Akademiya Şehîd Denîz Firat temam bû

Akademiya Şehîd Denîz Firat a li Herêmên Parastinê yên Medyayê qediya. Gerîlayên perwerde dîtin û yên di koordîneya perwerdeyê de cih girtin diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna Denîz Firat derkevin û bidin ser şopa wê.

Akademiya Şehîd Denîz Firat a li Herêmên Parastinê yên Medyayê qediya. Gerîlayên perwerde dîtin û yên di koordîneya perwerdeyê de cih girtin diyar kir ku ew ê xwedî li têkoşîna Denîz Firat derkevin û bidin ser şopa wê. 

Akademiya li ser navê şehîda çapemeniya azad Denîz Firat a li Herêmên Parastinê yên Medyayê hat vekirin, temam bû.

Endama Koordînasyona Ragihandina Jinê (RAJIN) Bêrîtan Cûdî diyar kir ku vekirina akademiyeke jinê ya xweser, biryarek ji konferansa RAJIN bû û got, "Navê hevala Denîz a par di vê demê de şehîd ket, li vê akademiyê hat kirin. Ev yek bû karekî gelekî bedew û watedar. Bê guman bersiva herî watedar a ji ked û hewldanên hevala Denîz re bê dayîn, ev xebat bi xwe ye. Amadekirina hevalên dixwazin bidin ser şopa hevlaa Denîz, deynê me yê li hevaltiya wê ya bedew e. Kedkarî û bûyîna xwedî ruhê berpirsyariyê mîna hevala Denîz, xeta çapemeniya azad a nebe nabe ye."

Cûdî her kesên ji gelek herêmên Kurdistanê li Akademiya Denîz Firat civiyane pîroz kir û diyar kir ku ew xwedî wê şensê ne di xeta Denîz Firatan de bên perwerdekirin û hemû şagirstan re serketin xwest.

'JI WÊ EM HÎNÎ ROJNAMEVANIYA JINÊ BÛN'

Ji şagirtên akademiyê Şînda Ekrem a ji Rojava got, "Meşa di rêya Şehîd Denîz Firat de, bi hêjayî dewam kirina têkoşîna wê ye. Vebûna akademiyeke bi vî rengî ya jinê ji bo me şensekî mezin e. Di şexsê Şehîd Denîz Firat de hînbûna perwerdeyê, hînbûna kesayetiya wê û naskirina jinê di kesayetiya Denîz Firat de, girîng û watedar e. Weke jinekê em ji Şehîd Denîz Firat hîn bûn ku divê bi çi rengî rojnamevanî were kirin, bi çi rengî têkoşîn bê meşandin."

Ekrem da xuyakirin ku wezîfe û berpirsyariya dikeve ser milê wan, meşandina têkoşîn û xebatên Denîz Firat e.

Şîlan Cûdî jî anî ziman ku dîtina perwerdeyê li akademiyek bi navê rojnamevan Denîz Firat hatiye vekirin, şenseke mezin e û got, "Dîtina perwerdeyê li akademiyeke bi vî rengî gelekî watedar û girîng e. Em jî hewl didin bêhtir watedar bikin. Em ê têkoşîna hevala xwe dewam bikin. Berhem û nirxên Şehîd Denîz Firat li dû xwe hişt, em ê di kesayetiya xwe de kûr bikin. Em xwe li qada jinê, li qada çapemeniya jinê xwe bi pêş dixînin. Hevala Denîz mîrateyeke mezin ji me re hişt. Wezîfeya me jî xwedîderketina li vê mîrateyê ye."

'DAXWAZA AZADIYÊ YA DENÎZ BI TÊKOŞÎNÊ RE BÛ YE'

Gerîlaya bi navê Hewlêr Şahîn a di nava Desteya Perwerdeyê ya Akademiyê de cih digire, da xuyakirin ku vegotina şehîdan gelekî zehmet e û destnîşan kir ku ew meşa di 'rêya ronî ya şehîdan' de esas digirin. Şahîn got, "Weke endama desteya perwerdeyê cihgirtina li akademiyeke bi navê hevala Şehîd Denîz Firat, dersdayîna li kesayetên tên vê derê, ji bo min gelekî watedar e. Daxwaza azadbûnê ya hevala Denîz bi têkoşînê re bû ye. Ji bo peyama Şehîd Denîz rast were fêmkirin û bicih were anîn, li vê akademiyê şagirt tên perwerdekirin. Ev ji bo me girîng e."