKEVE, LI DIJÎ TIRKIYEYÊ NERAZÎBÛNA XWE RABER BIKE
Aldar Xelîl, destnîşan kir ku kesên alîgirê azadî, aştî û çareseriyê ne, şer tercîh nakin û wiha domand, “Me şer jî nexwest; Lê ji ber êrîşên dijmin divê em hebûna xwe biparêzin. Pêwîst e agirbest pêk were û ji bo vê jî em dixwazin lihevkirinekê pêk bînin. Hikûmeta li Şamê dibêje ku ew li dijî me şer nake, rast e lê êrîşên li ser axa Sûrîyê berdewam in. Bendava Tişrîn, Pira Qereqozax, Til Temir, Eyn Îsa, Kobanê xaka Sûriyeyê nîne? Çima xwedî li agirbestê dernakeve?
Eger peymaneke bi vî rengî îmze bike, bi awayekî fermî qebûl dike ku xwe ji bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyar dibîne. Di wê rewşê de divê ji bo Efrîn, Girê Sipî, Serêkaniyê, Cerablûs, Bab, Ezaz û Minbicê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bêjin 'ji xaka me derkevin'. Eger hemû alî agirbestê qebûl bikin, wê encamên erênî derkevin holê. Lê belê heta niha dewleta Tirk êrîşên xwe nesekinandiye."
‘KOMKUJIYA LI DIJÎ ELEWIYAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Aldar Xelîl, destnîşan kir ku komkujiyên li bajarên peravên Sûriyeyê bi taybetî yên li ser Elewiyan nayê qebûlkirin û wiha got, “Divê ev komkujî bi awayekî cidî bên şermezarkirin. Ev êrîş hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê ya li Şengalê tîne bîra me. Rejîma Baas zilm li me kir, bi salan em li zindanan girtin, êşkence û komkujî li me kirin û jê wêdetir jî li ser tinekirina gelan ava bû. Bêguman li Cizîrê, Heleb, Hama, Hûmûs û Şamê, li ku dibe bila bibe divê em bi hev re li dijî vê zîhniyetê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Hin xala 6’an bi bûyerên li bajarên peravê ve girê didin û hewl didin Elewiyan weke alîgirên rejîma BAAS’ê nîşan bidin. Ev ne rast e. Elewî jî mexdûrên rejîmê ne. Em li dijî gel, bawerî û komên etnîkî şer nakin û nabin amûrên nêzîkatiyên bi vî rengî. Prensîba me ya bingehîn çanda humanîst û demokratîk e.”
Aldar Xelîl, da zanîn ku destûra bingehîn Sûriyeyê 105 salan paşve dibe û got, "Destûra ku hatiye ragihandin nayê qebûlkirin. Ev destûr Sûriyê vedigerîne 105 sal berê û wê di civakê de nakokiyên mezin derbixe. Gelê Sûriyê 14 sal in di şoreşê de bedelên mezin dane. Ev têkoşîn ji bo azadî, demokrasî, wekhevî û edaletê bû, ne ji bo destûreke bi vî rengî. Ev destûr ji ya ku rejîma Baas’ê li ser hatibû avakirin jî paşvemayîtir e û ji aliyê civakê ve nayê qebûlkirin. Li ser hin prensîbên bingehîn bi Fermandariya Giştî ya QSD’ê re belgeyek hate îmzekirin, lê metna ku roja din hate weşandin bi tevahî li dijî van prensîban bû. Dîsa jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo makezagona Sûriyeya demokratîk bidomînin. Bertekên raya giştî diyar e; Divê ev destûr bê paşxistin û sererastkirin.”
Aldar Xelîl, da zanîn ku dewleta Tirk bi manîpulasyonê hewl dide pêşî li şertên Rêveberiya Xweser bigire û wiha dewam kir, “Dewleta Tirk bi manîpulasyonê hewl dide nehêle Şam şertên Rêveberiya Xweser qebûl bike. Serdana şanda Tirkiyê bo Şamê piştî lihevkirinê, nîşana tirsa nasandina mafên Kurdan e. Tirkiye dixwaze zextê li Şamê bike da ku rê li pêşiya pêşketina projeyên demokratîk bigire.
Hevgirtina gelan bi Rêveberiya Xweser re ye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ereb, Kurd û Asûrî di nava sîstemeke hevpar de dixebitin. Durzî, Elewî û Misilmanên Sûnî yên ne radîkal ji Şamê bêhtir destekê didin Rêveberiya Xweser. Asûrî û Suryan jî ji Şamê zêdetir xwe nêzî Rêveberiya Xweser hîs dikin. Ev yekitî bingeha Sûriyeyeke demokratîk e.
Dibe ku rejîm têk çûbe, lê belê pirsgirêk nehatine çareserkirin. Sûriyeyeke demokratîk ancax bi projeya neteweya demokratîk, bi hişmendiya jinên azad û yekîtiya gelan dikare bê avakirin. Sîstema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, ji bo tevahiya Sûriyeyê modelek e. Divê siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend di vî warî de bixebitin û ji bo avakirina çanda demokratîk têbikoşin. Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakên herî şênber ên Sûriyeya demokratîk in.”