Endama Kordînasyona KJK'ê Leyla Agirî got, "Ev rewşa heyî, komkuja dewletê ya herî veşartî ya dîrokê ye. Di ti serdema dîrokê de jinê hişyarbûn û helwesta xwe ya redkirinê di vê astê de nîşan nedabû.
Agirî da zanîn, ku ji bo bîranîna 129 jinên karker-berxwedêr ên di sala 1857'an de li febrîqeyeke li New Yorkê hatin şewitandin neyê jibîrkirin, 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatiye ragihandin.
Agirî di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bibîr xist, ku keda jinê ya mirov civakî kiriye, ji aliyê sîstema serdestiya mêr ve hatiye talankirin.
Agirî da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya jinê weke xala sereke ya pîvanî ya şoreşê derxistiye pêş û got, "Rêber Apo di destpêkê de em jin perwerde kir, kişand ser xeta azadî û pêşengiyê û hêz da jinan. Hem ji bo jinên li qada têkoşînê, hem jî ji bo jinên li qada civakî kedeke mezin da û bi têkoşîna xwe re wateyeke xurt afirand. Hevrêtiya jinê li ser vê wate û dilsoziyê afirand. Vê wate, bawerî û dilsoziyê, tevgera me ya azadiya jinê gihand roja îro. Ji nirxandin û analîzên ji pirsgirêkên jinê heta yên malbatê, heta diyalog û perspektîfan Rêber Apo her tim bûye çavkaniya bingehîn a hêza jinê. Artêşbûyîna jinê, partîbûyîna jinê, afirandina bîrdoziya rizgariya jinê, konfederalîzma jinê, jineolojîk encamên van hewldanên hêja ne. Weke diyariya herî hêja û watedar, Rêbe Apo bîrdoziya rizgariya jinê di 8'ê Adarê de pêşkêşî jinan kiriye."
'DÎROK BI PÊŞENGIYA SARAYAN RABÛ SER PIYAN'
Leyla Agirî destnîşa kir, ku dîrok li ser vê xakê bi pêşengiya Sarayan rabû ser piyan û got, "Li hemberî serdestiya mêr, bidestxistina vîna xwe, rêxistinbûyîna xwe û hişmendiya xwe ya jinê, ev yek veguherandiye tevgera azadiyê ay jinê. Ev asteke gelekî girîng a azadiyê ye. Ji Sarayan heta Bêrîtanan, ji Zîlanan heta Semayan, ji Viyanan heta Şîrînan, ji Arînan heta Sêvê yan ev sekin, sekna jina azad a bi vîn, hişmendî û têkoşîneke mezin e."
Endama Kordînasyona KJK'ê Leyla Agirî bal kişand ser şer û kaosa li Rojhilata Navîn û da zanîn, tevî şerê navbera mezheban, şerê navera zayendan jî kûr û dijwar bûye.
ŞERÊ LI DIJÎ HIŞYARBÛNA JINÊ
Agirî da zanîn, ku di nava van şert û mercan de herî zêde jin hatine qetilkirin, rastî destavêtinê hatine û bê statu hatine hiştin.
Agirî got, "Pêwîste ev şerê li hemberî jinê, ku modernîteya kapîtalîst bi nêzîkatiya xwe ya lîberal re hewl dide binixumîne, bi berfirehî were nirxandin. Aliyên ruhî-fîzîkî yên vê komkujiyê yek ji xalên herî zêde divê werin vegotin e. Komkujiya heyî navê şerê sîstema mêr a li dijî hişyarbûna jinê ye. Kesayet û sîstema bi serdestiya mêr, bi kuştina jina naxwaze mîna berê bi mêr e bijî re, komkujî û êrîşa herî rêxistinbûyî ya dîrokê pêk tîne. Ev rewşa heyî komkujiyeke dewletê ya ser nixumandî ye, ku weke komkujiya herî veşartî ya dîrokê dikare were pênasekirin. Di di serdema dîrokê de jinê di vê astê de hişyarbûn û helwesta xwe ya redkirinê nîşan nedabû. Ev hişyarbûn rastiya bîrdoziya malbatperestiyê, saziya malbatê, jina weke meta tê nîşandan, hildiweşîne, rêveçûna modernîteya kapîtalîst û cewhera dewletê xera dike."
'DEM EW DEM E KU JIN GUHERÎNÊ LI SER DÎROK Û CIVAKÊ FERZ BIKE'
Agirî da xuyakirin, ku hezeyana mêr û dewletê ji vir û pê ve destpê dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li hemberî netewe dewletê ku mîna celadekî bi hezaran salan li ser serê civakê ye, jin bi avakirina xweserî û neteweya demokratîk a alternatîfa gelan re, dibin bersiv. Bi avakirina zîhniyeta neteweya jin re avakirina civata jinê, civakîkirina xweparastinê, di xeta azadiya jinê de avakirina jiyana azad û bi rêxistinên têkoşîna hevpar ên jinan re meşandina îsyanê, pêkanîna ewlekiarya jinê wê bersiva herî watedar a li rastiya 8'ê Adarê be. Dem ew dem e ku jin bi helwesta şoreşgerî re guherînê li ser dîrok û civakê bersiv bike."