Agahî ji Seroka berê ya MAD'ê ya Sûriyeyê nayê girtin

Agahî ji Seroka berê ya MAD'ê ya Sûriyeyê nayê girtin

Parêzer û Seroka berê ya Saziya Mafên Mirovan (MAD) a Suriyeyê Medya Şakir Ebd ku ji bajarê Qamişlo ye û berî çend rojan endamên îstîxbarata Sûriyeyê ew ji mala wê binçav kiribûn, winda ye.

Seroka MAD'ê ku navenda wê li bajarê Qamişlo ye, Mîdya Şakir Ebd, çend roj beriya niha ji aliyê îstîxbarata Suriyeyê ve ji mala wê hate binçavkirin. Lê piştî wê rojê êdî agahî ji Medya Şakir Ebd nehat girtin. Hate hînbûn ku 2 birayên Medya demek beriya niha ji leşkeriya Suriyeyê reviyane û îstaxbaratê jî, ji ber vê yekê gelek caran Medya tehdît kiriye.

Rêveberiya MAD'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û xwest ku Medya di zutirîn demê de bê berdan, her wiha rewşa wê bê diyarkirin.

Medya Şakir Ebd, bi hewldanên xwe yên ji bo mafên mirovan û tevlîbûna xwe ya dozên siyasî, parastina girtiyan dihat nasîn.