Aktîvîsta jin a ji aliyê PDK'ê ve hat revandin 'winda' ye

Aktîvîsta jin a bi navê Bêrîvan Zîn a ji Rojava, ku tê gotin berî hefteyekê li Hewlêrê ji aliyê kesên çekdar ên PDK'yî ve hat revandin, hînê agahî jê nayê girtin.

Nûnerê PYD'ê yê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso destnîşan kir, ku ev nêzîkatiyên PDK'ê yên mafên mirovan tine dihesibîne, bi ti awayî nayên qebûlkirin.

Hiso li ser mijarê ev agahî da:

"Aktîvîsta jin a bi navê Bêrîvan Zîn a ji Rojavayê Kurdistanê, ji bo malbata xwe ziyaret bike ji Ewropayê hatibû. Ne ji bo revandin an jî windakirinê hatibû. Ji ber vê yekê em bang li rêxistinên mafên mirovan û saziyên civaka sivîl dikin ku aqûbeta Bêrîvan bişopînin û zextê li rêveberiya Hewlêrê bikin, ku daxuyaniyê li ser sedema revandina wê bide."