ADKH: Nikarîbûn mejî û baweriya Kevser Elturk teslîm bigirin!
ADKH, ji bo Kevser Elturk a hat înfazkirin û rastî îşkenceyê hat daxuyaniyek weşand.
ADKH, ji bo Kevser Elturk a hat înfazkirin û rastî îşkenceyê hat daxuyaniyek weşand.
ADKH, ji bo Kevser Elturk a hat înfazkirin û rastî îşkenceyê hat daxuyaniyek weşand.
Tevgera Jinan a Demokratîk a Ewropa, têkildarî îşkenceya li hember cenazeyê şervana YJA STAR Kevser Elturk (Ekîn Van) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'ÎSPATA TIRSÊ YE'
ADKH got ku li navçeya Gimgim a Mûşê di şerekî di navbera gerîlayên HPG’ê û tîmên taybetên artêşa Tirk de gerîlaya bi navê Kevser Elturk a bi nasnav Ekîn Wan jiyana xwe ji dest daye û got: “Gerîlaya jin a li hember bedena wê ya bê can îşkence hat kirin, tazî kirine û avêtine nîvê kolanê. Mirova ku nikarîbûn mejî, bawerî, şervantî û berxwedana wê teslîm bigirin, ku tenê ji bo jin bû bedena wê ya bê can bi awayekî tazî nîşan da, îspata zedîfî û tirsê ye. Em wek Tevgera Jinan a Demokratîk a Ewropayê dibêjin ku; em ji bedena xwe şerm nakin. Em ne esîrê bedena xwe ne. Em ne zeîf û pelçiqandî ne. Têkoşîna me ya azadiyê rûmeta me ye. Kevser Elturk rûmeta me ye, yên bi rastî bê rûmet in tenê bi qetilkirinê bi sînor namînin, îşkenceyê li bedena tazî dikin û cara duyemîn dikujin.”