Endama YJA’yê Leyla Agirî diyar kir ku di sala 2012’an de şîdeta li ser jinê zêde bûye û ku AKP polîtîkaya nijadperestî û zayendperest dişopîne. Agirî diyar kir ku tundî bi nirxandinên rojane nayê çareserkirin.
Li gorî çapemeniyê di sala 2012’an de 11 mehên pêşî de bi giştî 147 kes hatin kuştin, 137 rastî tecawîzê hatin, 208 jin rastî şîdetê û 126 rastî tacîzê hatin. Endama Yekitiya Jinên Azad Leyla Agirî ji ANF’ê re axivî û got kavkaniya tundiyê ya dewlete û got tundiya civakî û şîdeta li ser jinê bi destgirtina rojane nayê çareserkirin.
Agirî destnîşan kir ku şidet di saziyên dewletê de destpê dike û berbi civakê ve her ku diçe zêde dibe û ev tişt got: “Şidet îcadeke dewletê ye, amûreke wê ye. Vê şideta li dijî civakê û bi taybetî li dijî jinê, dewlet meşrû dike û pêş dixe. Dewlet şidetê wekî amureke li dijî civakê bi kar tîne û bi vê rêbazê civakê di bin desthilatdariya xwe de digire. Ev mekanîzma li ser jinê bi taybetî tê pêşxistin.”
SAZIYA MALBATÊ DI NAVA KRÎZÊKÎ MEZIN DE YE
Agirî balê dikişîne ser ser krîzê saziya malbatê û diyar dike ku ev krîz tenê ne li Tirkiyeyê li tevahiya cîhanê tê jiyîn û axaftina xwe wiha berdewam dike: “ Saziya malbatê krîzekî kur dijî. Dinava malbatê de gelek nakokî û pevçûn heye. Ev krîz bêhtir xwe bi şîdeta li ser jinan dide der; bi hev berdanê, nakokiyên di nava jin û mêran de û hewd xwe dide der. Ev jî dibe sedem ku di serî de bandora xwe li ser jinê dike lê her ku diçe pêşve diçe û li ser tevahiya civakê bi bandor dibe. Ev krîz di warê civakî de dibe sedema parçebûnê û pirsgirêkan.”
Agirî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê piştî ku AKP hat ser kar, şideta li ser jinan zêde bû, qetilkirina jinan zêdetir bû. Ev jî ji karekterê AKP’ê yê faşîst û mîlîtarîst diqewime.
KARAKTERÊ AKP’Ê FAŞÎT E
Agirî bal kişand ser şîdeta Faşît ya AKP’ê û diyar kir ku di nava pergala ku AKP’ê avakiriye de herî zêde jinên ku li hember vê pergalê derdikevin û vê pergala faşît red dikin rastî şîdetê tên û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Her roj jinên kurd û derdorên demokratîk rastî şîdet û terora dewletê tên. Ev şîdet ji aliyê dewletê ve tê pêşxistin. Serdestiya AKP’ê zîhniyeta faşît pêşdetir xistiye. Politîkayek dewletê ya şîdetê ku xwe li ser tevahiya civakê ferz dike heye û politîkayek bêîradekirinê ya li ser cvakê bi giştî heye ku ev bandora xwe li ser jin zarok û zilam dike heye. AKP bi vê politîkaye xwe dixwae hemû hêza muxalîf tune bike.”
Agirî anî ziman ku ger hikûmetekê ku di vî karekterîde be, wezîra yê wê karê polîtîkayên malbat û civakê jî ji bo tundiyê nikare çareseriyekê pêş bixwe û wiha got: “Qaşû gelek qanûn hatin nûkirin û ji bo jinê jî di qanûnan de hinek sererast kirin hat çêkirin. Lê çardin pêşiya tundî û kuştinên jinan ne hate girtin. Ev jî tê wateya ku jin bi rengekê rast nayên parastin. Ji ber çi rast nayên parastin? Ji ber ku ew Wezîra Karê Polîtîkayên malbat û civakê yê AKP’ê, hez û vîna wê ya çareserkirinê tuneye. Fatma Şahîn dibeje ‘Erdogan di aliyê zîhnîde me rûnî dike, jinê bi hêz dike û yê ku hêzê dide me serokwezîre.’ Wezîrekê ku wiha dibejê, ji bo jinê tu heviyên me yên ku perspektîfan pêş bixwe tuneye.”
PIRSGIRÊKA ME YA TUNDIYÊ YEKE
Agirî bal kişand ser têkoşîna li hemberî tundiyê û wiha bilev kir: “Di nava çivakê de tundû bûye weke hunerekê. Ji bo ku ev bê derbas kirin divê ji jin, zarok û zilaman re perwerde bê dayîn. Tevgerên jinan di qadên civakîde divê xwebatên avakirina demokratîk û zana kirinê xurt bikin. Bi teybetî jî pêwîste xebata perwerdehiyê giring bê dîtin. Her ku em şemaşe dikin û dibînin, em pê di êşin. Ji be ku tundî dilê me hemûyan birîn dike. Tiştên herî xweşik ên cîhanê û jinên her xweşik zilam ji me digrin. Divê em zanibîn ji vê yekê re bêjin êdî bes e û em tundiyê bi dawî bikin. Pêwîste em pêşiya vê zîhniyêtê girin. Em dikirin bibin xwedî nasname, bawerî, çand û nasnameyên cuda. Lê weke jin pirsgirêka me ya tundiyê yeke. Ji ber vê divê em bi hevre jî çareseriyan pêşbixin. Ev hewildanên me yên çareseriyê di meclis û platforman de jî dibe ku pêş bikeve. Weke jin divê ku em bên gel hev û pirsgirêkên xwe bi rengekê rast nîqaş bikin.”